Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!

  • rojane
  • 09:08 15 Çile 2022
  • |
img

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di du mehên dawî de ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re bike, serî li 60 saziyan daye, lê serlêdanek wê jî nehatiye bersivandin. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an, ji roja ku bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha, di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê ji sala 1999'an heya sala 2016'an tim bi hincetên wekî "rewşa hewayê nebaş e", "gemî xerabe ye" û "koster xerabe ye"; ji sala 2016'an heya 2019'an jî bi hinceta cezayên hevdîtina bi malbatê ya 3 mehan, cezayê hevdîtina 6 mehan a bi parêzeran re hatin redkirin. Ji sala 2019'an heya niha jî tu serlêdan çi erênî çi neyênî nayên bersivandin. 
 
Bi hinceta "Nexşerê" ya Ocalan ku wekî pêvek ji bo parêznameya xwe ya di sala 2009'an de berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû di 23'yê Îlona 2020'an de 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran li Ocalan hatibû birîn. Her wiha di serlêdanên parêzeran de, derketibû holê ku di Çileya 2021'ê de cezayekî nû yê dîsîplînê li Ocalan hatiye birîn. 
 
XEBER JÊ NAYÊ GIRTIN
 
Ocalan, cara ewil di 27'ê Nîsana 2020'î de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîbû. Cara dudoyan jî piştî fikarên derbarê ewlehiya wî û tenduristiya wî de zêde bûbûn di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Lê belê ev hevdîtin jî di nîvî de hatibû qutkirin. Piştî vê hevdîtinê heya niha tu xeber ji ocalan nayê girtin. 
 
CEZAYÊN NÛ
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de, bi daxwaza "demildest hevdîtin" di 22'yê Mijdara 2021'ê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabû û xwestibû "dawî li vê nexebergirtinê bê dayîn" û bi awayekî fizîkî pêwendiyê bi muwekîlên xwe re bike. Dadgeriyê di 23'yê Mijdara 2021'ê de vê serlêdana parêzeran û serlêdana malbatan a ji bo hevdîtinê bersivandibû. Dadgeriyê dauxyandibû ku bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan a parêzeran û qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan a malbatan daxwaza buriya hiqûqê red kiriye. Lê belê têkildarî biryarên hatine dayin tu agahî parve nekirin. 
 
HEWILDANÊN PARÊZERAN
 
Piştî serlêdan bêbersiv man, parêzer di 23'yê Mijdara 2021'ê de bi daxwaza "demildest hevdîtin"ê serî li Wezareta Dadê, Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan dan. Parêzer di serlêdanên xwe de xwestin bi awayekî fizîkî pêwendiyê bi muwekîlên xwe re deynin û nediyariya ji bo rewşa tenduristiya muwekîlên wan bi dawî bibe. 
 
Her wiha parêzeran di 24'ê Mijdara 2021'ê de serî li Komîsyona Vekolandinê ya Mafên Mirovan a Meclîsê; di 25'ê Mijdara 2021'ê de serî li baroyan û rêxistinên civaka sivîl; di 26'ê Mijdara 2021'ê de jî serî li sazî û rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî dan. Parêzeran di serlêdanên xwe de detsnîşan kirin ku her sazî mîsyona xwe bi cî bîne û rewşa dij hiqûqê ya li Îmraliyê teşhîr bikin. 
 
SERLÊDANA BAROYA AMEDÊ
 
Piştî hewldana parêzeran, Baroya Amedê di 3'yê Kanûna 2021'ê de serî li Wezareta Dadê dan ku  rewşa Ocalan û her sê girtiyên din Konar, Yildirim û Aktaş de li cihê cih tespît bikin. Heya niha serlêdana baroyê nehatiye bersivandin. 
 
BÊDENGIYA AYM'Ê
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, vê carê di 24'ê Kanûna 2021'm de bi daxwaza tevdîrgirtinê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Parêzeran di serlêdanê de bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Ocalan re ku di 25'ê Adarê de bi telefonê kiriye û gotin: "Ji wê rojê heya niha 9 meh derbas bûne û bi tu awayî xeber ji muwekîlên xwe nagirin. Di vê demê de ne pêwendiyeke fîzîkî bi muwekîlan re çêbûye ne jî bi telefon an jî nameyan pêwendî hatiye çêkirin. Lewma serî li dadgeriya înfazê hatiye dayîn. Dadgeriya înfazê diyar kir ku ji ber cezayê dîsîplînê heye hevdîtina bi malbatê re nayê kirin û ji ber ku 6 mehan sînordarkirina hevdîtinê heye hevdîtina bi parêzeran re nayê kirin. Îtiraz ji bo vê briyara dijî hiqûqê hat kirin û nimûneyên van dosyeyan hatin xwestin, lê belê ev daxwaz bi hincetên ewlehiyê hatin redkirin. 
 
Jiyana serlêdêrên ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber ji wan nayê girtin, bi awayekî potansiyel di xetereyê de ye. Li gel temenê wan û rewşa tenduristiya wan, îzolasyona mûtleq a dûr û dirêj yekparebûna wan a ruhî û fizîkî tehdîd dike. Nebûna mekanîzmayên kontrolkirinê û rêyên serlêdanê yên kartêker, xetereyê mezintir dike. Ji bo ev zirara binpêkirina xala 17'an a Qanûna Bingehîn (qedexeya îşkenceyê) bi adwî bibe, ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bê kirin, em doza biryara tedbîrê dikin a ku di xala 73'yan a rêziknameya navxweyî de hatiye diyarkirin." 
 
Li gor usûlê diviyabû AYM, di nava 3 rojan de derbarê "tevdîr"ê de biryara bidana, lê bel 22 roj derbas bûne hê jî tu biryar nedaye. 
 
LI HSK'Ê GILIYÊ WAN KIRIN, SERÎ LI CPT'YÊ DAN
 
Her wiha parêzeran giliyê dozger û dadgerên ku serlêdanên wan nabersivînin jî kirin. Parêzeran di 24'ê Kanûna 2021'ê de li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) giliyê dozger û dadgerên peywira xwe naynin cî kirin. 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê herî dawî serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Buroyê di serlêdana xwe de diyar kir ku ji 25'ê Adara 2021'ê heya niah tu xeber ji Girava Îmraliyê nagirin û xwestin "îşkence û muameleyên xirab ên li Îmraliyê bi dawî bibin" û dmeildest serlêdana Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F bê kirin. 
 
SERÎ LI 60 SAZIYAN DAN
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê tevî serlêdana xwe ya li CPT'yê di du mehên dawî de herî kêm serî li 60 sazî, dezgeh û rêxistinên civaka sivîl da. 
 
MA / Ferhat Çelîk - Esra Solîn Dal 

Sernavên din

17/01/2022
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye