ÎZMÎR - Li deryaya Egeyê nêzî Îzmîrê keştiya ku koçberan vediguhezand noqî avê bû û 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Ûrla ya Îzmîrê dul i ser deryaya Egeyê keşiyek ku koçberan dibir noqî avê bû. Tîmên bi girêdayî Fermandariya Ewlehiya Qeraxê Behrê ji hewayî û bejahiyê ve xebata lêgerîna rizgarkirinê da destpêkirin. Di lêgerînê de cenazeyê 2 kesan hat dîtin û 24 kes jî bi derfetên xwe derketine qeraxê behrê.
Cenazeyên her du koçberan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Seferîhîsarê.