KOBANÊ - Di êrişa Tirkiyê ya li dijî Kobanê û Girê Spî de kesek jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
Tirkiyê îro piştî nîvro êrişek bir ser Kobanê û pişt re top avêt gundên di navbera Kobanê û Girê Spî de. Di êrişa li ser navenda Kobanê de 2 kes birîndar bûn.
Gelek topên ku hatin avêtin jî li gundên Qeremox, Xanê, Til Hacîb, Serzorî û Gultepe yên di navbera Kobanê û Girê Spî de ketin.
Di van êrişan de Îbrahîm Şerîf ê ji gundê Xanê jiyana xwe ji dest da û herî kêm 11 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li navenda Kobanê.
Hate ragihandin zarokekî 4 salî jî birîndar bûye û êrişa li ser herêmê didome.