‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’

  • rojane
  • 09:05 24 Sibat 2022
  • |
img

AMED - Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan diyar kir ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî dê di Newroza îsal de referandûma daxwaza ziman bikin. Berdevkê PZK’ê Şerefxan Cizîrî jî banga nasîna statûya zimanê kurdî li muxalefetê û desthilatê kir. 

Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê bi rêzeçalakiyan 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat pîrozkirin û di çalakiyan de hat xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî. Tora Ziman û Çanda Kurdî ku gelek rêxistinên sivîl di nav de cih digirin û Platforma Zimanê Kurdî (PZK) a ku ji aliyê partiyên kurd ve hatiye damezrandin, di daxuyaniya hevpar de carek din daxwaza perwerdehiya bi kurdî û fermîbûna ziman kir. Di daxuyaniya hevpar de hat xwestin ku di pîrozbahiyên Newroza îsal bibin pîrozbahiyê “Newroza kurdî” û daxwaza perwerdehiya bi kurdî û fermîbûna kurdî were qîrkirin. 
 
Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan û Berdevkê PZK’ê Şerefxan Cizîrî têkildarî nexşerêya xwe ya li ser zimanê kurdî ji ajansa me re axivîn. 
 
‘DIVÊ ZIMAN BIBE ROJEVA SEREKE’ 
 
Şîlan Elmas Kan bi bîr xist ku di civîna Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî de li ser ziman nîqaş û biryarên giranbûha derketine pêş û wiha got: “Ji bo pêşketin û statûya zimanê kurdî, nîqaş hatin kirin. Fikra hevpar ku di nav beşdaran de derket holê, divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û ji bo vê xebat were meşandin. Ji bo ku zimanê kurdî di nava civakê de belav û geş bibe, divê di serî de pêşeng ango siyaseta kurd xebata viya bikin. Lazim e ziman bikin rojeva xwe ya sereke û her sazî û dezgeh xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin.”  
 
BANGA JI BO UNESCO’YÊ 
 
Elmas Kan anî ziman ku di civînê de ji bo ku UNESCO zimanê kurdî biparêze divê xebatên dîplomasiyê bên kirin û ji Meclisê bigire heta xebatên navnetewî werin kirin. Elmas Kan diyar kir ku pêşniyazên ku akademiyên ziman ava bibin, derketin pêş û got: “Pêşniyaza ku ji bo çar parçeyên Kurdistanê sîwanek ziman hebe û ji bo zanistiyê xebatên ziman bên kirin hebûn. Bêtir ev derketin pêş. Ev pêşniyaz bêtir ji aliyê nûnerên partiyên siyasî yên kurd ve hatin kirin.”
 
‘EM Ê DI NEWROZÊ DE MITÎNGA ZIMAN BIKIN’
 
Elmas Kan bal kişand ser girîngiya ziman a di pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê de û wiha got: “Xala herî girîng ku derketin pêş divê di mitîngên 8’ê Adarê de daxwaza perwerdehiya bi kurdî û fermîbûna ziman were kirin. Lazim e her kes li van mitîngan bi kurdî biaxive. Her wiha di pîrozbahiyên Newrozê de bi milyonan gelê kurd dicive. Em ê di mitîngên Newrozê de referandûma ziman bikin. Ev her du biryar jî ji civîna me derketin pêş.”
 
‘DIVÊ 15’Ê GULANÊ LI HER DERÊ WERE PÎROZKIRIN’ 
 
Elmas Kan da zanîn ku ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî divê tenê ne li Amedê êdî divê li tevahiya Kurdistanê û metropolên Tirkiyê şahî û çalakiyên ziman werin lidarxistin û wiha got: “Gelek nîqaş hatin kirin û nexşerêya ji bo xwedîderketina ziman hat diyarkirin. Bi sedsalan e kurd daxwaza mafên xwe dikin, lê bi taybetî heta niha dewleta Tirkiyê ji bo ziman û nasnameya kurdî were nasîn, gavek neavêtiye. Em çiqas xwedî li daxwaz û mafên xwe derkevin û gav werin avêtin dê daxwazên me jî bicih werin. 
 
‘DIVÊ TEVAHIYA GELÊ KURD LI VÊ DAXWAZÊ DERKEVE’ 
 
Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî divê tevahiya gelê kurd xwedî li vê daxwazê derkeve. Divê tenê ev kar û xebat li ser milê sazî û dezgehan neyê hiştin. Divê gel bi xwe were ji sazî û siyasetmedaran vê daxwazê bike ku ev xebatên ziman geş bibe.” 
 
‘KURD LI SER ZIMAN HEVBEŞ IN’ 
 
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî destnîşan kir ku ew dibînin ku kurd ji bo mafê ziman bi hev re ne û hevbeş in û wiha got: “Hevbeşiyek çêbûye, wê ev hevbeşî gelek tiştên din jî bi xwe re bîne. Hin tişt hene gav bi gav çêdibe. Gav bi gav pêşniyaz derdikevin pêş. Pêşniyazên ku derdikevin em ê li bêjingê bixin. Û dû re tiştên ku tê xwestin em ê bixin meriyetê.”  
 
‘EM SIBÊ VÎ MAFÎ DIXWAZIN’ 
 
Cizîrî anî ziman ku ew dixwazin sibehê dewleta tirk mafê zimanê kurdî nas bike û got: “Lê ji bo vê yekê jî em xwe wisa zû qanih nakin. Em dibêjin me demek dirêj daye pêşiya xwe, lê em sibê vî mafî dixwazin. Di sala 2022’yan de jî em ê bixebitin. Em ê di newrozan de, di 8’ê Adarê de û di roja cejna zimanê kurdî de bixebitin. Em ê di gelek rojên din de bixwazin ku meseleya zimanê me were rojevê.” 
 
‘EM Ê ZORÊ BIDIN PARTIYÊN MUXALEFETÊ’ 
 
Cizîrê diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re ew ji partiyên opozîsyonê û desthilatdariyê jî dixwazin ku ji bo mafê statûya zimanê kurdî gavan biavêjin û got: “Heke hûn mafê zimanê kurdî nas nekin, hûn mafê zimanê kurdî nedin me hûnê çi bidin me? Em ê bi riya partiyên xwe siyasî zorî bidin wan. Ku hêdî hêdî xwe zelal bikin. Heta ku em bigihîjin mafê xwe em ê xebatên xwe yên ziman bidomînin. Slogana me ev e; zimanê kurdî rûmeta me ye, zimanê kurdî taca serê me ye û jiyan bi kurdî xweş e.” 
 
‘EM GOTINÊN GIROVER NAXWAZIN’ 
 
Cizîrî destnîşan kir ku divê partiyên tirkan jî yên ku muxalefetê dikin, pirsa zimanê kurdî bînin rojevê û gotinên xwe bi dawî kir: “Yanî wilo ne bi gotinên girover, gotinên wilo piçek xweşik, bila dev ji wan gotinên vala berdin. Em dixwazin ku hûn gav biavêjin û bêjin; ji bo zimanê kurdî em ê van tiştan bikin. Wê çaxê em ê bi wan re bin.”  
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

26/02/2022
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man