AMED - Li semta Ofîsê ya Amedê komeke birûpoş bi çekan êrişek pêk anîn. Di êrişa çekdarî de 4 kes birîndar bûn.
Li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê saet li dor pêncê êvarî dengê tifingan hat. Hat hînbûn ku komek birûpoş, bi tivingan êrişî hin kesan kirine. Di êrişê de 3 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambulansa hat cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî.
Li gor agahiyên bi dest ketin, êriş ji ber lîstika bahisê çêbûye.