* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, qedexekirina zimanê kurdî û astengkirina wê weke “qirkirina çandî” pênase dike û wiha dibêje: “Ji ber ku ziman û çanda me hate qedexekirin, ev 50 sal in em têkoşîneke bêhempa didin. Xwedîderketina li ziman û çandê, peywira her kesekî ye.”
* Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç 29 sal berê hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina wî xizmên wî navê wî li 40 zarokên xwe kirin û bi vî awayî xwedî li bîranîna wî derdikevin.
* Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir ku bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Rojhilata Navîn bi awayekî zelal tê dîtin û got: "Ev paradîgma nirxên cewherî yên civakê didin der û dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe."
* Jinan bertek nîşanî fatûreyên ceryan û gazê û bihabûna beran da û diyar kirin ku xwe bi kîsikê ava germ germ dikin û xwestin zem bên betalkirin.
* Parêzer Îlke Işik îfadeyên berpirsê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Kasim Guler ên di dosyeya Komkujiya Gara Enqereyê de nirxandin û got: "DAIŞ'iyên tiliya wan di komkujiyê de hîn jî bi awayekî çalak li ser kar in. Heya ev neyên girtin dê talûke bidome."
* Nobeda Edaletê ya malbata Şanyaşar dê di roja 346’an de berdewam bike.
* "Doza Akademiya KCK'ê" ya Haydar Ergul jî di nav de gelek kes jê tên darizandin wê li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00-17.00)
* 46'emîn danişîna "Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê" ku gelek siyasetmedarên kurd jê tên darizandin wê li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Strenbolê bê dîtin.
* Danişîna yekemîn doza li Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn hatiye vekirin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dêrsimê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza bersûcên firar ên Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqerê ku Erman Ekîcî ji sûcê mirovahiyê tê darizandin wê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê bê dîtin. (10.00)
* Danîşana doza derbarê 6 rojnamegerên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHK'ê hatibû girtin ji nû ve dest pê kir wê li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza rojnameger Bariş Bariştiran wê li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ
* Bijîjkên malbatan, bi daxwaza başkirina mafên xwe wê li seranserê Tirkiyeyê dev ji kar berdin. (12.30)
* Nobetên edaletê yên malbatên girtiyan wê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bikin. (13.00-16.00)
* Ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê wê MED-DER li Hala Amedê etîketên bi kurdî belav bike. (15.30)
* Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan, di çarçoveya "Kampanya ji Girtiyên Nexweş re Azadî" li Rawestgeha Metroyê ya Sogutluçeşmeyê ya Kadikoya Stenbolê danezanan belav bike. (17.00)