Di doza Mehmet Sîncar de hemû daxwaz hatin redkirin

  • rojane
  • 13:35 14 Sibat 2022
  • |
img

AMED - Heyeta dadgehê di doza Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê ku li Batmanê hatibû qetilkirin de hemû daxwazên parêzeran red kir û danişînek din taloqî 4 mehên din kir. 

Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’yan de li Batmanê hatibû qetilkirin. Danişîna 7’emîn a doza derbarê qetilkirina Sînar de hatibû vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Bersûcê dozê ku yek bi tenê ye û negirtî ye endamê Hîzbullahê Cîhan Yildiz û parêzerên xwe ji Dadgeha Batmanê bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. 
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Dersim Dag, Îmam Taşçier, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn, Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, parêzerên endamên ÎHD’ê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê dozê şopandin. 
 
RAGEŞIYA LÊGERÎNÊ 
 
Heyeta dadgehê ferman da polîsan ku kesên bikevin eywana danişînê li ser wan lêgerîn were kirin. Ev yek bû sedema nîqaş û krîzê. Cîhan Sîncar bertek nîşanî vê yekê da û got: “Yên ku 30 sal in li edaletê digerin em in lê dîsa li ser me lêgerîn tê kirin.” Heyeta dadgehê nehişt rojnamevan jî bikevin eywanê. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ket dewrê û piştî hevdîtina bi heyetê re destûr rojnamevanan a şopandina dozê hat dayîn. 
 
Wek danişîna beriya niha dîsa heyeta dozê hat guhertin. Serokê dadgehê agahiyên li dosyeyê hatine zêdekirin parve kir. Ewilî mafê axaftinê da dozger. 
 
XWEST AGAHÎ BÊN DAYÎN 
 
Cîhan Sîncar û birayê wê Alî Sîncar danzanîn ku tiştek ew ê li dijî mutalayê bêjin tune ye û pişt re parêzer Gulşah Kaya axivî. Kaya destnîşan kir ku nêzî 30 salan e şahdi û kujer nehatine dîtin û darizandin bêşahid tê kirin. Kaya bal kişand ser îtîrafên endamên JÎTEM’ê yên wê demê û li gel vê yekê jî kujer nehatine cezakirin. Kaya xwest derbarê cînayeta Sîncar de ji MÎT, yekîneyên îtîxbaratên emniyet û cendirmeyan re nivîs were nivîsandin û agahî werin dayîn. 
 
EREN: BERPIRSIYARIYA XWE BÎNIN CIH 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî parastinê kir û diyar kir ku tenê tetikkêşan cînayetên salên 90’î pêk aniye û cînayeta Sînar û yên din ji aliyê grûpên paramîlîter ve pêk hatiye û wê serdemê hin rayedarên dewletê jî hatiye ziman. Eren da zanîn ku ronîkirina vê dosyeyê ji bo avakirina siberojê gelek girîng e û liv î welatî pirsgirêkek civakî ya bingehîn heye û divê her kes bi vê re hevrû bibe. Eren got, “Birêz heyet, qetilkirina parlamenterek qet we aciz nake. Diyar e ku tenê ne tetikkêşek vê cînayetê kiriye. Di vê mijarê de berpirsiyariya xwe bînin cih û daxwazên me qebûl bikin.” 
 
Parêzer Serhat Eren jî axivî û xwest derbarê bersûc de biryara girtinê were derxistin. 
 
Serokê ÎHD’a Amedê parêzer Abdullah Zeytûn jî anî ziman ku ji bo ev dosye jî wek dosyeyên din bi bêcezatiyê neyê hiştin, heyeta dadgehê berpirsiyar e. 
 
Dadger pişt re mafê axaftinê da bersûc Cîhan Yildiz û îdia kir ku ew bêsûce û îtîraza daxwaza girtina derbarê xwe kir. 
 
DAXWAZ HATIN REDKIRIN 
 
Piştî parastinan heyeta dadgehê daxwaza girtina bersûc û hemû daxwazên din red kir û danişînek din taloqî 4 mehên din 27’ê hezîranê kir. 
 
 

Sernavên din

15/02/2022
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê
16:10 Li Stenbolê pankartên ‘roja reş’ hatin daliqandin
15:58 Yek ji ‘Keçên Dêrsimê yên Winda’ Fatma Îçîn rehmet kir
15:28 Nobeta Edaletê ya Wanê kete roja 66’an
14:48 Dadgehê ceza da Emîne Şenyaşar
14:28 OHD’ê li gelek bajaran daxuyanî da: Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin
14:19 Jinan bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir
14:14 Rêxistinên elewiyan wê giliyê bikin
14:14 ÎHD û Baroya Mûşê bertek nîşanî girtina Guneş dan
13:35 Di doza Mehmet Sîncar de hemû daxwaz hatin redkirin
12:30 Dosyayên doza çeteya fuhûşê hatin dizîn
12:29 La Marseillaise, daxwaza azadiya Ocalan derxist manşeta xwe
12:29 Polîsan Dayika Aştiyê Işik binçav kirin
12:28 Doza Mehmet Sîncar: 129 sal jî derbas bibe em ê têbikoşin
12:08 Onûr Meydan ku dest dirêjî jineke ciwan kiribû hate girtin
11:51 Dr. Farshad Pisoureha: Ocalan emanetê Qazî Mûhammed e!
11:13 Li çend bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:55 Miley: Nêrîna Ocalan dikare tîranî û aloziyê bi dawî bike
10:34 Boriyên DÎSKÎ’yê 20 roj li ber xwe nedan!
10:33 Mîhrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
10:23 Baroya Amedê li dijî bihakirina ceyranê doz vekir
09:24 Mehmet Ocalan: Em rica nakin çûyîna Îmraliyê mafê me ye
09:20 Dayika malwêran a bi zarokên xwe serbilind: Hacîce Çatak
09:13 Komeleya Çandê ya Dîcleyê wê piştî 3 salan konser bide
09:12 Ocalan 'şerê aştiyê' dimeşîne
09:00 ROJEVA 14 SIBATA 2022'YAN
08:23 Rojnamevan Zeynep Durgut hat binçavkirin
13/02/2022
20:57 Esnafên Amedê bi tefandina lembeyên dikanan zema ceyranê şermezar kirin
20:21 Bi forûman bertek nîşanî koploya 15'ê Sibatê dan
18:56 Gule berdan wesayîta Parlamentera HDP'ê Surucu
18:32 Di êrişa li ser Eyn Îsayê de sivîl jiyana xwe ji dest da
16:51 Esnafên Amedê dê 3 rojan bihabûna ceyranê protesto bikin
16:35 ‘Bila deriyên Îmraliyê vebibin da ku çareserî pêk were’
15:35 Nobeda Edaletê sê meh li pey xwe hişt: Stran diyarî girtiyan hatin kirin
15:22 Bayindir: Azadî di Rêya Sêyemîn de ye
14:29 Li Îranê 33 roj in agahî ji jinekê nayê girtin
14:07 Dadgeha Federal namzetiya Hoşyar Zêbarî betal kir
12:46 Bûldan: Yên ku gelê me nas neke em jî wan nas nakin
12:13 Serhildana Şêx Seîd di sala 97’emîn de ye: Înkarkirina netew û zimanê kurdan didome
11:55 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Welatiyê ji sedî 90 astengdar jî hat binçavkirin
11:49 Malbata Şenyaşar: Heke zilm rewa be, berxwedan jî maf e
10:51 Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin
10:36 Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê
09:54 Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn