Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin

  • rojane
  • 09:25 13 Çile 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Agît Akil ê ku di sala 2015'an de di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatibû qetilkirin piştî 6 salan şûn de qereqolê gazî dayika wî kir û pantolek, swêterek, kembereke a şewitî û perçekirî û li gel 52 TL û 750'î lîre dan dayika wî. Dayika Akil bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Dîsa birîna min vekirin. Perçeyên zarokên me jî bi vî awayî kirin poşetan û avêtin."
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera salên 2015-2016'an de, di qedexeyên derketina derve de 288 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji  wan 177 kes di 3 jerzemînên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van kesên ku hatiye qetilkirin jî Agît Akil ê 16 salî bû. Bi mehan şûn cenazeyê Akil dan malbatê. Lê belê malbata wî hîn jî qebûl nake ku cenazeyê zarokên wan e. Piştî ku 6 sal di ser qetilkirina Akil re derbas bûn, di 11'ê Çile de qereqola polîsan telefonî dayika wî Guler Akil (45) kir û jê re gotiye, “Werin emanetê xwe hildin.” Piştî gazîkirina qereqolê Guler Akil çû qereqolê. Polîsan swêterek, pantorek û kemberek yên perçekirî û şewitî bi tevî 52 lîre û 75 qirûş pere radestî dayika wî kirin e. Akil diyar kir ku ew ê tu carî vê yekê qebûl neke û ew ê wan kincên şewitî û perçekirî dê bibe Enqereyê.
 
 
CENAZEYAN TEVLÎHEV KIRIN E 
 
Akil bi lêv kir ku ew cenazeyê ku radestî wê kirine bawer nake ku cenazeyê kurê wê be û wiha axivî: "Ev 6 sal in di ser qedexeya derketina derve re derbas bûn. Di vê qedexeyê de zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Em nizanin ka çi hat serê zarokên me. Cenazeyên  wan tevlîhev kirin. Her kesî cenazeyê yekî dibir. Ne tenê cenazeyê kurê min bi sedan cenaze tevlî hev bûn. Kesekî nezanî ka çawa çêbû. Min bi xwe jî cenazeyê kurê xwe neditiye. Kurê min li ku hatiye qetilkirin û cenazeyê wî li ku ye nizanim. Piştî çend meh derbas bûn, gotin werin cenazeyê xwe bibin. Pişt re ji me re gotin, 'Cenazeyê we malbatekî biriye'. Wê malbatê jî nizanibû ku ew cenaze yê wan e yan na. Xwezûrê min got, 'Guneh e em rehetsiz nekin bila cenaze bimîne'. Jana her tiliyê heman e. Jana hemûyan di dilê min de ye. Ez ne tenê ne ji bo kurê xwe ji bo wan cangoriyan hemû dilê min diêşe.” 
 
'JANA MIN JI NÛ VE DEST PÊ KIR'
 
Akil, da zanîn ku piştî 6 sal derbas bûne ji nû ve qereqolê gazî wê kiriye û wiha domand: "Ev 6 sal û 2 meh in di ser qedexeya Cizîrê re derbas bûn. Qereqola polîsan li min geriya. Ji min re got, 'Tiştê we li vir in werin hildin’. Heta ku emrê min hebe ez ê vê yekê ji bîr nekim. Poşetê ku pantorê wî, swêter, kembera wî a şewitî û perçekirî 52 lîre û 75 qirûş pere dane min. Çi ji van cilan kiribin heman tiştî anîne serê zarokên me jî. Hovîtiyek wiha nehatiye dîtin. Êşa min dîsa dest pê kir. Weke ku min nû cenazeyê kurê xwe dît. Ji duh heta niha ez mirî me. Ez nikarim biaxivim. Ez ewqasî diêşim. Ez ê çi ji van bikim? Tu kes nizane ku ev dewlete çi tişt e. Piştî 6 salan hûn van didin min, ez ê çi ji van bikim? Weke ku kurê min nû qetilkirin e hîs dikim. Jana min ji nû ve dest pê kir.” 
 
'PERÇEYÊN ZAROKÊN ME JÎ DABÛN ME’ 
 
Akil, anî ziman ku ew cilên radestî wê hatine kirin ew ê bibe Enqereyê û got: “Dilê min careke din şewitandin. Ez vî tiştî qet qebûl nakim. Ez ê van bibim Enqereyê. Ev ne misilmaniye û ne jî însanî ye. Kî vî tiştî dike? Lawê min beriya şehîd bikeve ehliyeta xwe wergirtibû. Nasnameya wî, ehlîyeta wî û pereyê wî di berîka wî de bûne. DAIŞ anîn Cizîrê û zarokên me bi destê wan hatin kuştin. Kurê min hêj zarok bû. Birîna min dîsa vekirin. Heta ku ez van nebim Enqereyê ez nasekinim. Perçeyên zarokên me jî bi vî awayî kirin poşetan û avêtin."
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

14/01/2022
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê
19:14 Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê
18:44 Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar
17:58 Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe
17:47 Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin
17:24 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
17:14 Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’