Nexşerêya 2022'yan a Kurdî: Divê partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin

  • rojane
  • 13:30 21 Sibat 2022
  • |
img

AMED -  Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, nexşerêya sala 2022'yan a ji bo zimanê kurdî aşkera kirin û xwestin ku partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin û Newroza îsal bikin Newroza zimanê kurdî. 

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li oteleke li navçeya Sûrê ya Amedê civînek li dar xistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanîfî Turan, nûnerên pêkhatên PZK’ê, pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî, parlamenterên HDP’ê û gelek kes beşdarî civînê bûn. 
 
NEWROZA KURDÎ
 
Piştî civînê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxuyaniyeke hevpar nexşerêya sala 2022'yan a hevbaş a ji bo zimanê kurdî amade kiribûn aşkera kirin. Daxuyanî bi zaravayên kurmancî û kirmanckî hat xwendin. Daxuyaniya bi kurmancî ji aliyê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Almaz Kan û daxuyaniya bi kirmanckî jî ji aliyê Endamê Platforman Zimanê Kurdî Nesîp Gultekîn ve hat xwendin. Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Almaz Kan, diyar kir ku weke platform û tor ji partiyên siyasî daxwaz dikin ku Newroza îsal bikin Newroza zimanê kurdî û bi hevdû re pirsa zimanê kurdî geştir bikin.
 
DIVÊ KURDÎ BIBE ROJEVA SIYASETÊ
 
Tevahiya daxuyaniya Şîlan Almaz Kan wiha ye:
 
"Piştî bi dawîkirina kampanya ya 21 Sibatê divê xebat ji bona mafê zimanê Kurdî her berdewam be. Zimanê me hebûn, nasname û rûmeta me ye. Em divê van nirxan hertim bînin ziman û dubare bikin. Pirsa ziman bi gelek haweyan divê di rojeva siyaset û civaka kurdan hergav mişt bike. Em di wê baweriyê de ne ku rengê siyaset û civaka kurdî her divê kurdewar be. Ji ber van sedeman Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi hevdû re biryar dane ku em bi hevdû re kar bikin, karê xwe qoordîne bikin û her sazî di warê xwe de, xebata xwe ji bona mafê ziman kurdî berfirehtir bike. Divê em bi hevdû re pirsa zimanê kurdî geştir bikin û pirsa zimanê kurdî di asteke bilindtir de, di nava civaka Kurdan de, di nava hêzên desthilatdarî û oposizyona Tırkîyê de bixînin rojeva siyasetê.
 
'PIRSA ZIMAN BIAXIVIN'
 
Platforma Ziman û Tora Ziman wê ji siyaseta Kurdan bixwaze ku Newroza sala 2022 bibe Newroza zimanê Kurdî. Ne tenê li bajarekî lê belê li hemû deverên ku Newroz lê werin pîroz kirin, divê xaleke sereke li ser pirsa zimanê Kurdî be. Ne tenê siyasetmedar li ser pirsa ziman axavtinan bikin, lê divê rewşenbir, nivîskar, helbestvan, seyda, hunermend û kesayetiyên cuda di qada Newrozan de li ser pirsa ziman biaxivin. Hemû kesên ku di vê mijarê de bi axivin jî, ji gelê kurd vê pirse bikin; hûn dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî? Bi dengekî biiind ev daxwaz erêkirin wê bibe weke referandûmek ji bona mafê zimanê kurdî. Em di vê bahweriyê de ne ku em ê bi milyon dengan bidin hevdû.
 
ŞAXÊN PLATFORM Û TORÊ
 
Dîsa di xebat û çalakıyên roja 8 ê Adarê de emê heman daxwazan dubare bikin. Li vir jî wê jinên kurd û hevalbendên wana daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî weke referandûmekê bidin dengdanê. Erêkirina vê daxwaze wê di gelek waran de moralê xemxûr û xebatkarên zimanê Kurdî bilind bike.Weke Platform û Tor em dixwazin şax û perên xwe li hemû bajarên Kurdistanê û metropolan berfirehtir bikin. Tevgereke zimanî sazbikin. Divê xebata ziman li her deverê berfireh bibe. Her sazî di warê xwe de xwe tekûztir bike, bi hevdû re alîkar be û xebata xwe bigîhînê derdorên cüda.
 
Bi medya Kurdî re têkilîyên bi rêkûpêktir saz bike û daxwaz bike ku medya kurdî giringiyê bide pirsên zimanê kurdî. Xebata Platform û Torê bi hemû saziyên medya kurdî re divê di nava hemahengîyeke dostane de derbas bibe. Medya Kurdî di gelek xalan de hertim dibe alikar ji bona ku mafê zimanê Kurdî bikeve rojeva siyaset û civakê.
 
PANEL Û KONFERANS
 
Heta Roja 15'ê Gulanê, ango roja zimanê kurdî Platform û Tor bi hevdû re û bi saziyên têkildar re semîner, panel û konferansa lidar bixine. Bi taybet jî li ser pirsa ziman û jin, ziman û netewe, ziman perwerde, ziman û hiquq, ziman û siyaset ûhw çalakîyan lidar bixîne. Zimanê me her di rojevê de be. Li gori şert û mercan jî konserên mûzikê bi hunermendan re amade bike. Dîsa bi gelê xwe re, li deverên neqandi civinên li ser zimanê Kurdî bi dayîk û bavan re, bi ciwanan re gotubêj bike, giringiya zimanê Kurdî derxinê holê û astengiyên di nava gel de çine, rê û rêbazan jî bi beşdaran re niqaş bike."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/02/2022
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim
15:51 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan
15:42 Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in
15:32 Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
15:21 Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin
15:14 Li Girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin
14:49 Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn
14:40 Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin
14:15 Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin
14:04 ‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
14:00 Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê
13:12 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" aşkera kir
13:05 Dîmenên kesên êrişî HDP’ê kirin derketin holê
12:53 Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin
14:45 Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren
14:01 Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn
13:50 Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê
13:35 Li Amedê civîna 21’ê Sibatê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
13:30 Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar