* Tirkiye ku di êrişên xwe yên li ser deverên girêdayî Başûrê Kurdistanê de tengav bûye û tê gotin ji ber vê yekê hêzên paramîlîter ên ji Sûriyê sewqî van deveran dike.
* Necmettîn Ormanli yê 71 salî ku piştî girtina 5 zarok û hevjîna xwe tê girtin û li girtîgehê nexweş dikeve, roj bi roj rewşa wî girantir dibe. Hevjîna Ormanli ji bo hevjînê xwe banga hestiyariyê kir ûxwest ku bê berdan.
* Şukru Çîçek ku ji Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê sewqî Girtîgeha Kiriklar a Jimare 2 a Tîpa F'yê hat kirin, ragihand ku zêdetirî 3 meh in eşyayên wî nedane wî.
* Li Îranê Zara Mohammedî ji ber dersa kurdî dabû 5 sal ceza lê hatibû birîn û hatibû girtin. Parêzerê wê Cwamêr Abdullahî, destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn ne biryareke hiqûqî û qanûnî ye.
* Li Amedê du ciwanên HDP'î yên ku polîsan bi tahde û gefxwarinê sîxurtî li wan ferz kirin, serî li ÎHD'ê dan.
* Şanohezan diyar kir ku li herêmê divê şano hîn bêtir berbelav be û got: "Şanoya Mencelê xwedî li mîrateya Melayê Cizîrî derdikeve."
* Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê, îdia kir ku Kemal Kûrkût "çalakgerekî êrişkar" bûye û di kuştina wî de polîs ji "bêgavî" çek şixulandine û bi vî awayî biryara dayina tazmînatê xera kir.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 310'emîn de berdewam bike.
* Danişîna 4'emîn a Doza Tahîr Elçî li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dê were lidarxistin. (10.00)
* Meclîsa Bajêr a HDK'ê ya Îzmîrê wê li avahiya HDP'a Îzmîrê bi dirûşma "Em mehkûmî feqîriyê ne, gotina em bêjin heye û hêza me ya em biguherînin heye" dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê wê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li avahiya ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Şaxên Egîtîm Senê ya Amedê wê li avahiya Şaxa Jimara 2'yan derbarê dersên hilbijêr de daxuyanî bidin. (12.30)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 58'emîn de berdewam bike. (13.00-16.00)
* Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê wê bi bernameyek li avahiya xwe şahiya serê salê li dar bixe. (14.30-18-00)
* Amedspor wê li Hotêla Plaza şeva piştevaniyê li dar bixe. (18.00)