ÎZMÎR - Di lêpirsîna derbarê nûçegihanê PÎRHA’yê Ersîn Ozgul ku bi hêceta çalakiyên KCD’ê dihat birêvebirin de biryara neşopandinê hat dayîn.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Ersîn Ozgul ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li Amedê dihat birêvebirin de bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” di 5’ê Gulana 2021’an de li Îzmîrê hatibû binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di lêpirsîna derbarê Ozgul dihat birêvebirin de biryara neşopandinê da.