Ew lehengek bû!

  • rojane
  • 09:18 29 Kanûn 2021
  • |
img

QERS - Vedat Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, ji zarokatiya xwe ve serî li ber zext û zoriyan etwandiye û li dor têkoşînê bûye xelek û berê xwe daye çiyê. Dêya wî got: "Ew lehengek bû." 

Di demên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê 5 jê girtiyên nexweş, 2 jê bi awayekî gumanbar 7 girtî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji vana jî Vedat Erkmen bû. Erkmen, di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de bû û di 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê Vedat Erkmen ê 39 salî ji Stenbolê anîbû Qersê. Di 21'ê Kanûnê de li bajaroka Bazarcixê ya navçeya Dîgor a Qersê, polîsan nehiştibû malbat cenazeyê Erkmen bibe mizgeftê û selaya wî bê xwendin. Cenaze di bin dorpêça polîsan de hatibû definkirin. 
 
DI 2002'YAN DE TEVLÊ BÛ
 
Vedat Erkmen ji 13 xwişk û birayan ê herî biçûk bûye. Di saka 1983'yan de hatiye dinê. Piştî dibistana navîn kuta kiriye, dev ji dibistanê berdaye. Piştî dev ji dibistanê berdaye şivantî kiriye û li ser înşeatan şixuliye. Lê ji ber tahde û zilma li gelê kurd, di sala 2002'yan de berê xwe daye çiyê û tevli PKK'ê bûye. 
 
‘EZ LI SER NAVÊ PKK'Ê LI VIRA ME'
 
Erkmen, di sala 2012'an de li Erziromê di qezayeke wesayîtê de birîndar bûye û bi birîndarî hatiye binçavkirin. Paşê sewqî dadgehê tê kirin û li Erziromê li dadgehê bi kurdî parastina xwe dike. Erkemen, li dadgehê tim dibêje ew kadroyeke PKK'ê ye û dê parastina xwe jî li gor wê bike. Di danişîna beriya biryardayînê de jî qedereke dirêj ew û heyeta dadgehê dikevin qirika hev. Di 6'ê Sibata 2013'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Erziromê, gava dibêje "Ez komploya 15'ê Sibatê ya li Rêber Abdullah Ocalan hatiye kirin şermezar dikim" heyeta dadgehê Erkmen hişyar dike û dibêje parastina ku ew dike sûc e. Erkemen jî dibêje, "Ez parastina xwe bi kurdî dikim, propagandayê nakim. Ez kadroyekî PKK'ê me. Ez li ser navê Rêxistinê li vira me." Piştî vê careke din gotina wî tê birîn. Vê carê jî dibêje, "Ez kadroyeke PKK'ê me û ez ê parastina xwe bi vî awayî bikim." 
 
Di dawiya darizandinê de 3 caran cezayê muebeda giran û 374 sal cezayê girtîgehê li Erkmen tê birîn. 
 
MALBATÊ BEHSA VEDAT KIR
 
3 birayên Erkmen ku di temenên biçûk de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bala wan kişandiye û bandor ji têkoşîna birayê xwe girtine, di wextine cuda de tên binçavkirin û girtine. Ferdên malbata Erkemne behsa têkoşîn û jiyana Vedat Erkmen kirin. 
 
LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE DA
 
Dayik Gogercîn Erkmen a 70 salî, diyar kir ku kurê wê Erkmen xwedî kesayeteke xyrt bûye û got: "Vedat wekî sahabeyan bû. Ew lehengek bû." 
 
Dayik Erkmen, anî ziman ku di nav zarokên wê de kurê wê yê herî cuda Vedat bûye û got: "Derdorê hemû ji kurê min hez dikir. Tahde li kesî nedikir. Kurê min li ber zilmê serî netewand. Me jî wekî wî serî netewand." 
 
Birayê wî Sayim Erkmen ê 45 salî jî destnîşan kir ku bandor ji têkoşîna birayê xwe girtiye. Bira Erkmen, bilêv kir ku ji ber xebatên kirine di sala 2010'an de bi sûcê "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û di sala 2017'an de ji Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê derketiye. Erkmen got: "Bi saya birayê xwe bêtir serwext bûê. Hîn bêtir bi awayekî çalak tevli nav xebatan bûm." 
 
SERÎ NETEWAND
 
Erkmen, da zanîn ku birayê wî Vedat ji zarokatiya xwe ve kesekî livdar bûye û got: "Kesekî jîr bû, lê dibistan bala wî nedikişand. Lewma piştî dibistana navîn hew xwend. Ji zarokatiya xwe ve li ser înşeatan xebitî. Kesekî wêrek bû. Gava zarok bû jî li gund tim li ber neheqiyê radibû. Gava zarok bû jî li ber neheqiyê serî neditewand." 
 
GOTIYE 'WÊ MIN BIKUJIN'
 
Erkmen, bilêv kir ku birayê wî ne ew kes bû ku xwe bikuje û got: "Hevalên Vedat ên girtî telefonî malbatên xwe kirine. Gotine, Vedat ji wan re gotiye 'Mehek e zêde tahdê li min dikin. Wê min bikujin. Ez ê bimirim. Bila malbata min cenazeyê min, li goristana li zora gund defin bikin.' Haya me ji vê tune bû, lê bi tesadufî me ew li wir defin kir." 
 
‘EM BI HEV RE DIXEBITÎN'
 
Erkmen, bibîr xist ku ew û Vedat tim bi hev re diçûn Stenbolê dixebitîn û got: "VEdat, 15 salî wan bû. Zivistan bû. Wê çaxê kar tune bû. Cihekî em lê bimînin jî tune bû. Em 5-6 kes li maleke ezêban diman. Heqê nan bi dest me nediket. Carinan gava ez dihatim malê dikeniya. Di wî umrî de jî vîna wî ew qasî xurt bû. Birçîbûn, bêperetî, betalî tu tişt tesîr lê nedikir." 
 
‘MIZGEFT BÛNE MALÊN KESAN'
 
Erkmen, anî ziman ku tim diçû girtîgehê cem birayê xwe Vedat û her cara ku çûye jî moralê birayê wî pir baş bûye û got: "Tim digot; 'Min daye ser vê rêyê û ez ê heya dawî li ser vê rêyê bim.' Tu carî ne bi gilî û gazinc bû." 
 
Bira Erkmen, bibîr xist ku polîsan nehiştiye ku wecîbeyên dînî yên cenazeyê birayê wî pêk bînin û got: "Mizgeft malên Xwedê ne, lê niha bûne malên kesan." Erkmen, bal kişand ser tahdeya ku li girtiyan tê kirin û got: "Tahdeyeke mezin li hevalên girtî tê kirin. Civak divê dengê xwe bilind bike. Ji bo mirin rû nedin divê malbat hesastir bin."
 
‘YEKÎ PIR WÊREK BÛ'
 
Bira Naîm Erkmen (44) jî ku bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê" 2 salan di Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê de maye got: "Wêrekiya koran bi hevlê Vedta re hebû. Kesekî pir wêrek bû. Hê di zarokatiya xwe de ev rê dabû ber xwe. 100 sal derbas bûbûna jî dê li ser vê rêyê bûna." 
 
Erkmen, behsa bîranînek xwe û birayê xwe Vedat kir: "Vedat, di zarokatiya xwe de şivantî dikir. Rojekê heywan winda bûbûn. Em û gundiyan şev nîvê şevê em li heywanan geriyan. Em 5 kes bi hev re li heywanan digeriyan, lê birayê min Vedat bi tena serê xwe li wan digeriya. Kesekî pir wêrek bû." 
 
‘PÊŞENGTIYA ME DIKIR'
 
Bira Erkmen, destnîşan kir ku birayê wî Vedat ji ber ku neheqî qebûl ned8ikir tevli nav têkoşîna azadiyê bûye û got: "Gava biçûk bû me jê re digot, 'Tu biçûkê me yî, em ê xênî ji te re çêbikin.' Digot, 'Tahbê nebînin, xênî çênekin. Ji lew re ez ê li cem we nemînim.' Jixwe me pir ehv nedît. 20 sal bûn çûbû. Bi vî awayî hat gund. Ê ku pêşengtiya me dikir jî ew bû. Em jî di girtîgehê de man, lê hevalên wekî Vedat xwe nakujin. Em yeqîn nakin ku xwe kuştibe." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç

Sernavên din

31/12/2021
15:41 Jinan rojbûna Denîz Poyraz pîroz kirin
15:33 Forûma Çandê ya Almanyayê ji bo Tûglûk kampanya da destpêkirin
14:32 MEBYA-DER: Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin
14:32 Dibe ku ji bo Yasîn Eneç jî bibêjin 'întihar' kiriye
14:16 Li Girtîgeha Şirnexê xwarin û nivîn nedan Mela Kasim
13:22 Malbata Şenyaşar: Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav
13:14 4 girtî hatin sewqkirin
12:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:44 Kepçe ketin Birca Belek
11:56 Li Wargeha Xwendekarên Mêr a Çewligê mirina biguman
11:49 Nebûna ceyranê bû sedema mirina zarokekî din jî
10:39 Sutçuyê êrişî HDP’ê kir wê sewqî edliyeyê were kirin
09:58 Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser: Em ê çareseriyê bi rêveberiya Şamê re pêk bînin
09:11 Piştî şêniyên taxê nehişt xanî bên xerakirin DEDAŞ'ê xistin dewrê!
09:07 Wezareta Dadê serlêdana ji bo Ocalan nebersivand
09:06 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin
09:05 Lîstikvana îranî ya bi Metooyê dengê xwe ragihand: Hê em ê gelek tiştan ji rojavayê hîn bibin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê
08:14 12 kesên hatin binçavkirin hatin berdan
30/12/2021
17:04 Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Heta ku encam bigire em ê bidomînin
16:44 Li Kaniya Xezalan cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:40 Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên di hepsê malê de vekirin
16:39 Baroya Amedê: Girtîgeha bûne 'navendên îşkenceyê'
16:38 Îdianameya DÎAYDER’ê hat qebûlkirin
16:36 TÎP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:32 Girtiya ku bû şahidê mirina Gezer dest bi greva birçîbûnê kir
15:22 Tenduristvanên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 MEBYA - DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:38 DÎB’ê ji bo Aysel Tûglûk ji Wezareta Dadê re faks şand
14:10 Di Doza Kobanê ku parêzer tevlî nebûn de gazinker hat guhdarkirin
14:05 Parlementerê Danîmarkayî: Em ê doza Poyrazê bibin Konseya Ewropayê
13:32 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:31 Serdar Îzol: Bi kuştinê gef li min xwarin
13:13 Egîtîm Senê serdana malbata Şenyaşar kir
12:49 28 girtî 3 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:20 Malbata Şenyaşar: Kesên bêdeng dimînin hevkarê komkujiyê ne
12:20 Bîlançoya salekê ya êrişên Tirkiyeyê
11:36 Li Şirnexê 62 gund ji gel re qedexe ji cerdevanan re serbest in
11:31 Dest û lingên girtî girêdan û lêgerîna tazî lê kirin
11:13 Jeffrey: Komên girêdayî Tirkiyeyê sûcên şer kirin
11:06 Ji gardiyanan ji bo girtî: Edalet heye ku mafê te hebe
11:05 Faîlê tecawizê yê biunîforma dîsa hat berdan
09:53 Dîlmeç: Dê tecrîda Îmraliyê bi têkoşîneke hevpar bê şikandin
09:13 Çekên kîmyewî tên bincilkirin
09:13 ‘Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekevin'
09:13 Ormanli: Divê li girtîgehan desteyên serbixwe bên avakirin
09:12 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê tevbigere!
09:12 Bi kuştinê gef li girtiyê ku binpêkirinên li girtîgehê ragihandin xwarin
09:12 Parêzerên Ocalan li HSK'ê giliyê dadger û dozgeran kirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2021'Ê
29/12/2021
17:49 Danişîna doza Denîz Poyraz taloq kirin
17:13 Doza Denîz Poyraz: Kesê bi kujer re çûye hotêlê li Enqereyê polîstiyê dike
17:12 Qeyûm navê Parka Vedat Aydin guherand
16:41 Biryara veşarî danîn ser dosyeya lêpirsîna êrişkar Sutçu
16:41 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Girtiyên nexweş berdin
15:53 Berteka li dijî êrişa li ser HDP'ê: Çi dikin bila bikin çûndox in
15:52 Leşkerên li Sûriyê li kujer Gencer geriyan e!
15:41 Nobeta Edaletê di roja 44’emîn de ye
15:35 Ji bo kujerê li Suriyeyê hat perwerdekirin biryara ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ hat dayîn
14:59 OHD û TÛAY-DER: Divê li Îmraliyê lêkolîn bê kirin
14:55 Di doza Denîz Poyraz de xirecir derket: Kujer dê hesab bidin gel
14:24 Ji ber ‘heqareta li dozger’ lêpirsîn li Erbîl vekirin
14:02 Malbatên 9 koçberên Rojhilatî li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
13:39 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin
13:16 Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq têlan dikişîne
12:43 Cenazeyê penaberê avêtibûn Çemê Merîçê li Goristana Kilyosê derket holê
12:31 Doza Denîz Poyraz dest pê kir
12:05 Fehîme Poyraz: Ev doza gelê kurd e
11:58 Jinan ji bo Denîz Poyraz edalet xwestin
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn
09:18 ‘Bi girtîgehan dixwazin civakê dîzayn bikin'
09:18 Zemên tên kirin tahm di nanê tenûrê de jî nehiştine!
09:18 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo tedbîrê serî li AYM'ê da
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2021'AN
07:56 Nasnameya kesê êriş bir ser HDP'ê diyar bû
28/12/2021
21:22 Sancar: Berpirsê sereke yê êrişê Wezîrê Karên Navxweyî ye
19:19 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Karaman hat girtin
18:34 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 20'an de ye
16:59 Êrişa li dijî HDP’a Bahçelîevlerê hat şermezarkirin: Em natirsin
16:55 Dayikên Aştiyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Li Basayê jinek hat binçavkirin
16:22 Sancar diçe serdana avahiya HDP’a Bahçelîevlerê
16:18 HDP’ê serdana CHP’ê kir: Me pêşniyaza hilbijartina pêşwext pêşkêşî CHP’ê kir
16:01 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yildiz hat bibîranîn
15:53 Leyla Guven ji bo Nobeda Edaletê peyam şand: Em ji bo girtiyan bikevin tevgerê
15:27 Girtiyê nexweş Ayik: Zext berdewam bikin wê cenaze ji girtîgehan derkevin
15:25 34 qurbanî li gelek navendan hatin bibîranîn: Rêya Edaletê di Roboskî de derbas dibe
14:56 Li Antalyayê 12 kes hatin binçavkirin
14:15 Li Stenbolê li dijî avahiya HDP’ê êrişa çekdarî pêk hat: Du endamên partiyê birîndar bûn
14:09 Di Doza Kobanê de muştekî bi nakokî axivîn
14:07 Danişîna doza Denîz Poyraz sibê dest pê dike