WAN - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê serdana Nobeda Edaletê ya li Wanê kirin û gotin divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike.
Nobeda Edaletêy a malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 72’yemîn de berdewam dike. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê serdana nobedê kirin.
‘TECRÎD TESÎRÊ LI SER HER KESÎ DIKE’
Endama Meclisa Ciwanan Rojbîn Varhan diyar kir ku neheqiya li zindanan sepanên dij mirovî ne û ew jî xwedî li vê berxwedana dayikan a dane destpêkirin derdikevin. Varhan bal kişand tecrîdkirina ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Tecrîda ku li rêberê gelan birêz Abdullah Ocalan tê sepandin li tevahiya civakê û girtîgehan tê sepandin. Ev rewş bandorê li ser her kesî dike. Gelek girtiyên nexweş hene divê girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin werin berdan. Berxwedana malbatan berxwedana me ye. Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike.”