28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye

  • rojane
  • 09:08 15 Çile 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Rewşen Karavîş a 97 salî, 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye. Karavîş, bi salan e bi wêneyê kurê xwe hewtiya xwe tîne û dibêje berî ku bimire dixwaze biçe ser gora kurê xwe. 

Rewşen Karavîş, 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe Hiznî Karavîş (Egîd Mazlûm) e. Kurê wê Hiznî Karavîş, di sala 1987'an de li gundê Zorova yê Hezexê tevli PKK'ê dibe. Lê Karavîş piştî çend mehan vedigere malê. Karavîş, di sala 1988'an de cardin berê xwe dide nav refên PKK'ê û ji wê çaxê ve xeber jê nehatiye girtin. Tê gotin ku Karavîş, di 1994'an de di şerekî de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Dayika wî Rewşen Karavîş a 97 salî 28 sal in bi wêneyê kurê xwe yê ku berî biçe çiyê kişandiye hewtiya xwe tîne. Karavîş, anî ziman ku berî bimire dixwaze cenazeyê kurê xwe bibîne û hema carekê be jî biçe ser gora wî. 
 
 
BI WÊNEYÊ WÎ HEWTIYA XWE TÎNE
 
Dayik Rewşen Karavîş, dema ku behsa kurê xwe dike hêsir ji çavên wê dibarin û dibêje: "Berê xweş bû. Me koçerî dikir. Roj nebû ku me kar nedikir. Em her tim li ser lingan bûn. Em qet nedisekînin, lê belê aramiya me hebû. Me pir zehmetî û rezaletî dît. Piştî ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da, hemû barê malê ma li ser pişta min. Min di şert û mercên herî giran de zarokên xwe mezin kirin. Kurê min beriya ku here wêneyek kişandibû. Piştî ku ew çû, min ew wêne çarçove kir û li odeya xwe daleqand. Ev 28 sal in li wêneyê wî dinêrim û digirîm. Ez carina pir diqehirim û dibêjim ez ê vî wêneyê wî veşêrim. Lê pişt re destê min naçê ku rakim û dibêjim heya ez bimirim bila li vir be. Kurê min carekê tevlî bû, lê vegeriya. Em rojekê dema li hewşê radizan kurê min ji min re got, 'Yadê tu dizanî ez ê dîsa biçim.' Min ji wî re got, 'Çima?' Got, 'Wele ez ê dîsa biçim. Ez ê çawa li vir bimînim? Tu serê min jî jê bikî ez ê biçim.' Min jê re got, 'Hîznîyê min bide li ber xatirê xwedê vî tiştî neke û neçe. Tu guneh î.' Li min vegerîya û got, 'Ez ji yê çûne çêtir nînim.' Axaftina min û wî ev bû. Êdî min ew nedît û çû. Min nedixwest biçe. Lê wî pir dixwest û bi ya dilê xwe kir û çû." 
 
BERÊ BIMIRE DIXWAZE BIÇE SER GORA KURÊ XWE
 
Karavîş, diyar dike ku kurê wê her tim ji xwe bawer bûye û tu carî serê xwe li ber neheqiyê netewandiye û dibêje: "Xwedê çû û êdî me ew nedît. Digotin cenazeyên wan danîne li ser hev û agir berdane cenazeyan. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Ez nizanim bê li ku jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li ku ye. Ev 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe me. Dema çû 20 salî bû. Di nav wan de mezin bû û bû xort. Kurê min di nav wan de fêrî jiyanê bû. Min zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kirin. Zarokên min hê ku biçûk bûn bavê wan jiyana xwe ji dest da. Hiznî yê herî biçûk bû. Lê wêrekiya li gel wî, li gel kesekî  nebû. Ji ber ku zarokê min ê biçûk bû, min her tim mereq dikir. Her cara ku dengê derî dihat, min digot ew hat. Lê digotin piştî ku kuştine cenazeyê wî şewitandine. Ez niha 97 salî me. Hêviya min tune ye ku cenazeyê wî bibînim. Lê belê daxwaz dikim ku gorek kurê min jî hebe û hê ku nemîrime biçim ser gora wî." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

17/01/2022
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye