Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin

  • cîhan
  • 22:32 24 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA'yê Joe Biden ku mueyideyên derbarê Rûsyayê de ragihandin, got: "Em heyînên Rûsyayê yên hêjayî trîlyonek dolar radiwestînin." 

 
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, têkildarî operasyona Rûsyayê ya li hemberî Ûkraynayê daxuyaniyê da. 
 
Biden di daxuyaniya xwe de got: 
 
"*Pûtîn şer xwest. Niha dê ew û welatê wî encamên vî şerî tehemûl bikin. 
 
*Em ê bendê deynin ber fînansmana artêşa Rûsyayê. 
 
*Min biryara mueyideyên xurt dan û min bendine nû danîn. Me ev mueyîde bi taybetî sêwirandin, da ku bandora wan demdirêj û bihêz be. Ez bi pêşengên G7'ê re axivîm. Û me li hev kir. Em ê nehêlin Rûsya kar û barên xwe bi dolar, pound û yenê bike. 
 
*Borseya Rûsyayê li dor ji sedî 50'î qels bû. Niha jî em bankeya navendî ya rûs asteng dikin. Em heyînên wê yên hêjayî trîlyonek dolar didin rawestandin. Me 4 bankeyên wan ên din jî bloke kirin. Dê heyînên wê yên li DYA'yê hemû bên rawestandin.
 
*Ez vê jî bibêjim. Dê artêşa me, hêzên me bi tu awayî li Ûkraynayê bi Rûsyayê re şer nekin. Dê hêzên me neçin Ewropayê, li Ûkraynayê şer nekin. Em ê li wir tenê hevbendên xwe yên NATO'yê biparêzin û piştgiriya hevbendên xwe bikin.
 
*Dê nikaribin di warê aborî de hevrikiyê bikin. Em ê hîn bêtir bikin. Ji mueyideyên niha xirabtir. Sibê civîna NATO'yê heye. Em ê di gaveke din de jî hemû xalên hevbenda xwe NATO'yê bînin cem hev du. Dê hêzên me li Ûkraynayê bi Rûsyayê re şer nekin. Lê teqez e mê li rojhilat hevbendên xwe yên NATO'yê biparêzin. NATO, niha ji her wextî bêtir bibiryar e. Êrişa li ser me yekî, li me hemûyan tê kirin. 
 
*Min bi wezîrê me yê parastinê û serfermandarê me re xeber da. Her ku bersivê bide, em ê jî amûrên di dest xwe d ebi kar bînin. Em ê tedarika enerjiya global xera nekin. Ger Rûsya êrişeke sîberî bike, em amade ne bersiva wê bidin. Em bi mehan e bi sektora taybet û sektora sîberê re dixebitin. Em ê xwe li hemberî êrişên sîberî yên Rûsyayê biparêzin. Di rojên ewil ên şer de propagandaya rûs operasyonên eskerî wekî serketinekê dide der.
 
*Pûtîn, xiyanet li pêşeroja cîhana me kir û xwest evana bi hêzê bi dest bixe. Wê dîrok tercîhên Pûtîn binivîsîne. Ev şerekî belesebeb e. Rûmeta mirovahiyê û azadî nirxên bihêztir in. Ne Pûtîn û ne jî tîranên wekî hevbendên wî dê nikaribin evana bitepisînin. Dê azadî bi ser bikeve. 
 
*Kesî bawer nedikir dê mueyîde hin tiştan asteng bikin. Ji bo bandora muyîdeyan hinekî wext divê. Gelê rûs jî hay ji vê heye. Ev girîng e. Pûtîn dê ji ber mueyîdeyan paş ve venekişe, dê li bendê be bê ka Rojava dibe yek yan na. Em ê bibin yek. 
 
*Ez dixwazim bibêjim. Em ê amûrên di dest xwe de hemûyan bi kar bînin. Ji bo em gelê Amerîkayê û kargehên wê li ber fiyetên benzînê biparêzin. Naxwazim gelê Amerîkayê û şîrketên wê ji ber vê bixisirin. Em bênavber ji bo tedarikkirina enerjiyê tevdigerin. Pêwendiya me bi tevahiya welatên hilberînerên petrolê re heye. Em bi tevahiya welatên cîhanê re bi awayekî çalak dixebitin.
 
*Di warê kêmkirina pirsgirêkên di warê benzînê de çi ji destê min bê ez ê bikim. Teqez bersivek diviyabû. Em DYA, li cem azadiyê ne. Dixwazim tiştên ku min hefteya borî gotin, dubare bikim. Ger Rûsya bi awayekî sîberî êrişê bibe ser şîrketên me, em amade ne bersiva wê bidin. 
 
*Duh bi şev min hevdîtin bi birêz Zelenskiy re kir. Min temînat da wî. Min got dê DYA, piştgiriya gelê Ûkraynayê bike. Ji bo êşa li wir kêm bibe em ê alîkariya wir bikin. Dîrok şahid e ku mixabin di dagirkeriyên wiha de bêîteatiya sivîl pir çêdibe. Rewş dixitimin. Em ê hefteya bê û mehên bê de li cem gelê Ûkraynayê bin. Êdî ew 30 sal in serbixwe ne. Êdî kes nikare welatê wan ji wan bistîne. Pûtîn, êriş biriye ser welatên aştiya global li ser pêyan dihêlin. Her kesî rûyê rast ê Pûtîn û hevbendên Kremlînê dît. Tim dixwest êriş bike. Pûtîn dixwaze împaratoriyê ava bike.
 
*Niha pevçûn zêde bûne. Yekîneyên pêdivî bi wan hene, dê ber bi Rojhilatê Ewropayê ve bên şandin. Tu planeke min a ku ez bi Pûtîn re baixivim tune ye. Mueyideyên me yên derbarê bankeyan de dê bbin cihê encamên pir bibandor ên ji SWIFT'ê wêdetir. 
 
"(Pirs: Gelo Pûtîn bi êrişeke nukleerî gefan dixwe?) Tu fikireke min a ku Pûtîn dixwaze çi bike tune ye, gef çi ye ez wê jî nizanim. Lê ji bo muyîdeyên me bandora xwe bidin de pêdivî bi wext heye. Dê gelê rûs bibîne ku encamên kirinên Pîtîn dibin sedema çi. Dê paş de gav bavêje? Lê em ê ji bo encamên cidî bixebitin. 
 
*Bê şik û guman e; ger hêzeke nukleer a cidî rabe welatekî dagir bike, bê guman bersivdayîna cîhanê pirs tiştekî asayî ye. Piyaseyên cîhanê hemû jî dikarin ebrsiva vê bidin. Fikira ku dê ev dirêj bidome ne gengaz e. Heya em bibiryar bin û em mueyideyan pêk bînin, ev dê dirêj dewam neke. 
 
*Tankên rûs, fîşekên wan, fuzeyên wan li Ûkraynayê ne. Dê mueyîde pir dijwar bin. Piştî pêkanînan mueyîdeyan em ê bandora wan bibînin. Piştî bandora muyîdeyan dê çi bike? Em ê mêze bikin. Niha bêhêz e, lewma dê biryareke zehmet bide." 
 
 
 
 

Sernavên din

26/02/2022
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man