Li Mêrsînê polîsan tevî esnafan li karkerên Kurd xistin

  • rojane
  • 11:43 26 Çile 2022
  • |
img
MERSÎN – Li navçeya Erdemlî ya Mersînê polîsan wesayîta malbata Akcan sekinand û girê dan. Li ser bertekên malbatê jî polîs û cendirmeyan li endamên malbatê û karkeran xist. Malbatê da zanîn ku polîsan bangî bangî esnafên derdorê kiriye û rastî êrişa wan jî hatine
 
Malbata Akcan ku 12 sal berê ji ber sedemên aborî ji Sêrtê koçî Mersînê kiribûn, ji wê rojê ve debara xwe bi karê narinciyê dikin. Endamên malbatê û karkerên bi wan re ku bi heqdestekî kêm di karên baxçeyan de dixebitin, di 24’ê Çileyê de ji bo karê berhevkirina lîmonan çûn Taxa Çeşmelî ya navçeya Erdemlî ya Mersînê. Endamên malbatê da zanîn ku dema ji kar vedigeriyan, polîsên kontrola rê dikirin pêşiya wan girtiye û bi hinceta ‘qoltix kêm e’ hewl dan wesayîta wan girê bidin. Dema malbatê xwest bi polîsan re biaxivin jî rastî lêdana polîs û cendirmeyan hatin. Her wiha polîsan bang li esnafên derdorê kirin û tevî wan kesan li endamên malbatê û karkeran xistin. 
 
Endamên malbata Akcan û karkerên bi wan re têkildarî êrişê axivîn. 
 
JI WESAYÎTÊ PAYA BÛN Û HEQARET KIRIN 
 
Ji endamên malbatê Adnan Akcan destnîşan kir ku dema ji kar vedigeriyan malê, li Taxa Çeşmelî ya Erdemliyê ji hêla polîsan ve hatine sekinandin û bûyer wiha vegot: “Di serî de nifteya wesayîtê xwestin. Em ji wesayîtê paya kirin û dest bi çêran kirin. Piştre jî gotin ku dê wesayîtê girê bidin û 10 hezar lîre ceza li me birîn. Me jê re got ku em di şertên giran de dixebitîn û vêcarê li me biborin. Lê guh nedan. Di vê navberê de nêzikatiyeke xerab nîşan dan. Dema me bertek nîşan dayî jî ji me re gotin; ‘Hûn kî ne ku bersiva me didin. Mafê axaftinê yê mîna kesên we nîne.’ Min jê re got ‘ma ger hûn wesayîta me girê bidin evqas mirov dê çi bixwin.’ Wî polîsî jî ji min re got; ‘Ger em van cezayan nedin, wê demê em ê çi bixwin.’ Min wê demê fêm kir ku ji xwe mebesta wan birîna cezayê ye.” 
 
‘WEK BERTEKEK MIN WESAYÎTA XWE ŞEWITAND’
 
Di berdewamê de Akcan daxuyand ku tevî çêrên polîsan jî ew bi aram tevgeriya ne û ev tişt anî ziman: “Lê bi zêdebûna van çêran re êdî min xwe negirt. Ji bo ku wan protesto bikim min wesayîta xwe şewitand. Min du caran agir berda wesayîta xwe lê her carê vemirandin. Piştre jî wesayîta me birin. Apê min xwe avêt pêşiya wesayîtê ji bo ku nebin lê bi çavsorî tevdigeriyan û hindik mabûn bidin ser apê min. Ajokarê ku wesayît birî dîsa hate cihê bûyerê. Me bertek nîşan da. Li ser vê yekê polîs û cendirmeyan êrişî me kir. Bi xaza îsotê, jop û pêhnan li me xistin. Bêyî ku bêjin ev jin an jî zarok in, polîsan gule berdan hewa. Ev jî bi têrî nekir ku polîsan bangî esnafên li derdorê kir da ku êrişî me bikin. Hewl dan li wir komkujiyekî bikin. Di destê esnafan de bivir û çûv hebûn. Li me tevan jî xistin. Me jî hewl da xwe biparêzin. Cendirmeyan ji me re got; ‘Hûn kesên ji rojhilat in. Hûn kî ne ku tên vir û serî li ber polîs û cendirmeyan radikin.’ Piştre jî bi jin û mak çêr li me kirin.” 
 
POLÎSÎ KAMERAYA XWE ŞIKAND 
 
Akcan got ku polîsekî kêliya banga li esnafan dikir kişandibû lê bi zanebûn kameraya xwe avêt erdê, pê lê kir û şikand. Akcan wiha berdewam kir: “Wan jî dizanîn ku ew dîmen li dadgehê dê serê wan biêşîne. Dîmenên ku min kişandibûn jî cendirmeyan ji telefonê birin. Cendirmeyan ez û apê min binçav kirin. Bi zanebûn em di nava koma faşîst de birin qereqolê. Wê komê jî li me xist. Li qereqolê polîsên trafîkê gotin ku dê gilîdar nebin lê me bi israr got ku em ê giliyê bikin. Ji bo ku gilî nekim cendirmeyekî payebilind hate cem min û got ‘ji bo bûyer mezintir nebe dev ji giliyê berde.’ Ez li wir qaneh kirim.” 
 
‘EM Ê HEMÛ JINAN BIKUJÎN’
 
Endameke din ê malbatê Mercan Akcan (15) jî derheqê bûyerê de wiha got: “Em karkerên hilberînê ne. Em neçarin ji bo debara xwe bixebitîn. Ji bo ku wesayîta me girê nedin me gelek hêvî jê kirin lê guh nedan. Piştre jî tevî esnafan êrişî me kirin. Dema min hewl dida kekê xwe biparêzim, cendirmeyan li min û xwîşka min xistin. Diqîriyan û digotin ‘em ê hemû jinan bikujin.’ Gelek tirsiyam. Dema xwîşka min ber bi birayê min ve diçû bi pora wê girtin û kişandin. Zêdetirî 100 wesayît derbas bûn lê tenê yek jî nedan sekinandin. Lê tenê ya me sekinandin û girê dan. Bêrehm tevdigeriyan.” 
 
‘KURD PEREYÊN XWE DIDIN CEZAYAN’
 
Ji şahidên bûyerê Zozan Tama (14) û Samet Bahadir jî destnîşan kirin ku polîsan heqdestê wan ê 6 mehan di nava 5 deqeyan de tune kiriye û li deverên mîna Mersînê Kurd hemû pereyê xwe didin cezayên bi vî rengî. Welatiyan got ku polîs li gorî keyfa xwe tevdigerin.
 
Selman Guzelyuz - Cemîl Ugur
 

Sernavên din

28/01/2022
11:10 Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin
10:49 Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive
10:12 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir
10:05 Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê
09:45 AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir
09:25 Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive
09:03 Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin
09:03 Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye
09:03 Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin
09:03 ‘Em bibin dengê girtiyan'
09:03 TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike
09:03 Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye
09:03 Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2022
20:33 'Nobeda Spî' didome
20:18 Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
19:39 Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir
19:26 Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin
18:10 Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir
17:48 Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin
17:00 ‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min'
16:45 Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin
16:38 Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe
16:36 Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye
16:11 Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû
16:02 Malbata Dokû: Bila Zainal Abarakov bê darizandin
15:55 HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in
15:29 Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan
15:17 Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’
12:11 ‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’
09:58 ‘Girtîgehên tîpa S bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin’
09:10 KNK'ê ji bo têkbirina DAIŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir
09:10 Baş: Zemîneke çareseriyên rast berpêş dike çêdibe
09:09 Ceyrana malbata ku bi meaşê astengdariyê debara xwe dike birîn
09:08 Bilûrvan Dagdelen: Dengê bilûrê wekî girînê û qîrînê ye
09:06 Dayika di Nobeda Edaletê de: Zarokên me bi tecrîdê dikujin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2022
23:59 Daxuyaniya Erdogan a têkildarî Îmraliyê: Divê meriv wî ji Ocalan bipirse
19:46 Dayanê ku wesayîta zirxî lê qelibî hat definkirin
19:00 Aydenîz bertek nîşanî avêtina ser DBP'ê da: Ên dixwazin birûxînin ew bi xwe dirûxin
18:06 Mazlûm Ebdî: Li Hesekê serketina Kobanê hat dubarekirin
17:58 Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir
16:57 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
16:56 Ciwanê ku maşîneya zirxî lêdabû jiyana xwe ji dest da
16:42 Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê hêvî da mirovahiyê
16:37 Bernameya ‘Rojên Muzîkê’ ya Ma Musicê diyar bû
16:17 Zimanê kurdî hebûna kurda ye, zimanê xwe hilbijêrin
16:10 Doza endezyar Cîhan Can ê hat kuştin taloq bû
16:09 DÎB: Pêdivî bi Tifaqa Demokrasiyê heye
16:09 Ji ber ku ranta erd aşkera kir ji 301'an doz lê hat vekirin
15:49 Li Êlihê di salekê de 5 hezar û 19 binpêkirinên mafan qewimîne
15:47 Lêgerîna li avahiya DBP’ê piştî 7 saetan bi dawî bû
15:37 Sancar serdana Sefîra Bilind a Efrîkaya Başûr kir
15:37 Rapora Girtîgehên Tîpa T yên Tarsus, Aksaray û Eregliyê hat weşandin
15:30 ‘Gelo qet wîjdana we tune ye?’
14:50 Danişîna Doza Endama Akademiya Jinan Aras taloq bû
14:48 Ji ÎHD’a Stenbolê rapora 3 mehan: 3 hezar û 118 binpêkirin qewimîne
14:47 Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan nobedê digire
14:24 Gergerlîoglu: Li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê îşkence li hin kesan hat kirin
13:51 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:41 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê winda bikin
13:41 Di roja azadkirina Kobanê de derbeyeke din li DAIŞ'ê hat xistin
13:39 Kontrola edlî ya rojnameger Şahîn nehat rakirin
13:26 ‘Naxwazin piştperdeya bûyera Dîrîlan bê zelalkirin’
13:14 HSD'ê endamên DAIŞ'ê di nava 3 avahiyan de dorpêç kir
13:13 Li Girtîgeha Qeyseriyê angaşta îşkenceyê
12:52 Waliyê Rihayê di 2 mehan de çima 7 caran çû Serêkaniyê û Girê Spî?
12:33 Jin tên kuştin: Faîl xizmên wan in
12:33 Sakik: Xwediyên sozan divê peymana civakî îmze bikin
12:00 Biden gefa Ûkraynayê li Pûtîn xwar
11:43 Li Mêrsînê polîsan tevî esnafan li karkerên Kurd xistin
11:10 Li Cizîrê teqîn: 3 kes birîndar bûn
11:06 14 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
10:35 Salih Muslim: Plana Hesekê jî mîna plana Kobanê vala hat derxistin
10:25 Ozturk: Erdogan sûcên mezin kir, ew ê hesab bide
10:22 Endamên TUM BEL – SEN’ê di hedefa qeyûm de ne
10:13 Polisan li Qoserê 6 kes binçav kirin
10:03 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girtin
09:36 HSD: 23 dîlgirtiyên din hatin rizgarkirin
09:22 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê
09:22 Ji bo MA'yê krîmînalîze bikin şahidên nepen xistin dewrê
09:22 Berdevka EHP'ê Akman: Em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin
09:22 Tevî keça xwe ya 5 salî di Nobeda Edaletê de ye
09:21 Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Elî: Armanca êrişê neteweya demokratîk bû
09:16 'Girtiyên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:16 Egîtîm Sena Şirnexê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê