Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe

img
STENBOL - Ji parêzerên Ocalan Mahmût Çakar, diyar kir ku dê têkoşîna gelan karibe rejîma tahdeyê ya AKP-MHP'ê xera bike û got: "Ev têkoşîn jî bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e." 
 
Ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî nayênbersivandin. Ji parêzerên Ocalan parêzer Mahmût Şakar, pergala Îmraliyê û tecrîda li ser Îmraliyê nirxand. 
 
MEKANÎZMAYEKE KÊFÎ YA 22 SALAN
 
Şakar, bibîr xist ku pergala Îmraliyê di rejîmeke rewşa awarte de hatiye avakirin û ev rewşa awarte (OHAL) bûye taybetmendiyek sereke ya pergala Îmraliyê. Şakar, diyar kir ku li seranserê Tirkiyeyê feraseteke rewşa awarte heye û got: "Tenê ne ji bo 9 mehan, Ocalan 23 sal in tê tecrîdkirin. Hevdîtina bi malbatê û parêzeran re hat redkirin. Lê ji roja roj de ji bo astengkirina hevdîtinan hinceteke hiqûqê berpêş nekirine. Yanî ji sala 1999'an heya niha li Îmraliyê mekanîzmayeke kêfî heye." 
 
SIYASETA TECRÎDÊ
 
Şakar, destnîşan kir ku her ku tecrîda li Îmraliyê kûr bû li Tirkiyeyê rejîmeke tahdeyê ava bû û got: "Paşê ev wekî rejîma yekzilamî hat reformekirin. Ev rejîm li ser asasê hilberandina tahde û şer e. Di heman demê de tecrîdê kûrtir dike. Ev siyaseta tecrîdê niha kûrtir bûye." 
 
ÊRIŞÊN LI SER DESTKEFTIYÊN KURDAN
 
Şakar, destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP'ê ji 2014-2015'an heya niha li dor stratejiyeke ku wekî "Plana Çokşikandinê" tê zanîn siyasetê dike û ev siyaseta awayê rojenekirî ya Plana Şark Islahatê ya 1925'an e. Şakar, destnîşan kir ku armanca vê jiholêrakirina mafên sereke ya kurdan, tasfiyekirina nasnameya kurdî û desteserkirina destkeftiyên kurdan e. 
 
Şakar, bibîr xist ku di sala 2013'an de li Îmraliyê Ocalan di hevdîtinekê de gotiye "Erdogan bi lêdana xwe ya li kurdan di nava dewletê de hînî pêşveçûnê bûye" û got: "Pêşveçûyîna bi lêdana kurdan, bi tasfiyekirina kurdan wekî stratejiyekê pêş ket. Lewma divê tiştên niha diqewimin jî di vê bi vê stratejiyê bên ravekirin." 
 
POLÎTÎKAYA BÊKURDBÛYÎNÊ
 
Şakar, anî ziman ku Erdogan tim dixwaze îqtidar be û jixwe pergal jî derfeta "yekzilambûnê" daye ber wî û got: "Vê derfetê bi beranberiya tişrekî dan ber wî. Ew jî 'tu yê tim bi kurdan re şer bikî.' Lewma AKP-MHP û hêzên tarî yên bi wan re tevdigerin siyaseta şikandina berxwedana kurdan, binpêkirina hemû mafên sereke yên kurdan û ji kurdan xalîkirina erdnîgariyê dikin. Wisa difikirin ku dê bi vî awayî tim îqtidar bin. Erdogan yeqîn dike ku gava bi tahdeyê meseleya kurdî çareser bike dê bibe pêşengê duyemîn ê damezrîner ê Tirkiyeyê." 
 
Şakar, îqtidarên beriya tifaqa AKP-MHP'ê bibîr xistin û diyar kir ku rastiyek heye ew jî berxwedana gelê kurd heye ku îqtidarên beriya tifaqa AKP-MHP'ê avêtine ser sergoyê dîrokê û got: "Erdogan jî li vê berxwedanê qelibiye. Îro ro li nav Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê krîza rû daye tê nîqaşkirin. Ev jî bi saya berxwedana gel e." 
 
ROLA EWROPAYÊ YA DI TECRÎDÊ DE
 
Şakar, biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku di 3'yê Kanûna 2021'ê de ragiahndibû jî nirxand. Her wiha Şakar di avakirina pergala Îmraliyê de li ser rola Konseya Ewropayê jî sekinî. Şakar, anî ziman ku berî ku Rêberê PKK'ê radestî Tirkiyeyê bê kirin Konseya Ewropayê çûye Îmraliyê û atmosfera wir dîtiye û pesend kiriye. Şakar got: "Birêz Ocalan jî ev yek gotibû. A rast di piraniya polîtîkayên li hemberî Birêz Ocalan tên pêkanîn de bi awayekî helwest û pesendkirina Ewropayê jî heye. Her wiha gava mesel dibe Birêz Ocalan, ev hiqûqê jî li gor xwe şîrpve dikin." 
 
HELWESTA KOMÎTEYA WEZÎRAN
 
Şakar, bilêv kir ku DMME, Komîteya Wezîran û saziyên din dem bi dem Tirkiyeyê rexne dikin û got: "Lê gava vê dikin, bi awayekî bijarde dikin. Bi taybetî jî têkildarî meseleya kurdî û têkildarî meseleya hiqûqî ya têkildarî Birêz Ocalan bi awayekî bijarde tevdigerin. Em dibînin ku helwesteke xwe li nedîtinê datînin, helwesteke ku bi Tirkiyeyê re li hev dikin heye. Di mijarên ku Tirkiyeyê pir enrihet nekin de îtirazên xwe kûrtir dikin. DMME'yê di sala 2014'an de biryar dabû ku cezayê muebeda giran îşkence ye. Lê Komîteya Wezîran piştî vê biryarê bi 6 salan, lis er vê miajrê sekinî. Di wî şeş salî de parêzeran çend caran serî li Komîteya Wezîran da, lê komîte li ser vê mijarê nesekinî. Bijardebûna ku ez behs dikim ev e. Her wiha li Tirkiyeyê biryara ewil a binpêkirinê yê têkildarî cezayê muebeda giran jî yê Birêz Ocalan e. Komîteya Wezîran gava koma vê dozê çêkir, bi navê Ocalan doz venekir. Bi navê Gurban vekir. Cihêkarî, helwestên bi vî rengî yên Tirkiyeyê diparêzin hene." 
 
TECRÎD BERA SIYASETA ŞER E
 
Şakar, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan wekî bereke siyaseta tahdeyê ya di meseleya kurdî û siyaseta şer de qewî bûye û got: "Her ku tecrîd kûr dibe, şer û tahde jî kûr dibe. Tirkiye jî dikev nava krîzan. Niha jî hewl didin bi şer û tahdeyê tecrîdê mayinde bikin. Divê ev yek bê dîtin. Ger hê ji roja ewil de îtiraz ji bo rejîma awarte ya li Îmraliyê hebûn, dibû ku krîz di warê aborî û polîtîkd e kûr nebûna. Di vir de tenê ne kurd, divê hemû eksên doza Tirkiyeyek demokratîk dikin bê tirs daxwazên xwe bînin ziman. Ji bo vê jî divê hemû kesên dixwazin ji bo mseleya kurdî gotinekê bibêjin li ber vê tecrîdê rabin." 
 
Şakar, anî ziman ku gel dikarin vê rejîma tahdeyê ya ku hikûmeta AKP-MHP'ê temsîliyeta wê dikin xera bikin û got: "Dê têkoşîna gelê kurd û dostên wan karibe vê lîstikê xera bike. Perçeya herî girîng a vê têkoşînê de bi jiholêrakirin tecrîdê û azadiya Birêz Ocalan pêkan e." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

04/01/2022
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin
12:07 DÎSKÎ’yê bi hefsê gef li welatiyan xwar
11:28 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê
11:20 Bernameya Meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:50 Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin
10:06 Girtiyên nexweş nayên berdan: Dewlet kuştinê tercîh dike
09:02 Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin
09:02 'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'
09:00 Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
01/01/2022
19:30 Malbata Gulîstan Dokûyê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin
17:01 Li Aydinê mirina biguman a jinekê
16:33 AYM'ê daxwaza berdana girtiyê nexweş red kir
16:12 Malbatên girtiyan bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi sala nû kirin
15:22 ÎHD: Bila girtiyê nexweşê giran Korkmaz demildest were berdan
14:46 Xizmen windayan ji bo Komkujiya Dîgorê daxwaza edaletê kirin
14:40 Boltan tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayê berdan
14:11 Dayikên Şemiyê: Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê werin ronî kirin em ê têbikoşin
14:11 Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin
13:53 9 penaberên ku Tirkiyeyê wan dabû OSO'yê radestî Îranê hatin kirin
13:23 Malbata Şenyaşar: Sedema zeman bêedaletî ye
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin