Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine

  • rojane
  • 09:03 28 Çile 2022
  • |
img

COLEMÊRG - Samî Geylanî li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê girtî ye bi telefonê li gel dayika xwe axivî behsa binpêkirinên mafan kir. Gulşen Geylanî got wan zarokên xwe ne ji bo îşkence li wan were kirin mezin kirine û xwest zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. 

Roj bi roj êriş, zext û îşkenceya li girtîgehan zêdetir dibin. Bi hezaran girtiyên siyasî yên kurd bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Yek ji van girtiyan jî Samî Geylanî ye ku niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jimara 2’yan dimîne ye. Geylanî di sala 2010’an de li navçeya Dêrika Mêrdine bi îdiaya “endamê rêxstinê ye” hatiye girtin û 16 sal ceza lê hatiye birîn. Geylanî 12 sal in girtî ye û 4 caran hatiye sirgûnkirin. Dema nû têgirtin wî dişînin Girtîgeha Amedê ya Tîpa D. Pişt re jî wî sirgûnî Girtîgeha Sîncana Enqereyê, Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F û Girtîgeha Bunyana Kayseriyê dikin. 
 
Samî Geylanî her roja duşemê bi telefonê li gel dayika xwe Gulşen Geylanî diaxive. Geylanî di telefonê de qala êrişên binpêkirinên mafan ku pê re rûbirû mane kir û destnîşan kir ku gardiyanan îşkence û zextên derûnî li girtiyan dikin û pêdiviyên wan rojane nadin wan. 
 
‘HEM CEZA DIKIN Û HEM JÎ ÎŞKENCEYÊ LI WAN DIKIN’ 
 
Gulşen Geylanî  ya bi lawê xwe re axivî diyar kir ku lawê wê jê re wiha gotiye: “Gardiyan zextan li me dikin. Gardiyan di derengiya şevê de bi ser qawîşan de digirin. Tiştên me pêwîst nadin me. Dema gardiyan tên odeyê dibêjin, 'Dema em hatin jimartinê, hûnê rabin ser piya û amadeyî bisekinin’. Kursiyên em li serê rûdinên jî nadin me.” 
 
Gulşen Geylanî bertek nîşanî zextên li ser girtiyan ad û got: “Îşkenceya derûnî li girtiyên siyasî dikin. Kurê min hem girtî ye hem jî zext lê tên kirin. Divê îşkenceyê li girtiyan nekin û tiştên xerab neyinin serê girtiyan. Ev 2 meh in me cil û pêdivî ji lawê min re şandine, lê hêj nedanê. Nameyên girtiyan nadin wan. Gelek zext li wan tê kirin, lê ji bo ez pê neêşim ji min re nabêje.” 
 
3 CAR IN QAWÎŞA WÎ DIGUHERÎNIN 
 
Geylanî anî ziman ku di nava 4 mehan de sê caran qawîşa lawê wê guhertine û got: “Ez 5 rojan li girtîgehê geriyam, min got ka çi bi serê kurê min de hatiye. Mixabin her 5 roj jî bersiva min nedan. Dawiyê bersiva min dan û gotin ku nikarin agahiyan li ser telefonê bidin.” 
 
‘JI ÎŞKENCEYÊ RE ÊDÎ BES E’ 
 
Geylanî da zanîn ku her tim lawê wê di xema wê de ye û tenê ne we hemû dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe bi fikar in. Geylanî anî ziman ku ev zexta li girtiyan tê kirin di heman demê de li malbatên wan jî tê kirin û got: “Êdî bes e îşkenceyê li zarokên me dikin. Em dayik vê zilmê û îşkenceyê qebûl nakin. Bes ê êdî bila dayikan aciz nekin.” 
 
‘ZAROKÊN ME JI BER ZILMÊ DIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ’ 
 
Geylanî bal kişand ser zext û êrişên li ser girtiyan û wiha got: “Bila berpirsyarên hikûmetê wezîfeya xwe bicih bînin. Heke zext berdewam bikin wê girtî bikevin çalakiya greva birçîbûnê. Heke vê carê bikevin çalakiyê kes nikare pêşiya girtiyan bigire. Bila êdî destên xwe ji ser zarokên me rakin. Zarokên me tînin wê astê ku çalakiyan li dar bixin. Ev zilm li tu dewletên ecnebiya jî tune ye. Me li dewletên ecnebiyan zilmek wiha nebîhstiye û nedîtiye.” 
 
‘BILA HER KES RABE SER PIYAN’ 
 
Geylanî bang li malbatên girtiyan kir ku ji bo zarokên xwe girtî rabin ser piya û mil bidin milê hev û pêşî li vê zilmê bigirin. Geylanî diyar kir ku ji bo zarokên xwe ew dikarin her tiştî bikin û got: “Eger em bixwazin em ê biçin ber deriyên girtîgehan. Em ê biçin ber Wezareta Dadê rûnên. Bila kes xwe bêdeng neke. Me ewladên xwe li erdê nedîtiye. Me zarokên xwe ne ji bo ku dewlet îşkenceyê li wan bike mezin kir. Hiş û hizrên me li ser zarokên me ye. Em ji rewşa wan bi fikar in.” 
 
4 SAL IN KURÊ XWE NEDÎTIYE 
 
Gulşen anî ziman ku ew êdî zilma li ser zarokên xwe naxwazin û xwest girtiyan bînin bajarên nêzî malbatên wan. Gulşen destnîşan kir ku 4 sal in wê kurê xwe nedîtiye û got: “Xwedê jî vê zilmê qebûl nake.” 
 
BANG LI PARLAMENTERAN KIR 
 
Geylanî bang li parlamenter û parêzeran kir ku hin bêtir xwedî li girtiyan derkevin û divê parlamenter û parêzer hefteyê carek serdanan hemû girtîgehan bikin û pêşî li zext û zordariyan bigirin. 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz 
 

Sernavên din

28/01/2022
11:10 Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin
10:49 Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive
10:12 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir
10:05 Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê
09:45 AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir
09:25 Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive
09:03 Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin
09:03 Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye
09:03 Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin
09:03 ‘Em bibin dengê girtiyan'
09:03 TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike
09:03 Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye
09:03 Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2022
20:33 'Nobeda Spî' didome
20:18 Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
19:39 Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir
19:26 Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin
18:10 Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir
17:48 Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin
17:00 ‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min'
16:45 Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin
16:38 Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe
16:36 Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye
16:11 Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû
16:02 Malbata Dokû: Bila Zainal Abarakov bê darizandin
15:55 HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in
15:29 Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan
15:17 Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’
12:11 ‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’
09:58 ‘Girtîgehên tîpa S bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin’
09:10 KNK'ê ji bo têkbirina DAIŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir
09:10 Baş: Zemîneke çareseriyên rast berpêş dike çêdibe
09:09 Ceyrana malbata ku bi meaşê astengdariyê debara xwe dike birîn
09:08 Bilûrvan Dagdelen: Dengê bilûrê wekî girînê û qîrînê ye
09:06 Dayika di Nobeda Edaletê de: Zarokên me bi tecrîdê dikujin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2022
23:59 Daxuyaniya Erdogan a têkildarî Îmraliyê: Divê meriv wî ji Ocalan bipirse
19:46 Dayanê ku wesayîta zirxî lê qelibî hat definkirin
19:00 Aydenîz bertek nîşanî avêtina ser DBP'ê da: Ên dixwazin birûxînin ew bi xwe dirûxin
18:06 Mazlûm Ebdî: Li Hesekê serketina Kobanê hat dubarekirin
17:58 Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir
16:57 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
16:56 Ciwanê ku maşîneya zirxî lêdabû jiyana xwe ji dest da
16:42 Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê hêvî da mirovahiyê
16:37 Bernameya ‘Rojên Muzîkê’ ya Ma Musicê diyar bû
16:17 Zimanê kurdî hebûna kurda ye, zimanê xwe hilbijêrin
16:10 Doza endezyar Cîhan Can ê hat kuştin taloq bû
16:09 DÎB: Pêdivî bi Tifaqa Demokrasiyê heye
16:09 Ji ber ku ranta erd aşkera kir ji 301'an doz lê hat vekirin
15:49 Li Êlihê di salekê de 5 hezar û 19 binpêkirinên mafan qewimîne
15:47 Lêgerîna li avahiya DBP’ê piştî 7 saetan bi dawî bû
15:37 Sancar serdana Sefîra Bilind a Efrîkaya Başûr kir
15:37 Rapora Girtîgehên Tîpa T yên Tarsus, Aksaray û Eregliyê hat weşandin
15:30 ‘Gelo qet wîjdana we tune ye?’
14:50 Danişîna Doza Endama Akademiya Jinan Aras taloq bû
14:48 Ji ÎHD’a Stenbolê rapora 3 mehan: 3 hezar û 118 binpêkirin qewimîne
14:47 Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan nobedê digire
14:24 Gergerlîoglu: Li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê îşkence li hin kesan hat kirin
13:51 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:41 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê winda bikin
13:41 Di roja azadkirina Kobanê de derbeyeke din li DAIŞ'ê hat xistin
13:39 Kontrola edlî ya rojnameger Şahîn nehat rakirin
13:26 ‘Naxwazin piştperdeya bûyera Dîrîlan bê zelalkirin’
13:14 HSD'ê endamên DAIŞ'ê di nava 3 avahiyan de dorpêç kir
13:13 Li Girtîgeha Qeyseriyê angaşta îşkenceyê
12:52 Waliyê Rihayê di 2 mehan de çima 7 caran çû Serêkaniyê û Girê Spî?
12:33 Jin tên kuştin: Faîl xizmên wan in
12:33 Sakik: Xwediyên sozan divê peymana civakî îmze bikin
12:00 Biden gefa Ûkraynayê li Pûtîn xwar
11:43 Li Mêrsînê polîsan tevî esnafan li karkerên Kurd xistin
11:10 Li Cizîrê teqîn: 3 kes birîndar bûn
11:06 14 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
10:35 Salih Muslim: Plana Hesekê jî mîna plana Kobanê vala hat derxistin
10:25 Ozturk: Erdogan sûcên mezin kir, ew ê hesab bide
10:22 Endamên TUM BEL – SEN’ê di hedefa qeyûm de ne
10:13 Polisan li Qoserê 6 kes binçav kirin
10:03 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girtin
09:36 HSD: 23 dîlgirtiyên din hatin rizgarkirin
09:22 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê
09:22 Ji bo MA'yê krîmînalîze bikin şahidên nepen xistin dewrê
09:22 Berdevka EHP'ê Akman: Em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin
09:22 Tevî keça xwe ya 5 salî di Nobeda Edaletê de ye
09:21 Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Elî: Armanca êrişê neteweya demokratîk bû
09:16 'Girtiyên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:16 Egîtîm Sena Şirnexê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê