Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin

  • rojane
  • 16:25 16 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Wan, Amed û Îzmîrê hatine destpêkirin berdewam in. Di çalakiya îro de malbatan diyar kir ku kes nikare kurdan bi girtîgehan tune bike û xwestin ku zarokên wan bên berdan. 
 
Bi mebesta berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatên girtiyan di roja 4’emîn de jî berdewam kir. Di çalakiyê de malbatên girtiyan dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd, sûcê li dijî mirovahiyê ye” vekirin. Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê û Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Konakê hatin serdana malbatan. 
 
OHD: EM PİŞTGIRIYÊ DIDIN BERXWEDANÊ 
 
Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê Şûkran Ozturk di çalakiyê de diyar kir ku ew piştgiriyê didin berxwedana malbatan û wiha domand: “Binpêkirinên li girtîgehan êdî derketina asta binpêkirina mafê jiyanê. Weke OHD’ê me jî derheqê van binpêkirinan de gelek caran rapor amade kirin. Me gelek serlêdan jî kirin. Lê ji ber xemsariya Saziya Tipa Edlî (ATK) û rayedaran, ev hewldanên me bêncam man. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê têkoşîna edaletê ya dayikan.” 
 
DAYIK: EM AŞTIYÊ DIXWAZIN
 
Malbatên di çalakiyê de jî spasiyên xwe pêşkeşî mêvanan kir. Yek ji çalakvanan Hanîfe Gumuş da zanîn ku şert û mercên girtîgehê zarokên wan nexweş kirine û ev tişt anî ziman: “Zarokên me şandine girtîgehên dûr. Lewma jî em nikarin biçin serdana wan. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş bên berdan. Edalet li Tirkiyeyê nîne. Heke hebûya dê Aysel Tugluk bihata berdan. Dixwazin kurdan li girtîgehan tune bikin. Lê divê bizanin ku em bi milyonan kes in. Em ne şerxwaz lê aştîxwaz in. Bila zarokên me bên berdan. Banga me ji her kesî ew e ku piştgiriyê bidin me. Bila dayik û bavên girtiyan beşdarî çalakiya me bibin.” 
 
AMED
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê di roja 93’yan de berdewam kir. Di nobedê de Hakki Boltan ê bavê girtiyê nexweş Ciwan Botlan axivî û bi bîrxist ku 93 roj in nobedê digirin û got: “Bila zextên ku li ser girtiyan tê meşandin bi dawî bibin. Em zextên ku ku desthilata AKP û MHP’ê li ser girtiyan dimeşîne napejirînin. Desthilata AKP’ê qanûnên xwe pêk nayîne. Girtiyên ku nexwaşin nayên dermankirin. Girtiyên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan. Li ser girtiyan sepanên kûştinê tên kirin.” 
 
BANGÎ PARTIYÊN SIYASÎ KIR 
 
Boltan di axaftina xwe de serdana malbatên girtiyan a bo partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li Enqereyê bi bîr xist û got: “Bila partiyên siyasî soza xwe bi cih bînin. Em banga li rêxistinên sivîl dikin ku ji bo girtiyan bi hestiyar tevbigerin.” Boltan di dawiyê de got heta ew encamê negirin dê dest ji çalakiya xwe bernedin. 
 
WAN
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li Baroya Wanê hat destpêkirin 67 roj in didome. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun û rêveberên partiyê serdana nobedê kirin. 
 
Parlamenter Muazzez Orhan di serdanê de axivî û bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha got: "Girtîgeh veguherîne cihê îşkenceyê. Mafên girtiyan tê binpêkirin. Her wiha tecrîd niha li hemû girtîgehan tê domandin. Polîtîkayên tecrîdê ne tenê li hemberî girtiyan li hemberî malbatên girtiyan jî tê domandin. Ev neheqû bi tu awayî nayê qebûlkirin. Niha bi hezaran girtiyên siyasî yên dîl hatî girtin di nav berxwedanê de nin. Em ê li derve bibin dengê wan girtiyan. Guh û çavê me li girtîgehan e. Em ê polîtîkayên li hemberî girtîgehan tê meşandin teşhîr bikin. Heke hiqûqeke rasteqîn hebûya îro ev tişt pêknedihatin. Îro bi hezaran kes nedihatin girtin. Li welat ne hiqûq û ne jî edalet heye. Em bang li rayedaran dikin ku dawî li wan polîtîkayan bînin. Her wiha divê li dijî tecrîd û pêkanîna edaletê her kes bikeve nava hewldanan." 

Sernavên din

18/02/2022
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû