STENBOL - Derbarê meleyên ku ji ber xutbeya kurdî xwendibûn hatine girtin îdianame amade bû. Beriya ku îdianame pêşkêşî dadgehê û parêzeran were kirin, serwîsî "medya havûzê” hat kirin.
Serokê Komeleya Alimên Oldar (DÎAY-DER) Ekrem Baran jî di nav de 28 kes ku di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û DÎAY-DER’ê de li 3’ê tîrmehê li Stenbolê hatibûn binçavkirin. Ji van 28 kesan 9 kes ji aliyê dadgehê ji ber xwendina xutbeya kurdî hatibûn girtin. Derbarê van kesên girtî de piştî 6 mehan îdianame hat amadekirin.
BERIYA DADGEHÊ JI MEDYA HAVÛZÊ RE HAT ŞANDIN
Dozger beriya îdianameyê pêşkêşî dadgehê bike, serwîsî “medya havûzê” kir û mîna ku pêşkêşî dadgehê hatibe kirin nûçe çêkirin. Parêzerên dosyeyê destnîşan kirin ku hêj îdianame pêşkêşî dadgehê nehatiye kirin û beriya dosye bigihîje destê wan ji “medya havûzê” re hatiye şandin.
ÎDIANAME 335 RÛPEL E
Di medya havûzê de mele hedef hatin nîşandan. Hat diyarkirin ku îdianame ji 335 rûpelan pêk tê û mele bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên sûcdarkirin.