MÊRDÎN - HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreya ku dê sibê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bê lidarxistin, bang kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Nisêbînê wê sibê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar Kongreya Asayî ya 4'an li dar bixe. Parlementerên HDP'ê Pero Dundar, Ebrû Gunay û Omer Ocalan jî di nav de şandeya HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê serdana esnafan kirin û belavok kongreyê belav kirin.
HDP'iyan ji bo kongreyê bang li hemû şêniyên navçeyê kirin ku tevli kongreyê bibin.