NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, bi lêv kir ku êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, têkildarî êrişa Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê ya li ser maleke Kobanê daxuyanî da. Mazlûm Ebdî, li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyanî da û wiha got: “Erişên hewayî yên Tirkiyeyê li dijî endamên rêxistinên ciwanan ên bajarê Kobanê ku di encamê de 5 endamên tevgera ciwanan şehîd bûn, berdewama dagirkirina doza kurd a li Sûriyeyê ye û îspata wê yekê ye ku ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê hedefgirtin.”
Mazlûm Ebdî di berewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku dawî li kiryarên Tirkiyeyê yên tirsandin û dijminahiya li dijî sivîlan bîne.”