* Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamevanî pir dijwar e û got: "Lê dîsa jî tevî hemû zor û zehmetiyan rojnamevanên li ber xwe didin û çapemeniya azad heye."
* Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, diyar kir ku astengkirina mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş dibe sedema pirsgirêkên fizîkî û ruhî xwest demidlest girtiyên nexweş bên berdan.
* Aborînas Ozgur Muftuoglû, diyar kir ku TÛÎK rêjeya enflasyonê rast aşkere nake û bi vî awayî ser şêlandinê digire. Muftuoglû, li dijî vê şêlandinê îşaret bi demokrasî û hiqûqê û avakirina pêvajoyeke nû kir.
* Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Ayşe Ûgûrlû, destnîşan kir ku girtîgeh ji bo zarokan cihwarine talûke ne û got: "Zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de ku tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne nikarin şîr, mama û potikan peyda bikin."
* Amediyan ku bertek nîşanî daristana ku dê li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li Kirklar Daxiyê bê çêkirin dan, gotin: "Em daristaneke li ser navê kesekî dijminatiya kurdna dike qebûl nakin."
* Girtiyê nexweş Nurettîn Başaran ku ji sedî 78 astengdar e û rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîen" heye, nayê berdan. Hevjîna wî destnîşan kir ku pêçiyên nigên hevjînê wê dirizin û xwest rojek berî rojekê bê berdan.
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 307'emîn de berdewam dike.
* Malbata Gulistan Dokû rûniştina xwe ya li ber Eliyeya Dersimê di roja 9'an de berdewan bike. (12.00-14.00)
* Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê di roja 55'an de berdewam dike. (13.00-15.00)
* Siyasetmedarê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li Paytexta Fransa Pasîsê hatibûn kuştin wê li ser gorên xwe bên bîranîn û ji bo wan li gelek navendan daxuyanî bên dayîn. (12.00-18.00) CANLI