ENQERE - Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê, di rapora xwe ya ku derbarê serdanên xwe yên girtîgehên Tarsûs û Bunyanê de amade kir de angaştên derpkirinê lêkolîn nekir.
Endamên Komîsyona Jêr a Lêkolîna Mafê Girtî û Hikumxwaran a girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê, di navbera 7-8'ê mijdara 2021'an de serdana kampûsa Girtîgehên Bunyanê ya Qeyseriyê û di navbera 12-13'ê mijdara 2021'an de serdana Kampûsa Girtîgeha Tarsûsê kiribûn. Komîsyonê van hevdîtinên xwe weke du rapor amade kir. Li ser van her du raporan hevdîtin hatin kirin û hatin qebûlkirin.
Di raporan de jin û zarok jî di nav de derbarê hejmara girtiyên li girtîgehan de agahî hatine dayîn û binpêkirinên li girtîgehan li pey hev hatine rêzkirin.
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN DI RAPORAN DE
Li gorî raporan, li girtîgehan ev binpêkirin hene:
* Girtî ji qantînan xurek gelek biha dikirin.
* Di derketina girtiyan a revîrê de prisgirêk hene.
* Rojnameyan nadin girtiyan û mafê wan ên werzîşê asteng dikin.
* Porê girtiyan bi yek rengî traş dikin.
* Girtiyan dikin odeya bisingir.
* Li girtiyan didin.
* Amûrên çêkirina resman nadin girtiyan.
* Destê girtiyan bi pişt ve kelemçe dikin.
* Dema tedawiyê kelemçeyan ji destê girtiyan dernaxin.
* Pirtûkên kurdî nadin girtiyan.
* Daxwaznameyên girtiyan nayên bersivandin.
HDP'Ê ŞERH DANÎ SER HER DU RAPORAN
Parlamentera HDP'ê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan ku endamê komîsyonê ye û tevlî serdanên girtîgehan bûye şerh danî ser raporên ku hatine amadekirin û qebûlkirin. Kûrtûlan, di şerha xwe de diyar kiriye ku girtiyan ji wan re ragihandiye ku kincên wan bi temamî ji wan hatine kirin û bi vî awayî li ser wan hatiye gerandin û girtiyên ku li dijî vê derketine gardiyanan li wan daye. Kûrtûlan, daye zanîn ku endamên komîsyonê bi girtiyên ku gotine gardiyanan li wan daye re hevdîtin nekirine û di raporê de cih ji lêdana girtiyan re nehatiye veqetandin.
DAXWAZA RAKIRINA TECRÎDÊ
Kûrtûlan, di şerha xwe de cih daye daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a girtiyan û têkildarî mijarê gotiye ku girtiyan bertekê nîşanî tecrîda li ser Ocalan daye û ji wan re ragihandine ku bi daxwaza rakirina tecrîdê ketine greva birçîbûnê û xwestine ku tecrîda li ser Ocalan bê bidawîkirin.
MA / Berîvan Altan