Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê

  • rojane
  • 10:36 13 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de got: “Heta ku birêz Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê.” 
 
Di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de pêk hat, 23 sal derbas bûn. Ocalan tevî ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye jî di çareseriya demokratîk de israra xwe didomîne. Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ku di Şandeya Îmraliyê de cih girt û li gel Ocalan hevdîtina pêk anî ji ajansa me re axivî û behsa şert û mercên Ocalan kir. Dîcle anî ziman ku komplo bi berxwedana mezin a Ocalan a li Îmraliyê têk çû. 
 
‘OCALAN BI BERXWEDANÊ KOMPLO PÛÇ KIR’ 
 
Hatîc Dîcle destnîşan kir ku komploya navnetewî ya li dijî Ocalan û kurdan berdewam dike û wiha got: “Birêz Ocalan, beriya ku azadiya fîzîkî bi dest bixe, divê were qebûlkirin ku ev komplo didome. Ev zêdebûna tecrîda mutleq ya dawî nîşan dide ku komplo hîn bêtir kûrtir bûye. Birêz Ocalan dema ku parêznameya ji bo DMME’yê amade dike, di heman demê de wekî ku wê demê bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, wekî ‘rêveberê stratejiyê’ wezîfeya xwe didomîne. Birêz Ocalan ku rêberê stratejîk e, ji bo avakirina PKK û paradîgmaya nû gav avêt. Daxuyandibû ku li Tirkiyeyeke ku hemû mafên ku bi qanûnên gerdûnî û bi Rêveberiya Xweser a li cihê di nava sînorên Tirkiyeyê de tên garantîkirin, bi temamî bên dayîn, ew ê di nava komara demokratîk de cih bigirin û kurd karibin bimeşin. Xeteke demokratîk bi temamî ji têkoşîna çekdarî dûr dikeve. Her wiha bi danasîna rêgezên azadiya jinê û ekolojîk, hema bêje PKK ji nû ve afirand. Bersiva herî bi bandor a ku birêz Ocalan dabû komployê ev bû. Îro paradîgmaya ku birêz Ocalan di şert û mercên girtîgeh û tecrîdê de daye pêş, gihiştiye asteke gerdûnî. Tevî ku bandorên mezin bûn jî bi berxwedana birêz Ocalan komplo nekarî encam bigire.” 
 
‘ŞANDEYA DEWLETÊ AGAHÎ DIBIR DIDA ERDOGAN’ 
 
Dîcle bal kişand ser peyman ango mutabakata Dolmabahçeyê ya di navbera Şandeya Îmraliyê û rayedarên hikûmetê de hat îmzekirin û got: “Amadekirina hemû mijarên girîng ên weke peymana Dolmabahçeyê, axaftina Newrozê, muzakere, perspektîfan hewl dida her kesî tevlî bike. Şêwazek wî ya xebata kolektîf hebû. Hemû pêşnûme jî bi xwe amade kir. Peymana Dolmabahçeyê jî piştî demeke kurt hat qebûlkirin. Erdogan her tim digot, ‘Haya min ji Peymana Dolmabahçeyê tunebû’. Rojekê dema em ji hevdîtina bi birêz Ocalan re derketin, heyeta dewletê bi helîkopterê vedigeriya û em jî bi keştiyê vedigeriyan. Min ji musteşarê giştî pirsî, ‘Hûn agahiyê didin Desteya Wezîran?’ Wî jî wiha ji min re got, ‘Desteya Wezîran agahdar e, piştî derketina Îmraliyê herî dereng saetekê em Serokwezîr û Serokomar agahdar dikin’. Yanî nebûna agahiya Erdogan bi tevahî derew bû, nirxandineke ne rast bû.”
 
‘DIVÊ ŞERTÊN OCALAN JÎ MÎNA YÊN MANDELLA BIN’
 
Dîcle bal kişand ser rewşa Mandela û Ocalan û got: “Ez dixwazim balê bikşînim ser du tiştan. Beriya her tiştî dema dewlet û Erdogan dest ji çareseriya vê pirsgirêkê berdan, axaftinên Erdogan jî hatin guhertin. Birêz Ocalan di hevdîtinê de ji heyeta dewletê re got, ‘Heke ev pêvajo xera bibe, helbet hûn dikarin werin û biçin. Lê hevdîtina me ji qalîteya sohbetê derbas nabe’. Ev pir girîng bû. Gihîştina hin biryaran ne axaftina li ser muzakereyê ye. Birêz Ocalan careke din xîtabî heyeta dewletê kir, dema min ev pêvajo nirxand Nelson Mandella rast digot. Mandella digot, ‘Wisa nabe’. Di dema ku Mandella hêj li gravê girtîbû dema ku heyeteke dewletê diçû cem wî û bi wî re hevdîtin pêk anî, gotibû, "Bêyî ku bi temamî azad bibim ez nikarim barekî ewqas giran hilgirim’. Birêz Ocalan her wiha pêşbînî kir ku di heyama dawî de ev pêvajo xera bibe û got heta ku ew azad nebe hevdîtin nayên kirin. Divê birêz Ocalan xwedî azadiya fîzîkî be. Ji bilî van hemû hewldanên şerê taybet ji bo xapandina gelê me ye. Dewletê li ser vê yekê tecrîdê kûrtir kir. Lê çi dibe bila bibe, Ocalan di heman fikrê de ye.” 
 
‘BIRÊZ OCALAN BERXWEDANEK MEZIN NÎŞAN DIDE’ 
 
Dîcle destnîşan kir ku dewlet hin tiştan li Ocalan ferz dike û Ocalan jî li hember vê li ber xwe dide û got: “Ocalan tiştên dewlet dibêje qebûl nake. Ew jî tecrîdê kûr dikin. Birêz Ocalan tu agahiyan bi xwe re nahêle, dibêje. Ew gotina xwe venaşêrê, dibêje. Dema tecrîd nebe birêz Ocalan diaxive. Lê ji ber ku AKP ne li gorî polîtîkayên Erdogan e, serî li tecrîda giran didin. Birêz Ocalan di telefonê de got, ‘Ev lîstik e, wisa nabe, hiqûqa min heye, mafê min heye, di 3-5 deqeyan de nayê kirin. Divê parêzerên min, malbata min werin. Divê ez bikaribim bi her kesî re biaxivim’. Birêz Ocalan berxwedaneke mezin nîşan dide. Li dijî tecrîd, komplo û lîstikan disekine.” 
 
‘HEKE OCALAN AZAD BIBE DÊ PIRSGIRÊK JÎ ÇARESER BIBE’ 
 
Dîcle bal kişand ser gotinên Erdogan ên derbarê Îmraliyê de û wiha domand: “Dizanin ku di nava gelê kurd de rastî windahiyeke mezin tên. Sedema vê windakirinê di heyama dawî de hin kesên li Kurdistanê bi alîgirên xwe re derbasî CHP’ê dibin. Niha jî beşeke dewletê dibîne ku bi AKP-MHP’ê re ne pêkan e ku pêş bikeve, ev rejîm di serdema xwe ya dawî de ye û di pêvajoya hilweşînê de ye. Lewma ev axaftinên Erdogan ne exlaqî ne. Tecrîdeke bi vî rengî ya mutleq li ser birêz Ocalan tê meşandin, dayîna peyamê ji bo kurdan bêexlaqî ye. Erdogan dibîne ku di nav kurdan de winda bûye. Berê li Kurdistanê du partî hebûn. Yek AKP û yek jî HDP hebû. Dibînin ku AKP li Kurdistanê dihele. Ew taktîkek şerê taybet bi kar tîne da ku bibîne ka ez dikarim hinek kurdan li hember vê helandinê tevlihev bikim.
 
Ger bi rastî ji xwe bawer e, bila Erdogan deriyên Îmraliyê veke û birêz Ocalan biaxive. Bi azadî biaxive. Lê nikare bike, cesareta wan nîne. Ji ber ku ew baş dizanin ku birêz Ocalan dema biaxive dê çawa wan şermezar bike. Şerê 7 salan ji Tirkiyeyê re gelek tişt winda kir. Ew ê berdêla van windahiyan bidin. Bêyî azadiya birêz Ocalan çareserî nabe, birêz Ocalan her ku azad bibe dê pirsgirêk çareser bibe. Heta ku birêz Ocalan azad nebe û xwe bi azadî îfade neke, gotinên wan dê berhewa bimînin. Dê neyê nîqaşkirin jî. Ne hêja ye ku meriv li ser gotinên Erdogan jî nîqaş bike. Divê meriv ew qas zelal be.” 
 
‘OCALAN AZADIYÊ DISPÊRE’ 
 
Dîcle li ser li Îmraliyê çi diqewime jî pêşbîniyên xwe anî ziman û got: “Dema ez fikrên ku ez bi xwe şahidî dikim li ber çavan digirim, bêguman hin kes hene ku bi taktîkek nû ya dewletê diçin hevdîtinan. Ez bawer nakim ku rayedarên dewletê wir vala bihêlin. Lê Ocalan nêzîkatiya xwe ya beriya 7 salan didomîne. Bi dîtina min birêz Ocalan di fikra ‘Heta ez azad nebim, ez nikarim bi vê pirsgirêkê re mijûl bibim’ de ye. Heyetên di nava dewletê de diçin Îmraliyê. Birêz Ocalan di nava berxwedaneke mezin de ye. Heta ku birêz Ocalan gotinên xwe diparêze jî nîşaneya berxwedaneke mezin e. Ji ber vê yekê jî Erdogan alîkarekî bêexlaq e. Gelek tengav bûne. Nikarin berxwedana birêz Ocalan jî bişkînin. Ji ber ku helwest û daxwaza birêz Ocalan eşkere ye. Zanîn û helwesteke wî ya ewqas mezin heye ku bi destê Erdogan nayê xapandin.” 
 
‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ 
 
Dîcle bal kişand ser kampanya azadiya ji bo Ocalan û wiha got: “Ocalan ji heyeta dewletê re got, ger ev pêvajo xera bibe, 25 salên din jî derbas bibin dê dîsa li ser heman xalan çareserî bê dîtin. Di şerê 7 salan de ev encam çi bû? Dewletekê her cure çekan ceriband û tevî teknîkê jî nekarî pirsgirêka kurd ji holê rake. Wî zêdetirî 300 çekên kîmyayî bikar anîn. Berxwedana Garê, berxwedanên Werxelê, Avaşîn, Zap û Metîna da xuyakirin ku nikarin gerîlayan têk bibin. Di şer de ti encam dernakeve. AKP-MHP bi têkçûna gelek organan re rûbirû ye. Ew qonaxek pêşîn e. Niha ew ê hilweşin. Hemû dîktator di rewşeke wiha de bûn. Di Hîtler de jî hat dîtin. Ew vê rastiyê nabînin. Ew di qesra xwe ya piçûk de dijîn. Tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê têk çû. Azadiya Ocalan tekane çareserî ye ku hem civaka kurd hem jî ya tirk rehet bike û wan ji krîzên piralî derxîne.  Divê azadiya birêz Ocalan pêk were. Niha ne dema şer e, dema azadiyê ye. Dema azadiya birêz Ocalan hatiye.” 
 
Çawa ku di sala 1789’an de Şoreşa Fransa pêvajoya damezrandina dewletên neteweyî da destpêkirin, her ku çû gerdûnî bû, an jî Şoreşa Cotmehê bandor li hemû cîhanê kir, Şoreşa Rojava jî ku bi paradîgmaya Ocalan pêk hat, xwedî wê hêzê ye ku bandorê li herêmê bike. Di rewşekê de ye ku hem li ser Rojhilata Navîn hem jî li ser hemû pêşketinê bandor bike. Paradîgmaya neteweya demokratîk a birêz Ocalan îro li Rojava tê meşandin û encam bi dest dixin. Di van rojên ku 15'ê Sibatê nêzîk dibe de ez difikirim ku wê bi hembêzeke pir xurt a gelê kurd û bi piştgiriya dostên wan, tevgereke ku dê salvegera dîlgirtina 24’emîn Ocalan ber bi azadiyê ve bibe. 8'ê Adarê, 21'ê Adarê, 4'ê Nîsanê li pêşiya me ye. Di vê pêvajoyê de divê gelê me bi hezê beşdarî ruhê serdemê bibe. Em bi hêvî ne ku ji bo azadiya Ocalan pêngaveke pir xurt were avêtin.” 
 
MA / Azîz Orûç
 

Sernavên din

15/02/2022
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê
16:10 Li Stenbolê pankartên ‘roja reş’ hatin daliqandin
15:58 Yek ji ‘Keçên Dêrsimê yên Winda’ Fatma Îçîn rehmet kir
15:28 Nobeta Edaletê ya Wanê kete roja 66’an
14:48 Dadgehê ceza da Emîne Şenyaşar
14:28 OHD’ê li gelek bajaran daxuyanî da: Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin
14:19 Jinan bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir
14:14 Rêxistinên elewiyan wê giliyê bikin
14:14 ÎHD û Baroya Mûşê bertek nîşanî girtina Guneş dan
13:35 Di doza Mehmet Sîncar de hemû daxwaz hatin redkirin
12:30 Dosyayên doza çeteya fuhûşê hatin dizîn
12:29 La Marseillaise, daxwaza azadiya Ocalan derxist manşeta xwe
12:29 Polîsan Dayika Aştiyê Işik binçav kirin
12:28 Doza Mehmet Sîncar: 129 sal jî derbas bibe em ê têbikoşin
12:08 Onûr Meydan ku dest dirêjî jineke ciwan kiribû hate girtin
11:51 Dr. Farshad Pisoureha: Ocalan emanetê Qazî Mûhammed e!
11:13 Li çend bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:55 Miley: Nêrîna Ocalan dikare tîranî û aloziyê bi dawî bike
10:34 Boriyên DÎSKÎ’yê 20 roj li ber xwe nedan!
10:33 Mîhrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
10:23 Baroya Amedê li dijî bihakirina ceyranê doz vekir
09:24 Mehmet Ocalan: Em rica nakin çûyîna Îmraliyê mafê me ye
09:20 Dayika malwêran a bi zarokên xwe serbilind: Hacîce Çatak
09:13 Komeleya Çandê ya Dîcleyê wê piştî 3 salan konser bide
09:12 Ocalan 'şerê aştiyê' dimeşîne
09:00 ROJEVA 14 SIBATA 2022'YAN
08:23 Rojnamevan Zeynep Durgut hat binçavkirin
13/02/2022
20:57 Esnafên Amedê bi tefandina lembeyên dikanan zema ceyranê şermezar kirin
20:21 Bi forûman bertek nîşanî koploya 15'ê Sibatê dan
18:56 Gule berdan wesayîta Parlamentera HDP'ê Surucu
18:32 Di êrişa li ser Eyn Îsayê de sivîl jiyana xwe ji dest da
16:51 Esnafên Amedê dê 3 rojan bihabûna ceyranê protesto bikin
16:35 ‘Bila deriyên Îmraliyê vebibin da ku çareserî pêk were’
15:35 Nobeda Edaletê sê meh li pey xwe hişt: Stran diyarî girtiyan hatin kirin
15:22 Bayindir: Azadî di Rêya Sêyemîn de ye
14:29 Li Îranê 33 roj in agahî ji jinekê nayê girtin
14:07 Dadgeha Federal namzetiya Hoşyar Zêbarî betal kir
12:46 Bûldan: Yên ku gelê me nas neke em jî wan nas nakin
12:13 Serhildana Şêx Seîd di sala 97’emîn de ye: Înkarkirina netew û zimanê kurdan didome
11:55 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Welatiyê ji sedî 90 astengdar jî hat binçavkirin
11:49 Malbata Şenyaşar: Heke zilm rewa be, berxwedan jî maf e
10:51 Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin
10:36 Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê
09:54 Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn