Rêxistinên sivîl banga parastin û bijartina dersên kurdî kirin

  • rojane
  • 15:32 18 Çile 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên sivîl ên li Tirkiyê û Elmanyayê ji bo parastina zimanê kurdî bang li malbatan kirin ku dersa kurdî bijêrin û ji rayedaran xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. 
 
Gelek sazî û rêxistinên sivîl ji bo parastina zimanê kurdî da ku bibe zimanê perwerdehiyê û têkildarî hilbijartina dersa bijarte ya kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de li ser biryarên UNESCO’yê hat sekinandin û wiha hat gotin: "Li hember biryarên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Netewên Yekbûyî (UNESCO) wekî li gelek dewletan li Tirkiyeyê jî ev biryar nayên pêkanîn."  
 
'ASÎMÎLASYON TÊ FERZKIRIN'
 
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku Tirkiye polîtîkayên asîmîlasyonê li gelan û baweriyan dide ferzkirin û ev hatin gotin: “Netew Dewleta Tirk zimanan, çandan û baweriyan qedexe kiriye, li ser gelan û baweriyên cuda polîtîkayên asîmîlasyonê dide ferzkirin. Li gorî raporên UNESCO’yê di nava sînorên Tirkiyeyê de gelek ziman wenda bûne û talûkeya ku deh salên di pêşiya me de dê sê ziman din jî wenda bibin, heye." 
 
'RÊBAZÊN HOV TÊN BIKARANÎN'
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dibistan, qişleyên leşkerî û di mizgeftan de jî ev polîtîka wek hovane tên meşandin û wiha hat gotin: "Li dibistanan, di polîtîkayên aboriyê de, li qişleyên leşkerî û di mizgeftan de jî wek çerxên tunekirina ziman û devokan dixebitin. Zaravayên kurmancî û dimilkî yên kurdî di nava qadên cemaweriyê de, ji kolan û ji jiyana rojane tê derxistin. Ji bo vê yekê rêbazên hovane tên meşandin.
 
ZIMANÊ KU NAYÊ FAMKIRIN 
 
Li Parlamentoya Tirkiyê jî ev polîtîka bi awayekî vekirî tên meşandin û zimanê kurdî wekî ku nayê zanîn, nayê famkirin tê nîşandan. Îro jî di nava girtekên Meclîsê de ji bo zimanê kurdî  ‘zimanê nayê zanîn’, ‘zimanê nayê famkirin’ û ‘zimanê x’ tê nivîsîn. 
 
BI QASÎ JIYANÊ GIRÎNG E
 
Li hemû kurdan bang hat kirin ku xwedî li zimanê xwe derbikevin, nexwe kurdî jî bi wendabûnê re rûbirû ye. Di demekî ku kurdî bi wendabûnê re rûbirû maye de ya esasî ew e ku ji kreşê heya zanîngehan divê kurdî bê parastin, xwedî statuyekî fermî be û wek zimanê perwerdeyê bi destûra bingehîn ve were mîsogerkirin. Dema ku em vana didin ber çavan divê kurd ji bo zarokên xwe di nava dersên bijarte de kurdî hilbijêrin. Ev mijarekî wek jiyanî giring e."
 
BANGA LI DEWLETÊ Û KURDAN HAT KIRIN 
 
Daxuyaniyê de bang li dewletê hat kirin ku ji bo zimanê kurdî berpirsyariya xwe bîne cih û bang li gelê kurd jî hat kirin ku bila ji bo zarokên xwe wek dersên bijarte Kurmancî û Dimilkî bibijêrin. 
 
Navê saziyên ku metnê destnîşan kirine wiha ne: Kongreya Avakirinê ya Dêrsimê, Fedarasyona Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk,Federasyona Komeleyên Mereşê, Navenda Çandê ya Koçgirî a Ewrupa, Komeleya Xinûsê ya Elmanya,  Însiyatîfa Gel a Kurecîk ya Elmanya, Federasyona Kurdên Anatoliya Navîn, Komeleyên Demokratîk ên Elewî. 
 

Sernavên din

20/01/2022
10:11 Demîrtaş: Tecrîdê rakin û bi Ocalan re biaxivin
09:59 Girtiyê teşhîsa xelet danîn ser felc ma
09:58 Gotiye ‘he’ 10 sal ceza lê birîn!
09:20 Wê doza Denîz Poyraz bi girseyî were lidarxistin
09:01 Girtîgeh veguherandin zanîngehê
09:01 Ma Music dê 'Rojên Muzîkê' li dar bixe
09:01 Beriya komkujiyê tetikkêş Altûn birine 'kampên moralê'
09:00 Dê dosyeya Kirbayir bişînin AYM'ê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
19/01/2022
23:07 Bavê Îlham Ehmed jiyana xwe ji dest da
17:30 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:27 Biryara 'hepsa malê' ya derbarê hevşaredaran de piştî 613 rojan hat rakirin
17:12 Hrant Dînk li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Wê ji kujeran hesab were pirsîn
17:12 Doza Madimakê hat dîtin: Demborî ne pêkan e
17:01 ÎHD'ê Orhan Karaagar bi bîr anî
16:34 DTSO û ÎHD'ê banga hilbijkartina dersên bijarte yên kurdî kirin
16:25 ‘Vê berfa ku dibare jî agirê di kezeba me de natefîne’
16:12 HDP’ê serdana xebatkarên BBC’yê ku di grevê de ne kirin
15:52 Olûç: Di komkujiya Konyayê de gelek pirs hene, nayê lêkolînkirin
15:44 Çalakiya malbata Dokû rexmî barîna berfê jî didome
15:22 Li taxên Peyasa Amedê rê girtî ne û ceyran jî hatiye birîn
15:22 Hrant Dînk li pêş mala lê ji dayik bûbû hat bibîranîn
15:21 Kelûpelên girtiyan destserkirin û birin li kantînê firotin
14:45 Doza karesata keştiyê ku 61 penaber fetisîbûn hat taloqkirin
14:29 Rojnamevan Orhan Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:12 Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar in
14:06 Li dijî pêkanînên keyfî 6 roj in di greva birçîbûnê de ne
13:54 Polîsan nivîsa ji berfê ya li ser dîwar qedexe kir!
13:54 Ji ber straneke kurdî ji parlementera HDP’î re fezleke amade kirin
13:24 Ji bo aktîvîstê aştiyê ceza hat xwestin
13:11 Xelkê Amedê: Qeyûm şovê dike lê xebatê nake
13:01 Piştî ku rê hatin girtin qeyûm meseya qrîze ava kir
12:18 Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man
11:35 Rojnameger Daştan: Li Efrînê her tişt bi agahiya NY'ê bû
11:22 ‘Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin Mexmûrê vala bikin’
11:22 Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin!
10:22 Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne
10:21 ji ber berfê li bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin
09:43 Dr. Salih: Bikaranîna çekên kîmyewî zirareke cidî dide xelkê û herêmê
09:42 Berfê li Amedê rê girtin û qeyûm 'ne amade' bû!
09:39 Serokê Yeşîlayê bi kafeya xwe ya nargîleyê li dijî tiryakê têdikoşe!
09:21 KASED dê li Mêrsînê konserekê li dar bixe
09:20 'Girtiyên înfazên wan hatine şewitandin berdin'
09:18 Înfaza girtiyê ku tevahiya laşê wî îflas kiriye hat şewitandin
09:16 Bang li CPT'yê kir: Girtîgeh bûne navendên mirinê
09:09 Di hevdîtina vekirî de nehiştin hevjînên hev li kêleka hev rûnên
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
18/01/2022
22:06 Li Qoserê formên dersên bijarte nedan xwendekaran
20:23 Ji bo dersa kurdî belavok belav kirin
20:10 Daxuyaniya hevpar a 8 partiyên siyasî: Em bibiryar in ku berpirsiyariya civakî pêk bînin
18:41 Berfê li navçeyên Amedê jî erd spî kir
16:57 'Nobeta Edaletê' ya Wanê di roja 40'î de ye
16:54 Berfê li Amedê rûyê erdê spî kir
16:33 Serokên daîreyan ên qeyûmê Amedê şerê hev kirin
16:15 Artêşa Iraqê gef li Şengalê dixwe
16:14 Wê daxwaza malbatên Nobeda Edaletê digirin li mitînga Amedê olan bide
15:42 HDP'ê xebatên xwe yên mitînga Amedê li Bismîlê domand
15:32 Rêxistinên sivîl banga parastin û bijartina dersên kurdî kirin
15:13 Ceza li Serokê Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:13 Bûldan: Yên ku tecrîdê didin sepandin û qala Îmraliyê dikin ne jidil in
15:03 Li Aydinê hin dibistanan kurdî ji dersên bijarte derxistin
14:43 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan serdana malbata Şenyaşar kir
14:13 Şenyaşar: Wê hemû deriyê edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê
14:13 Leşkeran li Şêrwanê ciwanek kirin binçavan
14:02 Dadgehê cezayê dîsîplînê betal kir
13:03 Çalakiya ‘Gulistan li ku ye?’ di roja 18’an de ye
12:54 Bahçelî bertekên amediyan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir
12:43 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:43 PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qada aloziyê
12:23 Faîlê destdirêjiyê Serokê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê hat berdan
11:09 29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in
10:26 Ruhê berxwedêr ê Kalo li her kûçeyên Amedê ye
10:22 Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê angaştên derpkirinê lêkolîn nekir
09:00 Di 15 salan de 82 hezar û 253 kes ji ber tahdeyê serî li TKFD'ê dane
09:00 Krîzê traktor pê da firotin, niha jî dora heywanan e
09:00 Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan
09:00 Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin
09:00 Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve
09:00 Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê
08:56 Li Qeyseriyê erdhej çêbû
17/01/2022
21:22 Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da
20:38 Li Semsûrê kesek hat girtin
19:29 Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir
19:12 KCD û DBP çûn taziyeya Kalo
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin