Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne

  • rojane
  • 11:01 28 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Rêxistinên Tenduristiyê yên Amedê, diyar kirin ku ATK ya ku têkildarî girtiyên nexweş raporên “dikarin li girtîgehan bimînin” dide, li gor rêgezê bijîjktiya gerdûnî tevnagerin. 
 
Mirinên ji ber tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dikin. Ji 12’ê Mijdarê ve 5 jê nexweş cenazeyê 6 girtiyan ji girtîgehan derket. Tevî mirinên çêdibin jî saziyên rayedar tu gavan naavêjin. Berovajiyê wê, berdana girtiyan bi hêceta raporên Saziya Tiba Edlî yên “dikarin li girtîgehê de bimînin” û nêrînên Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehan tê astengkirin. 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Amedê Şiyar Guldîken û Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran, astengkirina berdana girtiyên nexweş a tevî tenduristiya wan a nebaş nirxandin.
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ 
 
Hevserokê Şaxa SES’a Amedê Şiyar Guldîken, bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên zext ên desthilatê welat vegeriyaye “girtîgeha nîv vekirî” û anî ziman ku zextên herî zêde li girtîgehan pêk tên. Gultekîn, diyar kir ku tiştên girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî jiyan rewşa li girtîgehan kurteber dike û wiha got: “Li dijî girtiyan nêzîkatiyên ku li tu devera cîhanê neyên dîtin hene. Girtiyekî 83 salî divê bê şik û guman were berdan. Divê dermankirina girtiyên nexweş ên giran jî were kirin. Ne gengaz e ku girtiyên nexweş ên giran li girtîgehê werin dermankirin. Ji ber vê yekê xwe gihandina tenduristiyê ya girtiyekî nexweş ê temen mezin hatiye astengkirin. Bi awayekî aşkera ev yek hiqûqa dijminatiyê ye.”
 
‘SÛC TÊ KIRIN’
 
Guldîken, bal kişand ser berpirsyartiya ATK’ê ya li ser mirinên çêdibin û bi lêv kir ku ATK li gor daxwaza desthilatê tevdigere. Guldîken, bal kişand ser mirinên di hucreyên li girtîgehan de û wiha berdewam kir: “Bi awayekî aşkere îhmal heye. Jiyana xwe ji dest dana 7-8 girtiyan a di hucreyê de, weke faîl dewletê nîşan dide. Navê vê sedema mirinê ye. Ew kesên îro vê hêzê bikartînin esas sûc dikin. Wê li pêş qanûnê hesabê bidin. Divê vê bizanin. Wê ev desthilata tarî heta dawiyê berdewam neke.”
 
NOBETÊN EDALETÊ 
 
Guldîken, bi lêv kir ku li dijî tiştên diqewimin, hemû beşên civakê li her qadê li edaletê digerin û wiha pê de çû: “Malbata Şenyaşar li Rihayê malbatên girtiyan li Amed û Wanê ji bo edaletê nobetan digirin. Ev çalakî girîng in. Tenê ne ji bo girtiyan ji bo ku ev taritî ronî bibe ev çalakî gelek girîng in. Divê hemû saziyên tenduristiyê û rêxistinê pîşe û kedê xwedî lê derkevin. Divê temamî civakê xwedî lê derkeve. Eger em piştgiriyê bidin wan, eger em di nava piştgiriyê de bin, em dikarin bikin ku lêgerîna edaletê veguhere hêviyê.” 
 
BIRÎNA WELAT A NAYÊ KEWANDIN
 
Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran jî diyar kir ku girtîgeh “birîna welat a nayê kewandinin” û wiha got: “Ev birîn bi mirinê encam digire. Me dît ku girtiyan di hucreyê de jiyana xwe ji dest dan. Hucre, rêbaza tecrîd û îşkenceyê ye.” Tûran, dazanîn ku girtî û malbatên wan xwe gihandine wan, ji binpêkirinên mafan agahdar in û wiha berdewam kir: “Yek ji van binpêkirinan jî binpêkirina xwegihandina xizmeta tenduristiyê ye. Mafê tenduristiyê parçeyek ji mafê jiyanê ye. Me din ava 10 rojên dawî de ev yek bi zelalî dît. Binpêkirina mafên tenduristiyê dibe sedema binpêkirina mafan a li jiyanê. Heke mirov xwe nikare bigihîne tenduristiyê nexweşî dikare bigihe asteke bilindtir û bi mirinê encam bibe. Girtiyên li girtîgehan tenê ji mafên xwe yên azadiyê bêpar nehatine hiştin. Di belgeyên navneteweyî de tê gotin ku nêzîkatiya mirovane ya li hemberî girtiyan mijareke mafên mirovan e. Di vê wateyê de divê girtî ji paqijî, ava paqij, xwarina bi dil û xwegihandina tenduristiyê bêpar nemînin. Heke vedigere mûameleya xerab û îşkenceyê.”
 
HELWESTA ATK’Ê
 
Tûran, destnîşan kir ku nezîkatiya ATK’ê ku raporên “dikarin li girtîgehan bimînin” dide, ne li gor rêgezên bijîjktiya gerdûnî ye û wiha axivî: “Şaxa Zanîsta Tiba Edlî ya Kocaeliyê ji bo girtiya nexweş a giran Aysel Tûglûk rapora ‘nikare li girtîgehê bimîne’ da. Lê ATK’ê berovajiyê vê biryar da. Di raporê de hat diyarkirin ku nîşaneyên demans ên Tûglûkê hene. Ji ber nexweşiya demansê bandorê li fonksiyonên wê yên zanînê dike, tê wê wateyê ku mirov nikare aktîvîteyên xwe yên rojane bike. Ji ber ku hiş windakirin dibe sedemê guhertina kesayet û tevliheviya mejiyê mirov. Ji ber fonksiyonên derûnî kêm bûne, dibe ku nikaribe rojane çalakiyên xwe bike. Ji bo vê yekê divê mirov piştgiriya mekanîzmeyeke xurt bigire. Divê ji malbat û derdora xwe piştgiriyê bigire. Dema em li raporên demên dawî dinerin, dikarin bêjin ATK li gor nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tevnagere.” Tûran, xwest ku girtî li nexweşxaneyên derve werin dermankirin û rêxistinên girseyî yên demokratîk berpirsyartiyê bigirin. 
 
MA / Ergîn Çağlar
 

Sernavên din

28/12/2021
13:27 Di 25 salan de 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
13:27 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 HDP’ê serdana Partiya DEVA’yê kir: Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were
12:24 Parêzeran giliyê rêveberiya Girtîgeha Kandirayê kirin
12:04 Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke
11:53 Serdozgeriyê îtîrazî biryara beraeta nûçegihanê me Aslan kir
11:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 295’an de ye
11:01 Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne
10:41 Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…
09:11 ‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
09:02 Wesiyeta roboskiyiyên ku bêyî edalet pêk bê jiyana xwe ji dest dan: Hesab bipirsin
09:02 Li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye
09:02 Dayika girtî: Zarokên me bînin girtîgehên nêzî me
09:02 Ji bo endamên DÎAY-DER'ê serî li AYM'ê dan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'AN
27/12/2021
18:36 Bûldan: Heya hilbijartina pêşwext pêdivî bi dewreke derbasbûyînê heye
17:20 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan didome
17:16 Gunay: Tevî dekûdolaban jî gelê Cizîrê li ber xwe dide
16:53 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
16:25 Jinan serdana Nobeta Edaletê kirin
16:19 ‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’
15:57 Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye
15:48 Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin
15:27 Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin!
15:10 Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
14:54 HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî
14:23 Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
12:54 Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê
12:27 Hêzên Iraqê hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
11:56 ‘Momo’ êdî bi kurdî ye
11:49 Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin
11:27 Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî
11:27 Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin
10:17 Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye
09:56 Hejmara kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an
09:56 Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand
09:00 Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan
09:00 Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire
09:00 Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN
26/12/2021
19:42 Piştî 30 salan hat berdan
18:03 Nobeta Edaletê ya Amedê: Heta daxwaz bên qebûlkirin em ê di nobetê de bin
17:32 Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin
17:23 Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin
10:27 Dest danîn ser daxwaznameyên girtiyen serî wî şikandin
09:08 Cerdevanên roja komkujiyê çek danîn: Operasyon komkujiyê tînin bîra me
09:05 Rêxistinên jinan: Em ê di 29'ê Kanûnê de li danişîna Poyrazê bin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin
09:02 Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye
09:01 Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'AN
25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin