EDENE - Komîsyona Girtîgeha a Şaxa ÎHD'ê ya Edenê, derbarê Komkujiya 19'ê Kanûnê de daxuyaniyek da û banga darizandina faîlên komkujiyê kir.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, derbarê 21'emîn salvegera Komkujiya 19'ê Kanûnê de daxuyaniyek da. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edenê Yakûp Ataş, şahidê Komkujiya 19'ê Kanûnê Hasan Çeper, endam û rêveberên Hewldana Piştevaniya Girtî û Korsakoffiyên Wernicke, Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Akdenîzê (AATUHAY-DER), Rêxistina HDP'a Edenê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edenê Yakûp Ataş, di daxuyaniyê de axivî. Ataş, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên girtîgehan ên îro û ji bo Komkujiya 19'ê Kanûnê jî banga darizandina faîlên komkujiyê kir.