NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber berf û cemedê, li bajarên bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin.
Li bakurê Kurdistanê, berfa ku dh saetên berê êvare dest pê kir hê jî didome. Ji ber berf û cemedê û girtina rêyên li navend, navçe û gundên bajarên mîna Amed, Riha, Dîlok, Xarpêt, Dersim, Mêrdîn, Riha û Mûşê ji bo rojekê (19'ê çileyê) dibistan bi tevahî hatin girtin.
Tê payîn ku heta saetên êvarê li van bajaran barîna berfê bidome.