* Burokratên ku qeyûm ew li Şaredariya Dêrikê bi cih kirine, hat diyarkirin ku fona ku di bin banê Midûriyeta Karên Civakî de ji bo xizanan hatiye veqetandin ji bo ger û geştê bi kar anîne.
* Parêzer Zohre Dalkiran ku doza Denîz Poyrazê nirxand, anî ziman ku hewl didin ku hêzên şi pişt vê qetşîamê aşkere bikin.
* Hat diyarkirin ku Midûrê Lîseya Batman Petrolê O.Ç. heqaret li xwendekaran kiriye û ji wan re gotiye "şîrheram" û bi walî gef li malbatên wan xwarine. O.Ç. ku ev angaşt derewand, anî ziman ku teftîşa hatiye destpêkirin didome.
* Mêrsîniyan diyar kirin ku êdî ji ber bihabûnê nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî peyda bikin û ji bo çareseriyê îşaret bi têkoşîneke hevpar kirin.
* Şerê azadiyê yê Sakîne Cansiz û hevrêyên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê ku wekî mîrate hiştin, hê jî didome.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 304'emîn de berdewam bike.
* Danişîna 2'yemîn a doza Metîn Lokumcu yê li navçeya Hopa Artvînê hat kuştin wê li Dadgeha Trabzonê were lidarxistin. (09.00)
* Danişîna doza rojnamevan Rojhat Dogru wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00)
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay wê li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe. (11.00)
* Komîsyona Mafê Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê wê bi sernavê "Divê zarok ne di girtîgehê de bin" civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 52'yemîn de berdewam bike. (13.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'a Rihayê wê ji bo bîranîna sê jinên li Silopiya û sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin wê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)