WAN – Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku li Baroya Wanê dan destpêkirin, di roja 20'an de didome.
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Wanê dan destpêkirin di roja 20'an de didome. Jinên di rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de yên Erdîş, Mûradiye û Çardêranê serdana malbatên di nobedê de kirin. Hevseroka HDP'a Çardêranê Gonul Ûzûnay ku di serdanê de axivî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin.
BANGAWAZÎ
Ûzûnay, destnîşan kir ku her diçe li seranserê welêt tecrîd zêdetir dibe û ji ber vê li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne. Ûzûnay, bang li raya giştî kir ku ji bo girtiyên nexweş tevbigere û got: "Girtî di şertên herî giran de jî li ber xwe didin. Lê em li derve xwedî ev qas derfetan e lê bêdeng in. Demildest divê ev bêdengî bi dawî bibe û her kes ji bo azadiya girtiyan dengê xwe bilind bike."
‘EM Ê BI SER BIKEVIN'
Aslihan Tîmûr a di nobedê de diyar kir ku serdanên gel moralê wa baştir dike û got: "20 roj qediyan, lê em yeqîn dikin ku em ê bi ser bikevin."