Bîranîna Dayika Taybet: Dayika hemû Kurdistanê ye

  • rojane
  • 15:24 19 Kanûn 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Dayika Taybet Înan li cihê ku lê hatibû kuştin hat bibîranîn. Di bîranînê de keça wê Halîme Înan axivî û got ku dayika wê dayika hemû Kurdistanê ye.
 
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, di qedexeya derketina derve ya sala 2015'an ku 38 rojan berdewam kiribû de Dayika Taybet Înan di roja 5'an a qedexeyê de bi tiyê xwe Yûsûf Înan re hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû hiştin. Di 6'emîn salvegera kuştina wê de Rêxistina HDP'ê ya Silopiyayê, Dayika Taybet li cihê ku lê hatibû kuştin bi bîr anî. ParlementerA HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê, endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî bîranînê bûn. 
 
Bîranîn bi deqîqeyek rezgirtinê dest pê kir û destpêkê Hevseroka HDP'ê ya Sîlopyayê Asûman Kûlter axivî. Kûlter, dayika Taybet bibîranî û got ku heta ku faîl bên cezakirin ew ê tebikoşin. 
 
'EDELET DI VÊ KOLANÊ DE MA' 
 
Piştre Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr, jî bi lêv kir ku qetilkirina dayika Taybet, nîşaneya dijminahiya bi gelê kurd re ye û wiha got:" Dayika Taybet bû rûmeta hemû gelê kurd. Yên ku dayika Taybet qetilkirin dijminê gelê kurd in. Ew kesên ku ev 6 sal in faîlên dayika Taybet aşkera nekirine jî dijminê gelê Kurd in. Kesên ku li ser bedena dayika Taybet polîtîkayên qirêj dan meşandin û komployan pêk tînin ew in dijminê gelê Kurd. 7 roj û 7 şev bedena dayika Taybet li kolanê ma. Ji wê rojê heta niha welat di tarîtiyê de ye. Heta niha jî di vê kolanê de ew taritî heye. Edeleta Tirkiyeyê li kolana ku dayika Taybet hatî qetilkirin de maye. Ev dewlet heger bixwaze ki bi gelê kurd re jiyanek ava bike, beriya her tiştî divê bi van komkujiyan re hevrû bibe. Ew kesên ku ev hovitî kirin niha Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Di cîhanê de mînaka vê tune ye. Qetlilkirina dayika Taybet nîşan dide ku ji bo kuştina te hewce nake ku tu endamê partiyekî yan jî rêxistinêkî bî, tu kurd bî bes e. Li ser qetilkirina dayika Taybet 6 sal derbas bûn, lêbelê me ji bîr nekir û em ê ji bir nekin."
 
'DAYIKA HEMÛ KURDISTANÊ YE'
 
Piştre li ser navê malbatê keça Înan, Halîme Înan axivî. Înan, diyar kir ku ew ê wê rojê tu caran ji bîr neke û ev tişt got : "Dayika min serhildêr bû. Dayika min tu caran ji bîra min naçe. Hebûna dayika min her tişt bû. Canê min û rihê min bi diya min re bû. Xwedê destê heval û hogiran bigihîne hevdû. Dayika min dayika hemû Kurdistanê ye. Serê me tevan saxbe."
 
Piştî axiftinan li ber wêneyê dayika Taybet qurnefîl hatin danîn. 
 
MALBATA SANIR JÎ HAT ZIYARETKIRIN
 
Piştre şandeya HDP'ê derbasî mala Mela Hesan Sanir ê ku di qedexeya derketina derve de ya navçeyê de li ser nimêjê hatibû kuştin. Li vir jî li ser navê şandeyê parlementer Îmîr axiftineke kurt kir û got ku heta kujerên wan bên ditin ew ê tebikoşin. 
 

Sernavên din

21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin
15:15 DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:15 Doza Kobanê: Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe
14:01 Tedbîra kontrola edlî ya rojnamevan Demîr nehat rakirin
13:33 22 rojnamevan hatin beraetkirin
13:28 Testa koronayê ya girtiyê nexweş Ozkan cara duyemîn pozîtîf derket
13:26 Talîbanê nîvê saziyên çapameniyê girt
13:01 Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen hat girtin!
13:00 Parêzeran serlêdana Îmraliyê kir
12:32 Cara 11'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:02 68 saziyên jinan bang kir: Girtiya nexweş Aysel Tugluk berdin
11:47 Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin
11:28 ‘Çakûçê nijadperestiyê’ li serê kurdan dixin!
11:16 Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê
10:50 Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin
10:32 Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye
10:06 Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin
09:50 Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk
09:37 Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in
09:19 Serdana Nobeda Edaletê kirin: Dê ev agir me hemûyan bişewitîne
09:09 Hevseroka MA-TUHAYDER'ê: Divê her kes li ber binpêkirinên li girtîgehan rabe
09:09 Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin'
09:09 Nobeda Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:09 Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir
09:09 Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were
09:09 Dayika 55 salî ji bo azadî û aştiyê têdikoşe
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'AN
20/12/2021
20:40 DÎSK Basin Îş: Em dengê xwe bilind bikin
20:06 Di 77'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
17:12 Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence!
16:52 Parêzerên Garîbe Gezer îtîrazî biryara veşarî ya li ser lêpirsînê kirin
16:38 Li Amedê kesekî bi ser qereqola polîsan de girt
16:28 Cenazeyê Erkmen ê hat revandin li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin
15:56 Dayikên Aştiyê li Mêrdînê meşiyan: Êdî Bes e
15:56 Nobeta Edaletê: Divê em bibin dengê girtiyan
14:43 ÎHD: Bila faîlên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin
14:05 Sarikaya ji wezîfeya xwe îstîfa kir
14:05 Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin
13:53 Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin
13:17 Agahî ji cenazeyê Erkmen nayê girtin
13:13 Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin
13:01 HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê
12:56 Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin
11:33 Wêneyên bi kincên herêmî bûn sedema girtinê
11:25 Kekê Erkmen: Dewletê birayê min înfaz kir
11:20 Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye
10:53 Vê organîsyona îhaleyê 'bike wê Savci bike'!
10:09 Polîsan cenazeyê Erkmen revandin
09:52 Bêyî ku li benda parêzeran bisekinin otopsiya Erkmen kirin
09:26 Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyek jiyana xwe ji dest da
09:25 PDK 113 roj in cenazeyan nade
09:01 Niha jî bi şala xwe têkoşîna edaletê dide
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'AN
19/12/2021
21:43 Li Turkozuyê êrişek nijadperest: Kurdên heram, dê ev der bibe gora we
17:53 Nobeta Edaletê: Tecrîd civakê hedef digire
17:32 Li Hewlerê bîlançoya lehiyê giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
17:11 Li Rihayê banga kongreya ciwanan: Niha dema ciwanan e
16:50 Fîlmê "Dema Dirîreşkan" ji Festîvala Filman a Silêmaniyê hat vekişand
16:21 Zarok TV’yê frekansa xwe guhert
16:04 PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd jî girt
15:57 'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'
15:42 Wê li Rihayê mitînga "Niha Dema Edaletê" ye bê lidarxistin
15:34 Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike
15:24 Bîranîna Dayika Taybet: Dayika hemû Kurdistanê ye
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'