‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’

  • rojane
  • 11:38 17 Kanûn 2021
  • |
img
 
 
ENQERE - Endamê Lijneya Rêveberiya TBB'ê û serokên baroyan ku daxwaza wan a mudaxilbûna doza Komkujiya Konyayê bi hêceta ku 'rasterast bandor li wan nekiriye' hate redkirin, gotin ku gelek rastiyên ku hewl tê dayîn di komkujiyê de bên nixumandin hene. 
 
Di 30’ê Tîrmehê de li navçeya Meram a Konyayê 7 ferdên malbata Dedeogûllari ji aliyê Mehmet Altûn ve hatibû qetilkirin. Danişîna doza derbarê Mehmet Altûn, ferdên malbatên Çalik û Keleş ku ji 11 kesan pêk tên de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat dîtin. Daxwaza serokên baroyan a mudaxilbûna doza Komkujiya Konyayê bi hêceta ku 'rasterast bandor li wan nekiriye' hate redkirin.
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Alî Bayram, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk doza komkujiyê û redkirina daxwaza midaxilbûna baroyan nirxandin. 
 
JI BO KU SÛC BÊ CEZA NEMÎNE
 
Endamê Lijneya Rêveberiya TTB’ê Alî Bayram bi lêv kir ku ji ber cînayeteke bi sedemên netewperestiyê hatiye kirin, xwestine mudaxilê dozê bibin. Bayram, anî ziman ku ji bo sûc bê ceza nemîne û careke din dubare nebe dê heta dawiyê dozê bişopînin û wiha got: “Beriya niha di doza Yahya Menekşe yê Baroya Şirnexê de daxwazeke bi vî rengî li Dadgeha Ceza ya Giran a Cizîrê kiribû. Ew daxwaz hat qebûlkirin, lê ji îstînafê vegeriya. Li vir mudaxeleyên hiqûqî bi hêceta ku sazî rasterast bandorê lê nakin û yek bi yek ziyanê nabîne tên redkirin. Qanûna parêzeran wezîfe û roleke bi vî rengî daye baroyan û me daxwazên xwe yên mafdar li gorî vê yekê pêşkêş kirine. Sedema redkirinê jî biryarên di doza biryarên beriya niha de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatine dayîn e.”
 
HEWL DIDIN KU BINIXUMÎNIN
 
Bayram, dazanîn ku di Komkujiya Konyayê de lêpirsîneke bi bandor nehatiye birêvebirin, delîl nehatine komkirin û wiha axivî: “Eger hûn sîstemeke hiqûqê ya ku şexsekî diparêze ava bikin û li ser wê tiştekî ava bikin, hûn pêşî li derketina rastiyan digirin. Li vê derê gelek rastî hene ku tên nixumandin. Dozgerî ji bo ku dosyayê ronî bike, pêwîste argumanên ku dê lêpirsînê ronî bikin pêşkeş bike û divê di vê mijarê de îradeyekê derxe pêş. Divê rayedarên darazê biryarên ku bêedaletiyê ji holê radikin bidin. Divê dadgehên ji bo rakirina bêadeletiyê hatine avakirin, biryarên ku wijdana rayagiştî têr dike bidin, wezîfeya sereke ya dadgehan ev e.”
 
EV NE CÎNAYETEKE HESAN E
 
Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk jî diyar kir ku divê dosya weke dosyayeke cînayeteke basit neyê dîtin û wiha got: “Li dijî qanûnê ye ku dadgeh daxwaza beşdarbûnê red bike. Em îtirazên xwe dikin, lê pratîka niha ev e. Ji ber ku me zirareke şênber nedîtiye, daxwaza me hat redkirin, gelo ji bo zirara madî çêbibe divê serokê baroyê jiyana xwe ji dest bide? Eger binpêkirina mafên mirovan hebe, eger cînayetek bi hestên nefretê hatibe kirin, gilî û gazinên me jî hene. Hebûna baroyan wê bibe wesîle ku hiqûq bi temamî bi cih were anîn. Ew naxwazin ku ev pêk were.”
 
‘QANÛN PÊK NAYÊN’
 
Elîk bibîr xist ku beriya Komkujiya Konyayê baroyên herêmê banga “Dev ji zimanê parçeker û nefretkar berdin” kiribûn û wiha axivî: “Piştî banga me ev hovîtî pêk hat. Ya ku me hewl dida bêjin ew bû ku zimanê nefretê yê medyayê, zimanê cihêkar ê siyasetê, wê bibe sedema bûyerên bi vî rengî. Sînordarkirina hêzên baroyên li vê derê bi vî rengî nîşan dide ku dibe ku qanûn bi temamî pêk neyê. Eger lêpirsînek were kirin ku ev cînayet bi kîn û hestên nîjadperestî hatiye teşwîqkirin, eger biryara bi sedem di dawiya darizandinê de di biryarê de were nîşandan, ev yek wê ji bo yên din bibe asteng.” 
 
 
‘EM Ê BI ISRAR BIN’
 
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî wiha got: “Me xwest lêpirsînê bişopînin lê dadgehê biryara me red kir. Em ê israr bikin ku faîlên rast ên vê dozê bên darizandin. Tevî ku em nikarin li ser navê baroyê dozê bişopînin jî em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin û ji bo ku faîl derkevin holê weke şexsî çi pêwist be em ê bikin û dozê heta dawiyê bişopînin.”
 

Sernavên din

18/12/2021
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin
10:50 Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan
10:41 Nobeda li Sêmalka di roja 73'yan de didome
10:39 Beriya biryara faîzê ya MB’ê dolar û euro zêde bûn
10:32 ‘Mirina girtiyên nexweş cînayet e’
09:28 Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer
09:12 Koç: Xalên ‘tarî’ yên Komkujiya Konyayê nehatin lêkolînkirin
09:12 ‘Derbarê polîsên îşkence li xwendekaran kirine de lêpirsîn nayê destpêkirin’
09:11 Jinan bertek nîşanî kelûpelên paqijiyê da: Ped ne luks e, pêdivî ye
09:10 Di 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin
09:09 ‘Divê tenê ne kurd tecrîdê bînin ziman’
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’
17:12 Cenazeyê Halîl Guneş ber bi Edenê ve hat oxirkirin
17:07 Fîncanci: Divê li dijî binpêkirinên mafan em bi hev re têbikoşin
17:06 Wê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê
16:52 Xwişka Halîl Guneş: Bi birînin kêm di hucreyê de girtin
16:32 Di danişîna Leyla Guven de daxwaza redda dadger hat kirin
16:20 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Hişyariyê bibînin
16:06 MA TÛHAY-DER: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan
15:17 Dermanê girtiyê nexweş Halîl Guneş nedanê
15:17 TTB’ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kir