MÊRDÎN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tên ragirtin li dijî binpêkirinên mafan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger da destpêkirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tên ragirtin, li dijî pêkanîn keyfî û binpêkirinên mafan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger da destpêkirin. Hat diyarkirin ku wê çalakî bi komên ji 3 kesan pêk tê û 5 rojan carekê pêk were. Parêzerên ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin ragihandin ku çalakî duh hatiye destpêkirin û weke koma ewil Sûphî Soylemez, Alî Tûna û Dervîş Akyurek dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.
Girtiyan daxwazên xwe wiha rêz kirin:
“* Divê rêveberiya girtîgehê dawî li ferzkirinên qawîşên bêalî û pêkanînên bi armanca şikandina îradeya girtiyan bîne,
* Divê girtiyên nexweş bên dermankirin û bi awayekî bi rêk û pêk sewqî nexwşexaneyê bên kirin.
* Divê demildest dest ji pêkanînên di pêvajoya sewqkirina nexweşxaneyê de diqewimin ên li dijî rûmeta mirovahiyê bên bi dawî kirin.
* Divê dawî li biryarên kêyfî yên Lijneya Îdarî û Şopandinê bên anîn û girtiyên ku înfaza xwe temamkirine demildest bên berdan.
* Divê mafên wan ên aktîvîteyên civakî yên bi pêvajoya pandemiyê re hatine sînordarkirin an jî bi temamî hatin rakirin, bên îade kirin.”