Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ji bo di bingeha rêgezan de yekîtiyekê çêbikin wê serdana partiyên muxalefetê bikin û got: “Em ê sibê serdana Partiya Saadetê bikin. Hefteya pêşiya me jî em ê serdana serokên partiyên DEVA, Pêşeroj û CHP’ê bikin.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar da zanîn ku ew roj bi darybeyek nû hişyar dibin û got: “Ev darbe siyasî dibin, civakî dibin, aborî dibin lê roj nîne ku darbe nabe. Ev îqtidar xwe bi van darbeyan li ser piya digire. Xwe bi van rêbazan bi rê ve dibe. Duh bi şev darbeyek nû qewimî. Ev jî darbeya aboriyê ye. Di rojên dawî de dolar, Euro û zêr her ku diçe biha dibin. Lîreyê tirk jî nirxê xwe winda dike. Lê îqtidar bi israr polîtîkayên şaş ên aboriyê bi rê ve dibe. Vê îqtidarê ji xwe re rêbazek dîtiye. Tevahiya aboriyê xistine bin kontrola xwe. Lîreyê tirk û hemû aboriyê girêdane dovîzê. Ev kes îdia dikin ku xwecihî û xwemalî ne, lê niha jî hemû aboriyê girêdane pereyê biyanî. 
 
Navê vê tam mandateri ye. Ev îqtidar bi van leyîstikên xwe welat ber bi pergalek û statûyek mandaterî ve dibe. Lê em ê vê pergal û diziya wan li her derê eşkere bikin û hemû kirinên wan derxin holê.” 
 
Encama van polîtîkayên aboriyê yên vê desthilatdariyê feqîrtî, birçîbûn, xela û zilm e. Dibe ku vê modela wan dawî çend rojan li ber xwe bide lê ji bo çend rojan e. Wê ev modela wan pêk neyê.”
 
‘LI DIJÎ XELKÊ ŞER BI RÊ VE DIBIN’ 
 
Sancar destnîşan kir ku daxwaziya wan jî ew e ku modelek baş û dirûst a aboriyê were eşkerkirin û berjwendiyên gel esas were girtin û xizmeta hiqûqi demokrasiyê bike. Sancar got helbet ên ku viya bikin ew bi xwe ne û lê ev îqtidar nikare bike û ji bo aboriyê digotin ‘me şerê rizgariyê da destpêkirin’ lê ev gotina wan tê wateya ku li dijî gel şer bi rê ve dibin û vî şerê wan xelkê feqîr dike û birçî dihêle. 
 
‘DIVÊ EM BIBIN YEK Û LI BER RABIN’ 
 
Sancar anî ziman ku ew bi rêbaza hevgirtin û yekgirtinê dikarin rê li ber vî şerê li hember gel bigirin û ew dikarin bi tifaqa demokrasiyê ya herî mezin gelê xwe rizgar bikin û ji bilî vê tifaqê jî tu rêyek din nîne. Sancar da zanîn ku ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe her cûre leyîstok û şerê îqtidarê xera bikin û teqez wê tifaqa demokrasiyê bi ser bikeve. 
 
‘ÇAVKANIYA ZILMÊ ÎQTIDAR E’ 
 
Sancar destnîşan kir ku AKP çi dike jê re wek meşru tê dîtin û ev yek wê wisa dewam neke û ew ji bilî zilmê tiştek nakin û çavkaniya hemû zilmê îqtidar e. Sancar diyar kir ku ew wek HDP’ê armanca wan ew e ku bi heqîqetê bi rê ve bibin û her tiştî ji bo gel bikin û dawî li pêrgala derew, talan û xwînê bînin û bûne pêşengê vê têkoşînê. Sancar anî ziman ku îqtidar dixwaze faşîzma xwe sazûman bike lê ew ê destûr nedin vê faşîzmê.
 
DOZA PIRTÛKXANEYA ÛMÛDÊ 
 
Sancar bal kişand ser beraetkirina bersûcê Doza Pirtûkxaneya Ûmûdê ya Şemzînanê û sûcdar û kujer yek bi yek tên beraetkirin û ew ê ne Şemzînanê ne jî dozên din nedin jibîrkirin û wê rojek hesabê van leyîstikên tarî bipirsin. 
 
‘HER ROJ CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERDIKEVIN’  
 
Sancar bal kişand ser mirin û zext û îşkenceya li girtîgehan jî û got: “Girtîgeh veguherîne kampên komkirinê. Îşkence û binpêkirinên mafan serî rakirine û derketine erşê esman. Her roj cenazeyek nû ji girtîgehan derdikeve. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, nayên berdan. Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan. Ev awayê înfaza bêdarizandin e. Di çend rojên dawî de 7 cenaze ji girtîgehan derketin û dibe îro jî ev hejmar zêde bibe. Em ê li dijî îşkence û binpêkirina mafan têbikoşin.” 
 
HDP JI BO HER TIŞTÎ AMADE YE 
 
Sancar destnîşan kir ku divê ew di serî de li dijî polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd û hemû ferasetên ewlekariyê derkevin û heke pirsgirêka kurd bi şiklek demokratîk were çareserkirin, dê aştiyek mezin a civakî pêk were û hemû rê derkevin aştiyê. Sancar got tenê lihevkirin ango pêkanîna aştiyê dikare bêhnek fireh bide vê axa birîndarkirî. Sancar anî ziman ku ew bang li hemû hêzên demokrasiyê, însanên xwedî wîjdan û însanên baş dikin ku ji bo aştiyê bikevin tevgerê û mil bidin milê hev û tevgera aştiyê ya mezin ava bikin. Sancar got ew wek HDP’ê ji bo vê yekê amade ne û çi bikeve ser milê wan ew amade ne. 
 
‘SALA 2022’YAN SALA SERKEFTINÊ YE’ 
 
Sancar da zanîn ku ew dibêjin ‘Em HDP’yî ne û li her derê ne’ û wê vê kampanyaya xwe berdewam bikin û ew bi hêvî ne ku wê sala 2022’yan bibe sala serkeftina bi destê wan pêk were. Sancar destnîşan kir ku kêliyek jî dema ku ew winda bikin û dereng bimînin nîne û divê heyamên pêşiya wan bibe heyamên serkeftin û pêkanîna edaletê, aştiyê û demokrasiyê û azadiyê. 
 
SERDANA PARTIYÊN MUXALEFETÊ 
 
Sancar anî ziman ku divê ew keştiya aştiyê, edaletê û demokrasiyê bigihînin bendergehê û wiha got: “Ji sibê û pê ve em ê pêşniyarên xwe yên li ser xalên bingehîn ên di asta çar partiyan û hevserokatiyê de pêşkêşî aliyên opozîsyonê bikin. Sibe em ê bi hevseroka xwe Pervîn Buldan re serdana Partiya Saadetê bikin. Hefteya bê em ê bi serokên Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Gel a Komarî (CHP) re hevdîtin bikin. Vexwendname ji me tê, armanca me ew e ku di her warî de li dora prensîbên bingehîn yekîtiyê peyda bikin. Xewna me ya windakirina wextê tune ye. Mafê kesî nîne ku li qada lîstikê ya ku ji hêla desthilatdariyê ve hatiye damezrandin bimînin. Ev welat yê me hemûyan e. Em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. Wê sala 2022’yan bibe sala serkeftina me. Ez vê baweriyê bi rêzgirtin û hezkirin we hemûyan silav dikim.” 
 
 

Sernavên din

24/12/2021
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
15:21 Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir
15:04 Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:57 Ji ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’
14:07 Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’
13:42 Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin
13:42 Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin
13:17 Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir
13:07 Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin
13:06 Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin
11:38 Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin
11:05 Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin
10:16 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN
21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin