WAN - Berdevkê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’a Wanê parêzer Sedat Duşunmez serê sibehê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.
Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Wanê û Berdevkê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Sedat Duşunmez serê sibehê di serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û pişt re Duşunme birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn.