Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin

  • rojane
  • 09:01 14 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Delîla Suham Şengalî, têkildarî pêngava xwebirêxistinkirina jinên êzidî de ku li gund û taxan tê kirin, axivî û got: "Jin pêşengtiya modela xwerêveberiyê û neteweya demokratîk dikin. Êrişên tên kirin, li dijî pergala xwerêveberiyê tên kirin. Lê dê nikaribin pêşî ki ber vê bigirin, çimkî em xwe birêxistin dikin."

Tirkiyeyê di 23'ê Nîsanê de li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe ji hewayî û bejahiyê ve operasyon dan destpêkirin. Her wiha Tirkiyeyê bi vê operasyonê re li dijî Wargeha Mexmûrê û Şengalê jî êrişên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de balafirên şer ên Tirkiyeyê di 16’ê Tebaxê de sûka Şengalê bombe kirin û di vê êrişê de Fermandarê YBŞ’ê Saît Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan. Di 17’ê Tebaxê de jî Tirkiye nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê bombe kir. Di vê êrîşê de jî 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Herî dawî di 7 û 11'ê Kanûnê de jî  li dijî bajaroka Xanesorê ya Şengalê du êrişên hewayî pêk anîn. Di van êrişan de jî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Mervan Bedel jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên wî jî birîndar bûn. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hê jî ji bo van êrişan deng ji xwe neaniye. 
 
Ji aliyekî metirsiya DAIŞ'ê ya li ser herêmê dewam dike, ji aliyekî ve jî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) erîşên xwe yên li ser herêmê didomîne. Lê tevî hemû gef û erîşan jî civaka Êzidî xwe bi rêxistin dike û di xwerêvebirinê de israr dike û ji vê israra xwe paş d egav navêje. Rêxistinbûyina ku bi pêşengiya jinan pêk tê li dijî erîşeke gengazedibe mertal. Jin li dijî erîşan xwe perwerde dikin û parastina cewherî birêxistinê dikin. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Delîla Suham Şengalî têkîldarî xweparastin, birêxistinkirina jinan û erîşên li ser Şengalê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
XEBATÊN RÊXISTINKIRINÊ DIDOMIN
 
Delîla Suham Şengalî, bal kişand ser xebatên TAJÊ û anî ziman ku ew di her şert û mercan de xebatên xwe yên birêxistinkirina jinan didomînin û wiha axivî: "Piştî fermanê TAJÊ xwe di nava civaka êzidî de bi rêxistin kir. Di heman demê de sal bi sal xebatên xwe yên birêxistinkirinê mezin kirin. Jixwe di sala derbasbûyî de jî di qada siyasî, dîplomasî û parastinê de xebateke berfireh da meşandin. Bi taybetî jî niha li Şengalê polîtîkayên qirêj tên meşandin. Civaka êzidî niha di merheleyeke hesas re derbas dibe. Herî zêde bi taybetî jî li Şengalê xebateke birêxistinkirinê tê meşandin. Gund bi gund, tax bi tax hewldanek heye ku hemleyeke birêxistinî bê destpêkirin. Li hemberî êrîşan tişta ku herî girîng rêxistinbûyin û yekitiya jinan e. Di kesayeta jinan de tişta herî pêwîst şiyarbûna civakê ye. Ji bo wê di aliyê dîplomasiyê de têkildarî êrîşên li ser Şengalê, girîngiya yêkitiya jinan, li dijî erîşan yek helwestî û xwegihandina jinên derve xebateke bi vî rengî li pêşiya me ye. Li dijî van erîş û planên li ser Şengalê xebatên me yên rêxistinî didomin. Ji bo wê jî me xwe gihand rêxistinên jinan ê derveyî welêt û xebatên li ser yekitiya jinan didin meşandin." 
 
PERWERDEHIYA XWEPARASTINÊ
 
Şengalî, bilêv kir ku rêxistinkirina jinan bersiva herî watedar e li hemberî erîşan û wiha domand: "Em TAJÊ her sal dem bi dem perwerdeya zimanê dayikê didin jinan. Her wiha li vir perwerdehiya zimanê dayikê ya ji bo zarokan jî heye. Di heman demê de dibistanên bi zimanê dayikê hene. Di van dibistanan de jî jin wekî mamoste cihê xwe digirin. Bêgûman xebatên perwerdehiyê di Şengalê de bi taybetî ji bo jin û zarokan gelek girîng in. Ji bo wê jî xebatên perwerdehiya ziman û rêxistinî bi hev ve girêdayîne. Dema ku jin tê birêxistinkirin, tê şiyarkirin dikeve nava civakê. Dema ku wisa bibe jin dikare derdora xwe jî biguherîne. Perwerde ne tenê di aliyê ziman de, di aliyê parastinê û di aliyê siyasî de jî tên dayin. Di sala derbasbûyî de qadên ku em tê de kêm mayîn dixwazin temam bikin. Dixwazin ku perwerdehiyên xwe hin bêtir xurt bikin. Heta ku em bikaribin em dixwazin jinên derdora xwe jî beşdarî van perwerda bikin. Mijara ku herî zêde em li ser sekînin jî ev e. Perwerdehiyên me wê bi vî şeklî bidomin."
 
'JIN PÊŞENGIYA MODELA XWERÊVEBIRINÊ DIKIN'
 
Şengalî, destnîşan kir ku modela ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye nîşandan li Şengalê pêk tê û lewma Şengal dibe hedefa erîşan. Şengalî got: "Erişên dewleta tirk piştî fermanê pêk hatin. Ji fermanê heta niha erişên wan berdewam dikin. Ji sala 2017'an heta îro erişên wan didomin. Bêgûman ev eriş li ser Rojavayê Kurdistanê û Mexmûrê jî tên kirin. Bi taybetî jî li ser herêmên ku rêveberiya xweser tê de hatine avakirin tên kirin. Jin pêşengiya modela rêveberiya xweser a demokratîk û neteweya demoratîk dike. Ev eriş rasterast li dijî rêveberiya xweser in. Dema ku hedef dibe rêveberiya xweser raste ast jin hedef tên girtin. Ev eriş li dijî îrade, xwebûn û azadiya jina ye. Ev eriş li dijî pergala ku jin pêşengtiyê jê re dike bi xwe ye. Ji ber vê yekê ev eriş bandora xwe li ser tevahiya civakê dike. Ev êriş di heman demê de rê li ber vegera êzidiyên ku weke koçber di konan de dimînin digire. Di van koneyan de jî kesên ku herî zêde zehmetiyê dikêşîne jin in. Ji ber ku ji xwedîkirina zarok bigire heta malê jin berpirsyarê her tiştî ye. Ango ev eriş dibin sedemêa demdirêjkirina koçberiyê. Eriş bi vî rengî jî bandorê li ser jinan dikin. Ferq û cudahiya di navbera erişên dewleta tirk û DAIŞ'ê de tune ne. Ji ber ku DAIŞ jî rasterast jinên êzidî dikirin hedef. Di erîşên Tirkiyeyê de jî em dibînin ku jin hedef tên girtin. Bandorê li ser tevahiya civakê dike. Lê bi taybetî bandora wê li ser jinan heye. Ji ber ku kesên ku civakê perwerde dike û ji civakê re pêşengiyê dike jin e. Hedefgirtina pêşengên civaka êzidî nîşanî me dide ku nikarin îradeya heyî têk bibin û bişkînin." 
 
'DAIŞ TÊK ÇÛ Û ERÎŞ ZÊDE BÛN'
 
Şengalî di berdewamiya axftina xwe de got: "Piştî berxwedaneke bêhempa DAIŞ di aliyê fizîkî de têk çû. Piştî têkçûyina DAIŞ'ê êrişên dewleta tirk zêde bûn. Di heman demê de li Iraq û Suriyeyê şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê ji nû ve zindî dibin. Di sala derbasbûyî de 108 caran eriş pêk anîne. Di van erişan de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar çêbûn. Ev eriş di roja me ya îro de jî didomin. Dibe ku li ser Şengalê jî erişeke bi vî rengî pêk were. Di serî de bihêzkirina YBŞ û YJŞ'ê heye. Li hemberî van erişan şiyarbûn û perwerdehî gelek girîng e. Em encax bi vî şêwazî dikarin xwe biparêzin. Ji ber ku beriya fermanê di nava civakê de perwerdehî nebû û jin nezan bûm. Jin di nav parastinê de tune bûn û hêzeke ku civaka êzidî biparêze nebû. Lê niha ne wisa ye. Civak di pêşengtiya jinê de hatiye perwerdekirin û civak şiyar bûye. Ji bo wê jî amadekariya herî xurt ew e ku civak bi ruheke berxwedêrî li hemberî van erişan bisekine. Xwebirêxistinkirin û perwerdekirin wê bikaribe rê li ber van erişan bigire."
 
XWERÊVEBIRÎ
 
Şengalî, diyar kir ku modela xwerêvebirinê rizgariya gelên cîhanê ye û got: "Jinan ji civakê re mamostetî kiriye. Jin civak bi xwe ye. Em bi vî rengî nêzikî hebûna jinê dibin. Li dijî pergalên kapîtalîst û desthilatdar jinan fikir û ramanên birêz Ocalan ji xwe re hilbijartine. Bi taybetî jî li Rojava, Mexmûr û Şengalê di pêşengtiya jinan de ev fikir û raman tên avakirin. Projeya xweseriya demokratîk projeya birêz Ocalan e û li Şengalê jin ji bo bihêzkirina vê projeyê di nava tekoşînê de ne. Ev eriş jî li dijî vê pergalê ne. Ev proje ji gelan re mifteya  çareseriyê ye. Ji ber wê ji vê projeyê û hêza jin û ciwanan ditirsin. Bangawaziya me jinan ew e ku pêwîst e ku em li dijî siyaseta qirkirin, koçberkirin, erişan û planên qirêj xwedî li hev derkevin, yekîtiya xwe xurt bikin û projaya reveberiya xweser a birêz Ocalan bi ser bixin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

14/01/2022
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê
19:14 Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê
18:44 Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar
17:58 Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe
17:47 Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin
17:24 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
17:14 Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’