* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şerê rûmetê yê sedsala 21’emîn tê kirin û gotibû: “Em ê jiyana azad di şexsê Kobanê de û jiyana nû bi ruhê berxwedana Arîn Mîrkanan ava bikin.”
* Andok Dersim Amed ku di êrişa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê de her du nigên wî jêbûn, anî ziman ku Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê re bûye şoreşeke gerdûnî.
* Rojnamevan Xezne Nebî ya li Kobanê berxwedana ku li dijî DAIŞ'ê 135 roja berdewam kir şopand anî ziman ku ya Kobanê rizgarkirî felsefeya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bû û wiha got: "Ciwanê ku ji çar parçe Kurdistanê hatin Kobanê bi baweriya wê îradeyê hatin cem hev û Kobanê rizgar kirin."
* Ferhat Tûran, kurê Ramazan Tûran ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, got: "Zilmeke din a bi salan e li kurdan tê kirin, li dîroka vê dewletê hat nivîsandin."
* 5 girtiyên di Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de, bi hinceta ku ewlehiya canê wan tune ye dest bi greva birçîbûnê kirin.
* Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, têkildarî êrişên DAIŞ’ê yên li Hesekê anî ziman ku ev ne êrişên ji rêzin e, plansaziyek mezin e û bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ'ê û Tirkiyeyê de.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 323'yemîn de berdewam bike.
* Danişîna doza rojnamevan Devrîm Ayik ê girtî wê li Dadgeha Îzmîrê were lidarxistin. (11.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Silopiya wê ji bo Serokê HADEP'ê yê Navçeyê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebûbekîr Denîz ên di sala 2001'an de hatin windakirin bernameya bîranînê li dar bixe. (13.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed û Wanê berdewam bike. Nobeda li Amedê wê di roja 71'an de li ber Peykerê Mafê Mirovan a li Parka Koşuyoluyê were lidarxistin. (13.00-16.00)
* Platforma Jinan a Enqereyê wê li dijî gotinên di demên dawî de jinan dikin hedef li avahiya Egîtîm Sena Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.30)