Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…

  • rojane
  • 10:41 28 Kanûn 2021
  • |
img

EDENE - Xelîl Guneş tevî ku girtiyê nexweş bû jî nehat berdan û li girtîgehê hat kuştin. 29 sal li zindanan girtî ma û tu hêviyek ji serweran nekir. Êşên nava dilê xwe ji kesî re negot. Her tim ew têkoşîya û dikeniya. Dev li keniya wî ji bo hevrêyên wî dibû moral û kêfxweşî.

Xelîl Guneş (53) di nameyek xwe de wiha dibêje, “Ez li zindanê bi hebên tesbîhê salan dijmêrim. Û her weha nexweşiya vî temenî. Ji heval û dostran nede hîskirin bêyî ku ferq bikin. Ez li ber deriyên çewisandinê sînorên êşê derbas dikim. Li ber çavan ez baş digirim.” Bi gotina dayika wî, “Xelîl li ber çavan wî jiyana xwe ji dest da. Lê ew serbilind bû û bi rûmet bû…” 
 
Her kesê ku Xelîl nas dike peyva “Rûmetê” ji devê wê derdikeve. Parlamenterê HDP’ê yê berê Faysal Sariyildiz li Girtîgeha Amedê Xelîl Guneş nas dike. Sariyildiz jî ji bo Xelîl heman gotinan dike û dibêje, “Tevî ewqas êşên wî yên giran û êş dikişand jî lê qet û qet ji serweran hêvî nekir. Xelîl tevî ewqas êşên giran jî her tim dikeniya.” 
 
29 SAL DI GIRTÎGEHÊ DE MA 
 
Xelîl Guneş di sala 1992’an de tê girtin û li girtîgehê 29 sal şûn ve hat kuştin, ruhê wî yê zindî na laşê wî yê sar ango darbesta wî derket. Nexweşîna penceşêrê ango kansêrê lê ketibû. Ew di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digirt û tevî vê yekê jî nehat berdan. Li gel ku kansêra pişik û hestî pê re hebû jî her tim dihat sirgûnkirin. Di sala 2014’an de Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê rapora “nikare di hepsê de bimîne” da Xelîl Guneş. Saziya Tiba Edlî (ATK) berevajî vê rapora nexweşxaneyê rapora “dikare di hepsê de bimîne” da. Salek mabû ku Guneş were berdan lê li Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind li hucreya lê dima jiyana xwe ji dest da. 
 
 
'EZ Ê NEGIRÎM’ 
 
Me berê xwe da cem dayika Xelîl Guneş, Sedef Guneş. Ew li taxa Meydanê ya bi ser navçeya Seyhana Edeneyê dijî. Dayika wî Sedefê dibêje zarokatî û salên têkoşîna Xelîlê wê li vê taxê deras bûye û dibêje, “Min soz daye Xelîl ku ez ê negirîm.” 
 
JI PIRSÛSÊ YE 
 
Malbat Guneş ji ber hin sedemên cuda sê caran sirgûn dibe. Ji Pirsûsa Rihayê ewilî sirgûnî gundê Xurafa Semsûrê dibin û piştî çar salên li vir dîsa koç dike diçin taxa Kocavezîr a Seyhana Edeneyê û li vir bicih dibin. Xelîl li vê taxê tê dinê û pişt re ji ber zextên nijadpereset li du taxên din jî digerin û hêj ew heft heyşt salî bûye bi sirgûnî û koçberiyê re rûbirû maye. 
 
WEXTÊ XWE NAS DIKE 
 
Xelîl Guneş hêj 8 salî bûye bavê wî wefat dike û bi 5 xwişk û birayên xwe û dayika xwe re li vê taxê jiyana xwe didomînin. Li gorî ku dayika wî dibêje têkoşîna lawê wê Xelîl wextê wan ji taxa wan derdixin dest pêdike. Xelîl ji dayika xwe pirsên “em rastgir in an çepgir in” dike û dayika wî jê re dibêje, “em kurd in, lewma me ji taxê derdixin.” Ev gotin ji bo Guneş dibe destpêka têkoşînê û xwe nas dike. Dayika wî tîne ziman ku Xelîl serê xwe li ser kurdbûnê diêşîne û ewilî ji rêxistinbûna ciwanên taxê dest pê dike. Dema Xelîl Guneş dibe 13 salî polîs cara ewil bi ser mala wan de digirin. Di serdegirtina malê de polîs dibêjin, “Xelîl ciwanan ji bo PKK’ê bi rêxistin dike” û îfadeyên dayika wî digirin. 
 
 DI 21 SALIYA XWE DE BERÊ XWE DIDE ÇIYÊ 
 
Guneş dibistana seretayî, navîn û lîse li Edeneyê diqedîne û di 18 saliya xwe de Beşa Kîmya Fizîkê ya Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwazê qezend dike û piştî sê salan zanîngehê dixwîne vedigere Edeneyê. Xelîl ewilî xwişk û birayên xwe dibe cihek xwarinê dide wan ango wan diezimîne. Pişt re tên malê xwişk û birayên wî radikevin û ji dayika xwe re dibêje ku ew ê tevlî têkoşîna azadiya kurd bibe û ji bo vê yekê ji dayika xwe dixwaze ku destên wî hine bike. Dayika wî Sedefê daxwaza Xelîlê xwe naşikîne û hinê li destê wî dide û dotira rojê jî wî li otogarê dişîne. Dayika wî Sedefê got: “Min jê re got rêya te vekirîbe. Xatirên xwe ji min xwest û çû. Xelîl di 21 saliya xwe de tevlî PKK’ê bû.” 
 
VEDIGERE AMEDÊ 
 
Sedef Guneş anî ziman ku piştî ku lawê wê Xelîl salek li çiyê dimîne vedigere tê Amedê û li Amedê nêzî salekê xebat dike û di encama îxbarekê de tê girtin û wî dixin Zindana Amedê. Dayika wî Sedef wê serdemê wiha vedibêje, “Rojekê telefona me lêda. Min vekir ku Xelîl e. Keniya û ji min re got, ‘Ka rabe lawê te hatiye te bibîne’. Min jî jê re got hemin tu yê bihata, te bigota min ê taştê amade bikira. Ew jî keniya û got va ez li Amedê me û telefonê girt. Piştî demek dirêj ez hîn bûm ku Xelîl girtin e.” 
 
GOTINE MIRÎ YE Û WÎ RAKIRINE MORGÊ LÊ NEMIRIYE  
 
Di 13’ê sibata sala 1992’yan de tê girtin. Îşkenceyek mezin li Xelîl Guneş tê kirin. Di binçavan de tê gotin ku Xelîl mirî ye û wî radikin morgê. 36 rojan li morgê têh iştin. Bi awayek tesadufî hemşîreyek kurd ku li wir dixebite ferq dike ku Xelîl Guneş nemiriye û wî bi biskûvît û şîr xwedî dike û piştî çar rojan dayika wî Sedef Guneş tê. Dayika wî Sedefê wiha dibêje: “Çawa ez rewşa lawê xwe hîn bûm, rasterast çûm Amedê. Li morgê jinek ciwan dixebitî. Wezîfedara morgê bû. Jinek kurd bû. Ji min pirsî got tu li kî digerî. Min jê re got dibêjin ku Xelîl di îşkencexaneyê de hatiye kuştin û cenazeyê wî rakirine vir. Wê xebatkarê ji min re got, ‘Tu dayika hevalê Xelîl î?’ Min nebir morgê lê ew çû. Tu nabêjê lawê min ku digotin hatiye kuştin, nemiriye û rakirine morgê û dijî. Xebatkara wir piştî 36 rojan ferq dike kuz arîn ango inte inte mirovek tê û dibîne ku ew kes dijî û ji kesî re nabêje û Xelîl tedawî dike û xwedî dike. Pişt re ez hîn bûm Xelîl nemiriye, ez rabûm çem dozgeriyê û min daxwazname dan û gotin ku lawê min nemiriye. Gotin lawê te miriye. Min got lawê min sax e. Li ser vê yekê dozger li cihekî û heta ez ji dozgeriyê derketim çûm Xelîl ji morgê derxistine û birine Zindana Amedê.” 
 
WÎ LI GIRTÎGEHÊ DIBÎNE 
 
Guneş geşedanan pişt re qewimîn wiha vegot: “Saet di heştê sibehê de ez çûm girtîgehê. Min Xelîl li wir dît. Ji ber ku îeşkeneya giran lê kiribûn nikarîbû li ser piya bisekeniya. Hevalên wî ew amade kiribûn û anîbûn cihê hevdîtinê. Min Xelîlê xwe li wir dît. Ji min re got 'xem neke, ez rehet im'. Piştî wê ez sê caran çûm hevdîtina Xelîl.”
 
GIRTÎGEHÊN KU LÊ MAYE 
 
Sedef Guneş destnîşan kir ku lawê wê Xelîl di 29 salan de li 10 girtîgehan hatiye gerandin û ewilî li Amedê hatiye hiştin pişt re jî wî sewqî Girtîgeha Xelfetiya Rihayê dikin. Guneş anî ziman ku li girtîgeha Xelfetiyê gardiyanê îşkence li girtiyan ji aliyê Xelîl ve tê kuştin û pişt e jî wî sirgûnî Girtîgeha Xarpêtê dikin. Guneş diyar kir ku lawê wê li Girtîgeha Xarpêtê 45 rojan dikeve greva birçîbûnê û ji bo were tedawîkirin wî dişînin Girtîgeha Ulucanlara Enqereyê. Guneş anî ziman ku di dema tedawiyê de jî lawê wê Xelîl sirgûnî Girtîgeha Semsûrê, Girtîgeha Amedê, Girtîgeha Ceyana Edeneyê dikin û piştî Ceyhanê jî wî sirgûnî Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê dikin. Guneş da zanîn ku li ser daxwaza lawê wê vê carê wî dibin Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind. Guneş got lawê wê heta roja ku koça dawî bike bi qasî 15 salan li Girtîgeha Amedê hat hiştin. 
 
‘DILÊ WÎ JI BO AMEDÊ LÊ DIDA’ 
 
Dayika Sedef Guneş der barê lawê xwe Xelîl de wiha got: “Xelîl ji bo Amedê dimir, dilê wî ji bo Amedê lê dida. Wî qet nedixwest ji Amedê veqete. Mala Xelîl her tim girtîgeh bû. Wijdanê min rihet e. Xelîl ev 34 sal in ji vê malê derketiye. 29 sal in di girtîgehê de ye. Salek mabû Xelîl derkeve. Em li benda hatina Xelîl bûn. Wê xelîl di 26ê kanûna 2022’yan de derketa. Lê ez qurbana wî me. Cenazeyê wî bi ser min ve hat. Di dawiyê de hat lê cenazeyê wî hat.” 
 
SARIYILDIZ: LIGEL ÊŞÊ JÎ DIKENIYA 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz di sala 2012’an de li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê Xelîl Guneş nas dike. Sariyildiz qala bîranînên xwe û Xelîl Guneş kir û destnîşan kir ku dema wan nû hev nas kir her tim serûm di milên Xelîl de bûn û ji ber kansêra hestiyan lê peyda bûbû gelek êşên wî giran hebûn. Sariyildiz ji bo Xelîl Guneş wiha dibêje, “Meriv êşên ku Xelîl dikişand di awir û qurmiçkên serûçavên wî de didît. Lê tevî vê êşa giran jî her tim bişîrînek li serûçavê wî hebûn. Tevî vê êşa giran û kambax her tim dikeniya.” 
 
‘BEHREK BÛ’ 
 
Sariyildiz anî ziman ku Xelîl Guneş rastiya dewletê ji her kesî baştir dizanibû û di her axaftinên xwe de digot ku tu baweriya wî bi edaleta dewletê nayê. Sariyildiz destnîşan kir ku Xelîl ji bo wan pêşeng bû û wiha got: “Xelîl ji bo me berhek bû. Her tim digot ez vê dewletê baş nas dikim. Tu hêviya min jê nîne. Dewlet ji bo me tiştekî nake. Dema wisa digot jî meriv tu bêhêviyek û bêmoraliyek jî li serûçavê wî nedidît. Her tim digot wê têkoşîna gel me xilas bike, me ji vir derxe. Her tim bendewariya wî gel bû. Diyar dikir ku guhertinek çêbibe jî wê bi têkoşîna azadiyê pêk were.” 
 
‘KÊLÎ BI KÊLÎ ÊŞ KIŞAND Û HAT QETILKIRIN’ 
 
Sariyildiz di dawiyê de ji bo Xelîl Guneş wiha got: “Dema diaxivî hema meriv dixwest lê guhdar bike û lê temaşe bike. Piştî her axaftina wî min wî hembêz dikir. Wî wisa bidilgermiyek mirovan hembêz dikir, pir ji dil bû. Ew her tim beriya xwe bifikire, hevalên xwe difikirî. Pir ji hevalan hez dikir. Ewqas êş dikişand jî lê qet rojek jî negot hevalno, hevalo ez diêşim. Gilî û gazinên xwe nekir. Bifikirin ez qala sala 2012’an dikim. Nexwe hevalê Xelîl her roj her kêlî êş kişandiye û hat qetilkirin. Di nameyan de qet qala êşa xwe nedikir. Tu hêvî û bendewariya wî ji serweran tune bû. Tu carî gazî û hawar nekir. Li hember gel jî hestiyarî tevenegeriya. Bi bêdengiyê kêlî bi kêlî êş kişand û şehîd bû. Mirovek wisa bi rûmet bû.” 
 
MA / Cemîl Ûgûr - Selman Guzelyuz  
 

Sernavên din

28/12/2021
13:27 Di 25 salan de 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
13:27 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 HDP’ê serdana Partiya DEVA’yê kir: Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were
12:24 Parêzeran giliyê rêveberiya Girtîgeha Kandirayê kirin
12:04 Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke
11:53 Serdozgeriyê îtîrazî biryara beraeta nûçegihanê me Aslan kir
11:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 295’an de ye
11:01 Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne
10:41 Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…
09:11 ‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
09:02 Wesiyeta roboskiyiyên ku bêyî edalet pêk bê jiyana xwe ji dest dan: Hesab bipirsin
09:02 Li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye
09:02 Dayika girtî: Zarokên me bînin girtîgehên nêzî me
09:02 Ji bo endamên DÎAY-DER'ê serî li AYM'ê dan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'AN
27/12/2021
18:36 Bûldan: Heya hilbijartina pêşwext pêdivî bi dewreke derbasbûyînê heye
17:20 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan didome
17:16 Gunay: Tevî dekûdolaban jî gelê Cizîrê li ber xwe dide
16:53 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
16:25 Jinan serdana Nobeta Edaletê kirin
16:19 ‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’
15:57 Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye
15:48 Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin
15:27 Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin!
15:10 Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
14:54 HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî
14:23 Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
12:54 Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê
12:27 Hêzên Iraqê hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
11:56 ‘Momo’ êdî bi kurdî ye
11:49 Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin
11:27 Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî
11:27 Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin
10:17 Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye
09:56 Hejmara kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an
09:56 Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand
09:00 Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan
09:00 Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire
09:00 Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN
26/12/2021
19:42 Piştî 30 salan hat berdan
18:03 Nobeta Edaletê ya Amedê: Heta daxwaz bên qebûlkirin em ê di nobetê de bin
17:32 Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin
17:23 Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin
10:27 Dest danîn ser daxwaznameyên girtiyen serî wî şikandin
09:08 Cerdevanên roja komkujiyê çek danîn: Operasyon komkujiyê tînin bîra me
09:05 Rêxistinên jinan: Em ê di 29'ê Kanûnê de li danişîna Poyrazê bin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin
09:02 Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye
09:01 Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'AN
25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin