ÎZMÎR - Di doza 10 kesên li Îzmîrê ji protestoya Qetlîama Pirsûsê tên darizandin wê 3 polîs wek şahid werin guhdarkirin.
Li Îzmîrê 10 kes ji ber protestokirina Qetlîama Pirsûsê ku di 20’ê Tîrmeha 2021’an de pêk anîbûn bi îdiaya li dijî qanûna meş û xwepêşendanan derketine tên darizandin. Danişîna ewil a 10 kesan li Dadgeha Karşiyaka hat lidarxistin. Her deh kes jî negirtî tên darizandin. Hin ji wan beşdar bûn û hin ji wan jî beşdar nebûn û parêzer beşdarî danişînê bûn.
Îdianame hat xwendin. Parêzeran parastinê kir û xwestin li sê polîsên dema binçavkirinê îmzeya wan li bin girteka binçavkirinê ye wek şahid werin guhdar kirin. Dadgehê biryar da ku li her sê polîsan wek şahid were guhdarkirin û danişînê taloqî 19’ê nîsanê kir.
Piştî danişînê parêzer û miwekîlên xwe li ber edliyê daxuyanî dan.