‘Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz êdî hew dikare di girtîgehê de bimîne'

  • rojane
  • 09:10 20 Sibat 2022
  • |
img
RIHA - Hevalên girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Bazo Yilmaz ku di Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê de ye, bang kirin: "Êdî nikare di girtîgehê de bimîne." 
 
Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihaym, di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Bazo Yilmaz e. Yilmazê 67 salî di Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê de ye. Nexweşîna pişikê ya obstruktîf a kronîk (KOAH) pê re heye. Yilmazî bi makîneya oksîjenê dijî. 
 
Yilmaz, di 12'ê Kanûna 2012'an de bi îdiaya endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Li Şaredarê Bajaroka Gogan ê berê û endamê Meclîsa Şaredariya Xalfetiyê Yilmaz, di sala 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza hatiye birîn. 
 
Hevalên wî yên odeyê têkildarî tenduristiya wî de faksek ji ÎHD a Şaxa Rihayê re şandin. 
 
PIŞTÎ ÎŞKENCEYÊ ASTIM VEGUHERÎ KOAH'Ê
 
Di faksê de ev tişt hatine nivîsandin: "Bazo Yilmaz 67 salî ye. Hevalekî me yê ku nexweşîna KOAH'ê ya giran pê re heye. Di sala 2014'an de teşxîsa astimê hatiye danîn. Piştî vê dest bi tedawiyê kiriye û her çûye nexweşîn qels bûye. Lê di 11'ê Kanûna 2016'an de hatiye binçavkirin. Û piştî binçavkirineke 25 rojan a bi îşkenceyê derbas bûye, nexweşîna wî veguheriye KOAH'ê. Yanî di dema binçavkirinê de KOAH lê peyda bûye. Ji lew re tam 25 rojan li hêwaneke sporê ya sergirtî û bê hewa û nepaqij de bi muameleyeke dijî mirovatiyê re rû bi rû maye. Li vira ji bêgavî betaniyên lekeyên dûmanê, xwînê, rûn û mîzê li ser avêtiye ser xwe. Ji ber vê bi vê nexweşînê ketiye. Paşê ji ber KOAH'ê ketiye nav ciyan." 
 
'NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'
 
Hevalên wî di faksê de diyar kirine ku par hevalê wan Yilmaz rakirine Saziya Tiba Edlî û gotine: "Di 8'ê Sibata 2021'ê de ew birin Saziya Tiba Edlî. Ev rêwîtî tam 4 rojan dewam kiriye û di vê rêwîtiyê de guh li tu lazmatiyên wî nehatine kirin. Saziya Tiba Edlî raporek amade kiriye. Lê hem ew û hem jî em me kir nekir me xwe negihand hûrguliyên vê raporê. Wê çaxê wî du caran birine heyeta girtîgehê. Lê li vira jî jê re gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne.' Rewşa wî bi giştî ev e. Bazo Yilmaz niha nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û di nav ciyan de ye. Her roj girêdayî makîneya oksîjenê ye. Em hevalên wî ku her kêlî li cem wî ne, naxwazin wateya gotina 'dikare di girtîgehê de bimîne' bidin ber lêprisînê. Ji lew re tişta em dizanin ev e; qethiyen nikare di girtîgehê de bimîne. Em wisa bawer dikin ku hûn ê li ser vê meseleyê bisekinin. Serkeftin." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

21/02/2022
13:30 Nexşerêya 2022'yan a Kurdî: Divê partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin
13:02 Baroya Rihayê pankarta "Kamber Ateş Nasılsın" bi avahiya xwe ve kir
12:42 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê ‘Rapora Îmraliyê’ eşkere bike
12:00 Beriya Doza Geziyê daxuyanî hat dayîn: Darizandine neheqe
11:47 DFG'ê atolyeya rojnamegeriya kurdî da destpêkirin
11:44 Emîne Şenyaşar: Bila êdî dawiyek li vê zilmê bê
11:22 Îmîr a HDP’î pêşniyaznameya kurdî da
11:19 Dag: Heke zimanê me winda bibe, em ê hebûn û dahatûya xwe jî winda bikin
11:19 Li Koyê Komxebata Navnetewî ya zimanê kurdî dest pê kir
11:18 Tevlîbûna bîranîna Denîz Poyraz sûc e!
11:02 HDP: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
10:36 DBP: Divê zimanê kurdî bi qanûnan were mîsogerkirin
09:46 ‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’
09:04 ‘Bila newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin’
09:04 Birayê girtiyê nexweş Bîlgîn: Bila pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
09:04 Dayika Mehmet Tûnç: Ji bo birînên me der bikin her tiştî dikin
09:04 Robar: Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê ‘birayê xwe’ qedexe dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2022'YAN
20/02/2022
22:06 Lîstika Xal û Xwarzê hat pêşandan
20:49 ‘Perwerdehiya ziman tûne be, biyanî bûn dest pê dikê’
20:06 Bûldan ji Edeneyê bang kir: Yên winda bikin ne em in, Tirkiye ye
19:18 Li Stenbolê şahiyên ziman hatin lidarxistin
18:29 Qeyûm, wesayîta agirkujiyê xist xizmeta AKP’ê
18:14 ‘Li dijî şer yekane hêvî fikriyata Ocalan e’
17:22 Dayika Zeynep Celaliyan: 15 sal in agahiyê ji keça xwe nagirim
17:07 Buldan: Pirsgirêka kurd bêyî Îmraliyê çareser nabe
16:31 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila girtîgeh nebin ‘malên mirinê’
16:30 Wesayîta Dede yê HDP’î qeza kir: 2 kes birîndar bûn
16:06 Ji Amedê bang: Pirsgirêka ziman, bi çend gavên xapînok çareser nabe
15:29 Akar: Di mijara PKK’ê de me û Barzaniyan li hev kir
14:56 Ji qeyûm qenciya bi milyon lîreyan!
14:45 Hunermendên ku dê beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin diyar bûn
14:20 Di girtîgehê de 4 pirtûk nivîsandin û 30 sal piştre derket
14:06 Girtiyê nexweş ê 82 salî jiyana xwe ji dest da
13:51 Dag û Er li dijî binpêkirinan ev 8 roj in di rojiya mirinê de ne
13:31 HDK li Stenbolê bi pêkhateyên xwe re civiya
13:21 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir
13:04 Yilmaz ê ÎHD’î: Karmendên girtîgehê ji neçareseriyê cesaret digirin
12:11 ‘Divê di her qada jiyana me de kurdî hebe’
11:45 Zimanzan Aydin: Ziman, bi perwerdeyê tê parastin
11:02 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me ya edaletê ya bûy hêviya civakê
10:52 Bi kûçikan îşkence kir, bi Soylu jî xwe parast
09:59 Adil Qazî: Kurdan bi berxwedanê xwe parast
09:14 Rêxistinên jinan: Bîra Tûglûkê bîra têkoşînê ye
09:12 Bang li malbatan kir: Bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin
09:10 ‘Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz êdî hew dikare di girtîgehê de bimîne'
09:08 Çawîşê pispor dest dirêjî jinekê kir, dozgeriyê jî doza beraeta wî kir
09:06 'Dîroka kurdan di zimanê wan de veşartiye'
09:04 'Çima tu bi dayika xwe re bi kurdî diaxivî?'
09:02 Sûbaşi: Zaravayeke kurdî jî bimire, dê bingeha ziman qels bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2022'YAN
19/02/2022
23:13 Eşyayên Mehmet Tûnç radestî malbatê hatin kirin
17:07 Şahiya Zimanê Kurdî: Em bikin ku zimanê me bibe stêrka geş a li esmanê welatê me
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin