WAN - Doza kuştina penaberê 17 salî Lutfûllah Tacîk ku li GGM'ê di encama tundiya polisan de jiyana xwe ji dest dabû bi dawî bû. Dadgehê, bi sûcdariya "birindarkirina hêsan" 5 meh ceza li polis S.O. birî û derbarê polis H.O.O de jî biryara beraetê da.
Di 27'ê gulana 2014'an de li Navenda Paşvegerandinê ya Wanê polisan li penaberê 17 salî yê bi navê Lutfûllah Tacîk dabûn û ew kuştibûn. Piştre derbarê polisên kujer de doz hatibû vekirin. 25'emîn danişîna polisê kujer li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Parêzerê Tacîk, Mahmût Kaçan li danişînê amade bû. Lê polisên ku doz li wan hatibû vekirin S.O. û H.O.O tevlî danişînê nebûn.
Di danişînê de Parêzer Mahmût Kaçan parastin kir û xwest ku polis bên cezakirin.
Piştî parastina Parêzer Kaçan, heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê, bi sûcdariya "birindarkirina hêsan" 5 meh ceza li polis S.O. birî û derbarê polis H.O.O de jî biryara beraetê da û dosyayê girt.