Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’

img
MÊRSÎN - Girtiyê nexweş ê giran Ozgur Azad Încî ku 22 sal in girtî ye, tevî nexweşxaneyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye wî jî ji ber ATK dibê ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ nayê berdan. 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên giran pêk tên û mafên girtiyan ên jiyanê jî tên astengkirin. Girtiyên nexweş, tevî nexweşiyên giran û raporan jî terkî mirinê tên kirin û nayên berdan. Di meha Kanûnê de 6 di girtîgehan de 7 girtiyên nexweşên giran hatin qetilkirin. Girtiyê nexweşê giran Ozgur Azad Încî ku 22 sal in girtî ye, tevî gelek caran bang hat kirin ku li nexweşxaneyeke baş were dermankirin û were berdan jî nayê berdan. 
 
Ozgur Azad Încî yê PKK’yî, ku di sala 1999’an de di dema “vekişîna” ji Tirkiyeyê ya li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hat girtin, tevî ku nexweşiyên giran lê hene 22 sal in girtî ye. Încî yê piştî hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin. Di sala 2008’an de cezayê hefsê yê muebbeta girankirî li Încî hat birîn. Încî yê ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat sewqkirin, bi dorê li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, Tîpa D a Amedê, Tîpa E ya Sîlîfkeyê, Tîpa E ya Bûrdûrê hat ragirtin. Încî niha jî li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yemîn a Osmaniyeyê tê ragirtin. 
 
 
DERMANÊN WÎ HATIN GUHERTIN
 
Încî, yê teşhîsa “şîzofreniya pêşketî”danîn ser, di heman demê de nexweşê tansiyon û nexweşiya dil e. Încî ku ev 13 sal in dermanê bi navê SOLIAN bi kar tîne, dikare bi bikaranîna vî dermanî rewş û tevgerên xwe kontrol bike. Încî dema dermanî bikarneîne halusinasyonan dibîne û zehmetiyê dikişîne ku xwe kontrol bike. Piştî ku di dema teşhîsa nexweşiyê de derman nehat dayîn, di encama hewldanên mezin ên malbata Încî de dermanê Solian hat dayîn. Rêveberiya girtîgehê di sala 2020’an de li şûna Solîanê dermanekî cuda da Încî û got: “Ev derman niha ji piyaseyê hatiye rakirin.” 
 
Piştî ku Solian bi dermanekî din hate guhertin rewşa Încî xerabtir bû. Încî, ku gelek caran dema dermanê Solian bi rêk û pêk bi kar neyne nikare hişê xwe kontrol bike, di razanê de zehmetiyê dikişîne, ji bîr dike ku li kîjan girtîgehê ye, heta navê hevalên xwe jî ji bîr dike. 
 
6 MEHAN DERMANÊ WÎ NEDANÊ
 
Piştî ku dermanê Încî hat guhertin û rewşa wî xirabtir bû, di encama hewldanên malbat û rêxistinên sivîl ên civakî dermanê Solian ji nû ve dan Încî. Încî ku 6 mehan nekarî dermanê Solian bi kar bîne, di nava wê demê de nexweşiya xwe bi pêş ket û zêdetir halûsînasyon dîtin.  
 
REWŞA WÎ YA TENDURISTIYÊ NEBAŞ E
 
Birayê Încî, Hasan Încî di axaftineke ku derbarê birayê xwe kiribû de wiha gotibû: “Birayê min gelek caran di girtîgehê de, her tim li cihekî dinêre û bêdeng e. Halûsînasyonan dibîne. Di şert û mercên girtîgehê de mirov çiqasî dikare vê nebaşiya derûnî ya giran ragire nizanim. Rewşa birayê min Azad di girtîgehê de her ku çû xirab bû.”
 
ATK: DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE
 
Bavê Încî Cemîl Încî, têkildarî tiştên lawê wî dijî nirxandin kirin. Încî, dazanîn ku, tevî nexweşxaneyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye lawê wî jî ji ber Saziya Tiba Edlî (ATK) dibê ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ nayê berdan. Încî diyar kir ku di encama serlêdanên malbatê de kurê wî sewqî nexweşxaneyeke li Amedê hatiye kirin û anî ziman ku nexweşxaneyê rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” daye lawê wî, lê tevî vê yekê jî lawê wî nehatiye berdan. Încî bi lêv kir ku pişt re kurê wî rakirin Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî ya Xarpêtê û li wir teşhîsa “şîzofreniya kronîk” lê hat kirin û hat ragihandin ku ew nikare li girtîgehê bimîne. Încî, anî ziman ku li ser rapora nexweşxaneyê kurê wî şandine ATK’ya Stenbolê û bi lêv kir ku ATK’ê tevî raporên nexweşxaneyê jî rapora dikare “di girtîgehê de bimîne” da lawê wî. 
 
‘EV NE WIJDANÎ NE JÎ EXLAKÎ YE’
 
Bav Încî yê diyar kir ku dema lawê wî 5-7 roj an derman bi kar neîne rewşa wî giran dibe û dema sewqî ATK'ê hat kirin jî hefteyekê derman nedane kurê wî. Încî diyar kir ku ATK’ê ligel rewşa lawê wî dît ku nebaş e jî, bersiveke neyînî da û ev jî li dijî nirxên bijîjtiyê ye û ne exlakî ne jî wijdanî ye. 
 
BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN
 
Încî, anî ziman ku her roj di girtîgehan de girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Ez ne tenê ji bo lawê xwe ji bo hemû girtiyên nexweş dibêjim. Berdin bila li derve tedawiya wan bê kirin. Bila bêhna xwe ya dawî li cem malbatên xwe bidin. Bila dayik û bav êşê nekişînin. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan.”
 
MA / Cemîl Ûgûr
 

Sernavên din

04/01/2022
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin
12:07 DÎSKÎ’yê bi hefsê gef li welatiyan xwar
11:28 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê
11:20 Bernameya Meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:50 Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin
10:06 Girtiyên nexweş nayên berdan: Dewlet kuştinê tercîh dike
09:02 Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin
09:02 'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'
09:00 Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
01/01/2022
19:30 Malbata Gulîstan Dokûyê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin
17:01 Li Aydinê mirina biguman a jinekê
16:33 AYM'ê daxwaza berdana girtiyê nexweş red kir
16:12 Malbatên girtiyan bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi sala nû kirin
15:22 ÎHD: Bila girtiyê nexweşê giran Korkmaz demildest were berdan
14:46 Xizmen windayan ji bo Komkujiya Dîgorê daxwaza edaletê kirin
14:40 Boltan tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayê berdan
14:11 Dayikên Şemiyê: Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê werin ronî kirin em ê têbikoşin
14:11 Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin
13:53 9 penaberên ku Tirkiyeyê wan dabû OSO'yê radestî Îranê hatin kirin
13:23 Malbata Şenyaşar: Sedema zeman bêedaletî ye
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin