Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne

  • rojane
  • 09:15 19 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Ji rojnamevanên ku di çarçoveya "Doza Çepemniyê ya KCK'ê" de tên darizandin Kenan Kirkaya, anî ziman ku çapemeniya kurdî bi operasyonên hatin kirin paş de gav neavêtiye û rojnamevan Sadik Topaloglû jî got: "Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne." 
 
Di ser operasyona li hemberî çapemeniya kurdî ku wekî "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" tê zanîn, 10 sal derbas bûn. Xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Demokratîk Modernîte, Gun TV û Firat Dagitimê jî di nav de 46 rojnamevan di 20'ê Kanûna 2011'an de hatibûn binçavkirin û ji rojnamevanên hatibûn binçavkirin 32 jê di 24'ê Kanûnê de hatibûn girtin. 
 
Di îdianameya hatibû amadekirin de hevpeyvînên rojnamevanan, wêneyên ku girtibûn, daxuyaniyên çapemeniyê yên ku şopandibûn, nîşeyên ji bo nûçeyan û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re û hejmarên telefonan ên di rehbera wan a telefonê de wekî delîlên sûc hatibûn nîşandan. 
 
Ji rojnamevanên ku di 20'ê Kanûna 2011'an de hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin Kenan Kirkaya û Sadik Topaloglû ku 823 rojan di girtîgehê de mabûn, vê operasyona li hemberî çapemeniya kurdî nirxandin. 
 
ROJNAMEVANIYEK ÇAWA TÊ KIRIN?
 
Rojnamevan Kenan Kirkaya, bal kişand ser têkoşîna çapemeniya kurdî û destnîşan kir ku ev têkoşîn veguheriye kevneşopiyekê. Kirkaya, anî ziman ku divê mirov ji du pencereyan li kevneşopiya çapemeniya kurdî mêze bike û got: "Yek, gava em di çarçoveya rojnamevaniya li Tirkiyeyê de li ser bisekinin, çapemeniya kurdî kevneşopiyeke ku Tirkiye hînî wê nebûye didomîne. Gava em di çaçroveya herêmê de binirxînin, rehên xwe disipêrin salên dûr û dirêj. Kevneşopiyeke sed salî ya bi rojnameya Kurdistanê dest pê kiriye heye. Bandorê li Tirkiyeyê jî dike. Lewma ev kevneşopiya çapemeniya azad ku di 30-40 salên dawî de dirûv girtiye, bi piranî piştî ku têkoşîna azadiyê ya kurd li sînorên Tirkiyeyê şax veda, ji nû ve li ser xwe sekinî." 
 
NUANSA AZADIYÊ
 
Kirkaya, anî ziman ku kevneşopiya çapemeniya kurdî li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurdistanê berbelav bûye û got: "Taybetmendiya karekterîstîk ya sereke ya vê kevneşopiyê ev e; yek, nuansa azadiyê esas digire. Di vê çarçoveyê de tevdigere. Ji bo vê bedêlên pir giran dan. Divê ev tenê bi navan û bedeldayînê neyê sînordarkirin. Bi azmûneya çapemeniya kurdî re sabît e. Tişta ku 40 sal in tîne ziman, çapemeniya Tirkiyeyê yan jî çapemeniya tirk piştî 20 salan anî zimên. Yanî hincetên ku 20 sal berê me anîn ziman û me bedêlên wê dan, çapemeniya Tirkiyeyê yan jî çapemeniya muxalif xwe di ber re diçerixîne. Lewma mirov dikare bibêje ku çapemeniya kurdî muxalif e. Di warê bilêvkirina azadiyê û xwedîderketina wê de pir radîkal e. Ez behsa radîkalbûyînek ziwa nakim. Destkeftiyeke bi bedêlan bi dest xistiye." 
 
‘ME TEXSÎR NEKIR'
 
Kirkaya, bibîr xist ku ji ber zexên li ser wan, binçavkirin û girtina wan li hêwanên dadgehan nerazîbûna xwe anîne ziman û got: "Me gotina xwe texsîr nekir." 
 
Kirkaya bal kişand ser armanca operasyonê jî û got: "Gava serê sibehê operasyona hat kirin me bal kişand ser çend xisûsên sereke. Ger li vê xakê çapemeniya kurdî bê tepisandin ev elameta komkujiyeke pir mezin e. Ji lew re em ji berê de bi vê dizanin. Gava hevalek dihat kuştin an jî berê xwe didan rojnameyên me û avahiyên rojnameyên me dihatin bombekirin û hewl didan çapemeniya kurdî bitepisînin, me dizanibû li paş vê tiştine din hene. Lewma em wisa difkirîn ku ji bo vê amadekariyan dikin." 
 
Kirkaya, bilêv kir ku piştî hatine binçavkirin bi 8 rojan li Roboskiyê 34 welatî bi balafirên şer hatine kuştin û got: "Yek, ev operasyonek wisa bû ku dengê gelê kurd, êş û azara gelê kurd negihê raya cîhanê. Dudo, heya wê çaxê niakribûn çapemeniya kurdî bitepisînin. Dixwestin bi operasyonek wisa mezin çapemeniya kurdî ji binî de bitepisînin û wê ji rewşa muxalifbûnê derînin. Sisê, belkî jî ya herî girîng ev be; di ser me re peyameke pir aşkere dan civaka Tirkiyeyê. Wê demê me vê operasyonê wekî operasyoneke li hemberî çapemeniya azad, ehlaqa rojnamevanê û her kesî nirxand çendî ku ên bedêl dan bûn jî. Ji wê rojê heya niha hema bibêje nimêja cenaze ji bo çapemeniya Tirkiyeyê hat kirin. Lewma ew bêdengiya ji bo operasyona li hemberî me, bû sedema atmosfereke kes nikare tiştekî bibêje." 
 
ÊN HEDEF NÎŞANDAN BÛN HEDEF
 
Kirkaya, destnîşan kir ku hemû kesên tiliya wan di vê operasyonê de hebûn paşê hemû bûne hedef. Kirkaya bibîr xist ku wê demê rojnameya Zamanê manşeta "Teror Prees" daye û paşê li hemberî wan jî operasyonê hatiye kirin. 
 
Kirkaya, destnîşan kir ku tevî hemû zext û çewisandinan jî çapemeniya kurdî paş de gav neavêtiye û got: "Ne operasyona duh hat kirin û ne jî yên ji niha û pê ve dê nikaribin bi çapemeniya kurdî paş de gav bidin avêtin. Ev ne pêkan e. Kesên xwe dixin bin barê vê kevneşopiyê, bi vê ferasetê dest pê dikin; bedêla vî karî heye. Lewma êriş tenê dê bikin ku feraseta van mirovan xurtir bibe. Dê xîreta ji bo têkoşînê gurtir bike." 
 
DERSÊ JI DÎROKÊ NAGIRIN
 
Rojnamevan Sadik Topaloglû, anî ziman ku ev di warê dîroka çapemeniya kurdî de ev operasyon operasyonek girîng e û armanca wê jî tepisandin û bêdengkirina çapemeniya kurdî bûye. Topaloglû got: "XWestin aşkerekirina heqîqetê bê astengkirin." 
 
Topaloglû, destnîşan kir ku armanca sereke ya operasyonê ji binî de bêdengkirina çapemeniya azad bûye. Topaloglû, bilêv kir ku bi vê operasyonê derketiye holê ku dewletê ders ji dîrokê negirtiye û got: "Ji lew re gava Ozgur Ulke hatibû bombekirin mirov bûbûn lehî û çûbûn rojnameyê. A din a rojê rojname bi manşeta 'Dê ev agir we jî bişewitîne!' derketibû. Gel rahiştibû rojnameyê û li kuçe û qadan belav kiribû." 
 
‘DAYIKÊN 60 SALÎ NÛÇE DINIVÎSANDIN' 
 
Topaloglû, ragihand ku gava operasyon çêbûye ew li DÎHA'yê dixebitî û diyar kir ku gava girtîbûn gelek kes ji dêvla wan nûçe çêkirine. Topaloglû got: "Kareya wêne ev bû; dayikên 60 salî di hundirê buroyê de, li ser komputerê nûçe dinivîsandin. Li qadê di dest wan de wênegir nûçe berhev dikirin. Atmosferek bi vî rengî hebû. Mirov qefle bi qefle berê xwe didan ajansê. Dikarim bibêjim ku ew wênegira me deqeyekê jî li erdê nema. Gava em di rojnameyan de çav bi van wêneyan ketin em hetsiyar bûn. Wê kêliyê min ji xwe re digot, 'Careke din hat pesendkirin ku kes nikare çapemeniya azad bitepisîne. Ji lew re çapemeniya azad hêza xwe ji gel digire." 
 
Topaloglû, destnîşan kir ku di dema vê operasyona ji bo qirkirina çapemeniya kurdî hat kirin de çapemeniya çepgir û soyaslît piştevaniya wan kiriye û got: "Saziyên muxalif nderiyên saziyên xwe li me vekirin. Nûçeyên werdigirtin bi me re parve dikirin. Yanî wan jî xwe xist bin vî barî." 
 
Topaloglû, bibîr xist ku rojnameya Zamanê û rojnameyên din ên nêzî cemaetê ew kiribûn hedef û got: "Hê em di bin çavan de bûn û haya me ji fezlekeyên derbarê me de tune bûn, fezleke di manşetên çapemeniya berbelav de bûn. Hevdîtinên me yên bi çavkaniyên nûçeyan re dihatin terorîzekirin. ÇApemenî di pozîsyona sûcdariyê de ma. Daraz jî tenê peywira kûkletiyê dikir." 
 
‘KXEZA TÛRNÛSOLÊ'
 
Topaloglû, diyar kir ku çapemeniya kurdî niha veguheriye kaxeza tûrnûsolê ya demokrasiya Tirkiyeyê û got: "Ji lew re çapemeniya kurdî bi nûçeyên xwe, bi rê û rêbaza xwe, bi helwesta xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê gelek rê li ber Tirkiyeyê xistine. Lê ev nehatin bikaranîn, hatin hebakirin an jî ber cihekî din ve hatine kişandin. Ev li hêlekê, lê cihê ku çapemeniya kurdî lê ye cihê heqîqetê ye. Niha jî çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê didomîne." 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin
15:15 DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:15 Doza Kobanê: Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe
14:01 Tedbîra kontrola edlî ya rojnamevan Demîr nehat rakirin
13:33 22 rojnamevan hatin beraetkirin
13:28 Testa koronayê ya girtiyê nexweş Ozkan cara duyemîn pozîtîf derket
13:26 Talîbanê nîvê saziyên çapameniyê girt
13:01 Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen hat girtin!
13:00 Parêzeran serlêdana Îmraliyê kir
12:32 Cara 11'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:02 68 saziyên jinan bang kir: Girtiya nexweş Aysel Tugluk berdin
11:47 Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin
11:28 ‘Çakûçê nijadperestiyê’ li serê kurdan dixin!
11:16 Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê
10:50 Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin
10:32 Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye
10:06 Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin
09:50 Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk
09:37 Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in
09:19 Serdana Nobeda Edaletê kirin: Dê ev agir me hemûyan bişewitîne
09:09 Hevseroka MA-TUHAYDER'ê: Divê her kes li ber binpêkirinên li girtîgehan rabe
09:09 Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin'
09:09 Nobeda Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:09 Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir
09:09 Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were
09:09 Dayika 55 salî ji bo azadî û aştiyê têdikoşe
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'AN
20/12/2021
20:40 DÎSK Basin Îş: Em dengê xwe bilind bikin
20:06 Di 77'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
17:12 Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence!
16:52 Parêzerên Garîbe Gezer îtîrazî biryara veşarî ya li ser lêpirsînê kirin
16:38 Li Amedê kesekî bi ser qereqola polîsan de girt
16:28 Cenazeyê Erkmen ê hat revandin li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin
15:56 Dayikên Aştiyê li Mêrdînê meşiyan: Êdî Bes e
15:56 Nobeta Edaletê: Divê em bibin dengê girtiyan
14:43 ÎHD: Bila faîlên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin
14:05 Sarikaya ji wezîfeya xwe îstîfa kir
14:05 Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin
13:53 Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin
13:17 Agahî ji cenazeyê Erkmen nayê girtin
13:13 Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin
13:01 HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê
12:56 Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin
11:33 Wêneyên bi kincên herêmî bûn sedema girtinê
11:25 Kekê Erkmen: Dewletê birayê min înfaz kir
11:20 Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye
10:53 Vê organîsyona îhaleyê 'bike wê Savci bike'!
10:09 Polîsan cenazeyê Erkmen revandin
09:52 Bêyî ku li benda parêzeran bisekinin otopsiya Erkmen kirin
09:26 Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyek jiyana xwe ji dest da
09:25 PDK 113 roj in cenazeyan nade
09:01 Niha jî bi şala xwe têkoşîna edaletê dide
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'AN
19/12/2021
21:43 Li Turkozuyê êrişek nijadperest: Kurdên heram, dê ev der bibe gora we
17:53 Nobeta Edaletê: Tecrîd civakê hedef digire
17:32 Li Hewlerê bîlançoya lehiyê giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
17:11 Li Rihayê banga kongreya ciwanan: Niha dema ciwanan e
16:50 Fîlmê "Dema Dirîreşkan" ji Festîvala Filman a Silêmaniyê hat vekişand
16:21 Zarok TV’yê frekansa xwe guhert
16:04 PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd jî girt
15:57 'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'
15:42 Wê li Rihayê mitînga "Niha Dema Edaletê" ye bê lidarxistin
15:34 Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike
15:24 Bîranîna Dayika Taybet: Dayika hemû Kurdistanê ye
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'