Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin

  • rojane
  • 10:35 25 Sibat 2022
  • |
img

MÊRSÎN - Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilûfer Koç diyar kir ku yek ji qadên bazarê yên şerê Rûsya û Ûkraynayê, Sûriyeye û wiha got: “Hewceye gelê kurd li hemberî talûkeyên heyî pir bi baldar bin û gavên dîplomatîk bidin destpêkirin.” 

   Şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin di roja duyemîn de berdewam e. Li rexekî DYA û welatên Yekitiya Ewropayê (YE) qala fişarên aborî yên ku dê li ser Rûsyayê bisepînin radigihînin û li rexa din jî Rûsya dibêje ku ev operasyona leşkerî “neçariyek” bû û dê ziyanê negihînin pergala aboriyê ya kûrewî. Endamên NATO’yê dê îro bi mijara şerê li Ûkraynayê li ser telekonferansê bicivin. 
 
Tê payîn ku encamên vî şerê parvekirinê yê di navbera DYA û Rûsyayê de, dê bandora xwe li welatên Rojhilata Navîn jî bike. Têkildarî encamên şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê û bandora wê ya li ser kurdan, Endama Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilûfer Koç bi ajansa me re axivî. 
 
‘EWROPA NAXWAZE XWE NÊZÎ ŞER BIKE’
 
Koç, anî ziman ku di lûtkeya NATO’yê ya hezîrana sala 2021’an de DYA’yê polîtîkaya xwe ya belavbûnê aniye ziman û wiha domand: “Piştî vê lûtkeyê, Rûsyayê jî keştiyên xwe yên şer şandin Behra Reş û pêvajoya heyî ber bi roja me ve anî. Di mijara şer de hemû endamên NATO’yê wekî hev nafikirin. DYA dixwaze krîza xwe ya pergalî ji holê rake. Di halê hazir de di siyaseta wê ya Rojhilata Navîn û Kafkasyayê de aloziyeke mezin dijî. Anku gelek hevrikên wê hene û bi hemûyan nikare. Lewma jî dixwaze vê krîzê bi alîkariya Ewropayê derbas bike. Ewropa jî naxwaze beşdarî vî şerî bibe.” 
 
‘MIJAR NE TENÊ XAZA XWEZAYÎ YE’
 
Di berdewamê de jî Koç anî ziman ku sedema li ber nehatina şer a Fransa û Almanyayê ne tenê neçariya wan a xaza xwezayî ya Rûsyayê ye û ev nirxandin kir: “Rûsya, parçeyeke parzemîna Ewropayê ye û hêzekî girîng e. Her çend ku bi dilê Ewropayê nebe jî, DYA’yê di bin sîwana NATO’yê de ew ber bi şerekî ve birin. Ev, pêvajoyeke gelek talûke ye. Ji ber ku di serî de Almanya û Fransa, hêzên ku di nava NATO’yê de li vî şerî tên tune ne. Bêguman, ji bilî Ingilistanê. Rûsyayê jî polîtîkaya ‘êriş, şerê herî mezin e’ meşand. Rûsyayê ne tenê ji bo parastina desthilatî û sînorên xwe lê siyaseteke ku destwerdana sînorên cînarên xwe dike, meşand.”
 
POLÎTÎKAYA BÊÎSTÎKRAR A TIRKIYEYÊ 
 
Bi domdarî Koç bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyeyê û wiha got: “Bi krîza li Ûkraynayê re polîtîkaya Tirkiyeyê ya ku ‘xwe ne ji dêrê bike û ne jî ji mizgeftê’ xitimî. Li Sûriye, Iraq û gelek deverên Rojhilata Navîn bi her du aliyan re jî ev polîtîkaye meşand. Niha jî eniyên şer zelal bûn. Ji ber ku Tirkiye endama NATO’yê ye. Di halê hazir de jî NATO ketiye şer. Di rewşa heyî de gelo Tirkiye çiqas li hemberî Rûsyayê bisekine. Kozên mezin ên Rûsyayê li hemberî Tirkiyeyê hene. Bi taybet jî di mijara Sûriyeyê de. Gelo desthilata AKP-MHP’ê ku polîtîkayeke êrişkar dimeşînin dê destûra derbasbûna keştiyên şer ên Rûsyayê bidin? Heke destûrê bide dê çi ji NATO’yê re bibêje? Heke nede dê çi bibêje Rûsyayê? Rûsya, li hêla Ûkraynayê jî bandora xwe ya li ser Tirkiyeyê zêde dike. Di halê hazir de di vî şerê heyî de ya ku têk çûyî, polîtîkaya bêîstîkrarkirinê ya Tirkiyeyê ye.” 
 
‘DERIYÊ QUTIYA PANDORAYÊ JI BO EWROPAYÊ VEBÛ’
 
Nilûfer Koç diyar kir ku bi şerê Ûkraynayê re ji bo Ewropayê deriyê qutiya pandorayê vebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Biden, dît ku DYA’yê nekariya xwe ji krîza heyî xelas bike û krîza pergalê hêj mezintir bûye. Lewma xwest ku bi hêzên din re tevbigere. Ev demekî dirêje ku bi polîtîkaya dij-Çîn, dij-Rûsyayê re jî zexta bazirganî û siyasetê li welatên ewropî dike. Heke bala we kişandibe, ji ewilî serokwezîrê Almanyayê bi Biden re hevdîtin kir û xwest pêşiya şer bigire. Piştre jî Fransayê. Lê nekarîn pêşî li şer bigirin. Heke ev şer bidome, dê Ewropa bibe navenda şer. Di halê heyî de şerekî gelek mezin ê konvansiyonî nîne lê bêîstîkrariyê tîne.”
 
‘DIBE KU TIRKIYE TAWÎZAN BIXWAZE’
 
Koç, da zanîn ku di şerekî îxtîmal de yek ji qadên şer jî dê bibe Sûriye û wiha derbirî: “DYA û Rûsya li ser Sûriyeyê şerekî parvekirinê dikin. Tirkiye jî hewl dide ji mijara Ûkraynayê sûd wergire. Dibe ku ev hêz li Sûriyeyê zextê li Tirkiyeyê bikin. Tirkiyeyê pêşeroja xwe li ser dijberiya kurdan ava kiriye. Ev, polîtîkayeke stratejîk a Tirkiyeyê ye. Lewma jî hemû hewldanên wê dê di çarçoveya vê polîtîkayê de be. Anku di hevsengiya şerê Ûkraynayê de Tirkiye dê li gorî tawîzên şerê li dijî kurdan cih bigire. Herî zêde jî dê ji bo Sûriyeyê van tawîzan bixwaze. Ji bo ku xwe bêhtir li Başûr bi cih bikin jî dibe ku tawîzan bixwazin. Bi kurt û kurmancî ji her alî ve talûkeyek li ser kurdan heye.”  
 
‘DIVÊ KURDAN GAVAN BIDIN DESTPÊKIRIN’
 
Koç, destnîşan kir ku divê kurd li polîtîkayên parastinê hişyar bin û wiha derbirî: “Nexwe dibe ku Tirkiye bi lîstikên cuda êrişeke dijwar bide destpêkirin. Ji ber ku ev çend sal in Tirkiye li dijî kurdan gelek caran têk çû. Lewma dibe ku Sûriye bibe qada bazarê ya şerê Ûkraynayê û Tirkiye jê sûd bigire û serî li rêyên cuda bide. Divê kurdên li her çar parçeyan hişyar bin. Ji bo ku hevsengiyên heyî li dijî me ava nebin, divê em bi eniya rojava û ya rojhilat anku Rûsyayê re polîtîkayeke piralî û pirsernavî bimeşînin, hemleyên dîplomatîk bidin destpêkirin.” 
 
‘DERFETÊN KURDAN HENE’
 
Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilûfer Koç got ku kurd êdî xwe weke hêzeke sêyemîn pênase dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di şerê heyî de Rûsya û DYA tenê dikarin bi rêya sêyemîn a kurd pêşniyar dikin re encamekî bi dest bixin. Bi qanûnên bingehîn ên ku xweseriya kurdan qebûl dikin û bi dewletên demokratîk dikarin encamekî bi dest bixin. Dibe ku şerê li Ûkraynayê krîza DYA’yê hinek paşde bide lê dê encamekî bi dest nexe. Wekî ku tê zanîn Çîn jî aliyekî vî şerî ye. Ji bo ku hêza xwe biparêze, divê xeletiya Ingilistan û Fransayê ya sedsala berê dubare nekin. Lewma divê ji ewil mafên kurdan ên ku demokrasî avakirin nas bikin. Nexwe dê aloziya li Rojhilata Navîn hêj kûrtir bibe. Di şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê de mafên kurdan hatin xwarin. Lê ev rewş êdî wiha nadome. Di vê sedsalê de hema hema hemû kurd li dora Rêya Sêyemîn a Rêber Abdullah Ocalan cih digire. Hemû kes dizane ku aliyê herî qels ê Tirkiyeyê, kurd in. Lewma divê mirov di çarçoveya dewletên mezin de li mijarê nenihêre. Kurd, civakeke birêxistinkirî ne û têkiliyên wan bi dewletên mezin re hene. Lewma dikarin encamekî bi dest bixin. Divê em gelek baldar bin û bikevin nava hewldanên dîplomatîk.” 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

26/02/2022
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man