Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir

img

STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek da zanîn ku Rêberê PKK’ê di Abdullah Ocalan pêvajoya piştî belavbûna Sovyetan weke “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” pênas dike û wiha got: “Pêvajoya ku em tê de ne, van tezên Ocalan piştrast dike.” 

Operasyona leşkerî ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, di roja sêyemîn de berdewam dike. Li gorî daxuyaniyên her du aliyan, di nava van 3 rojên şer de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek têkildarî şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê ji ajansa me re axivî. Çîçek, diyar kir ku şerê di navbera dewletan de, şerê berjewendiyane û tu carî bi daxwaza gelan çênabin. 
 
ŞERÊ SERDESTAN
 
Cengîz Çîçek diyar kir ku piştî belavbûna Yekitiya Sovyetan, NATO’yê hewl da ku li Rojhilatê Ewropayê û Baltikan hêza xwe ya leşkerî û tifaqên xwe xurtir bike û wiha domand: “NATO’yê got ku bi vî awayî Rûsya dorpêç kiriye. Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê, Behra Reş niha jî vediguhere navenda şerê nû. Di halê heyî de yek ji sedema vî şerî, serweriya li ser Behra Reş e. Yek ji mezintirîn fikarên Rûsyayê ev mijare. Lê divê mirov vê yekê destnîşan bike; divê Rûsya ji ber fikarên xwe yên ewlekariyê serî li polîtîkayên şer nede. Tekane rêya xerabkirina vê lîstika NATO û DYA’yê, avakirina pergalên demokratîk ên gelan in. Lewma em dibêjin ku ev şer, şerê hêzên serdest e. Ne şerê gelan e.”
 
DERBEYEK LI PERGALA NÛ YA CÎHANÊ XIST
 
Di berdewamê de Çîçek anî ziman ku DYA û NATO’yê bi vî şerî re derbek li pergala nû ya cîhanê xistiye û wiha got: “Em tevek jî dizanin ku aliyekî vî şerî jî aborî ye. Dê kî di pergala cîhanê de xwedî gotin be, şerê wê tê kirin. Em ji vê yekê re dibêjin, şerê hegemonyayê. Ev şer, bi taybet jî destwerdaneke li dijî bazirganiya di navbera Almanya û Rûsyayê de ye. DYA’yê serweriya xwe ya li ser aboriyê winda dike û bi vê darbeyê re xwest dîsa serwer bibe. Ya din jî; hewlda ku tifaqa xwe ya siyasî û dîrokî ku ber bi belavbûnê ve diçû, bi dijberiya Rûsyayê re dîsa komî ser hev bike.”
 
ROJEVA BAZIRGANÊN ÇEKAN 
 
Çîçek, destnîşan kir ku bi geşedanên nû re NATO ya li ber mirinê, dîsa zindî bû û ev nirxandin kir: “Temamiya van geşedanan, girêdayî şerê sermayedaran bi xwe ye. Heke desthilatiya Vladimir Zelenskiy daxwaza endamtiya NATO’yê ji gelê xwe bipirsiya, gelo bi rastî jî dê gelê wan ev daxwaz qebûl bikira? Li gorî min, rojeveke wiha ya xelkê Ûkraynayê nîne. Baş e lê ev rojev a kê ye? Rojeva desthilatiyan, sermayedar û bazirganên çekan e. Dema em lê dinihêrîn, dibînin ku tu têkiliyeke şerê dewlet di navbera xwe de dikin bi jiyana rojane ya gel re nîne.” 
 
NÊRÎNÊN OCALAN
 
Bi domdarî Çîçek da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêvajoya piştî belavbûna Sovyetan weke “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” pênase dike û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan dibêje ku dê di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de li ser mijarên civakî, dîplomatîk, aborî û carnan jî leşkerî hevrikiyek çêbibe. Dema em li rewşa niha dinêrîn, dibînin ku tezên birêz Ocalan rast derketin.” 
 
JIYANEKE CUDA PÊKANE
 
Çîçek, daxuyand ku kapîtalîzm niha şerê krîza xwe dike û wiha derbirî: “Geşedanên li Ûkraynayê, krîza pergala cîhanê ye. Pergala cîhanê bo xwe li rêyeke çareseriyê digere. Em, tenê dikarin bi rêya demokratîk û azadiyê ya gelan xwe ji vê krîzê xelas bikin. Heke daxwazên azadiyê yên gelê kurd bihatina pêşwazîkirin û alternatîfeke neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn pêş biketa, wê demê belkî ji bo avakirina rejîmeke demokratîk, dê gel bêhtir biketina nava hewldanan. Em dizanin ku jiyanek, rejîmeke cuda pêkane. Ji bo jiyaneke adilane, wekhev û azad, divê hemû berxwedêr û nasnameyên bindest ên cîhanê mîna ku birêz Ocalan aniye ziman, bi perspektîfa Yekitiya Neteweyên Demokratîk ên Cîhanê bên cem hev û li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê veguherin serhildanekê.” 
 
DÎROK, OCALAN MAFDAR DERDIXÎNE
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan, nêrîna xwe ya ji bo ‘Yekitiya Neteweyên Demokratîk a Cîhanê’, li gorî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê pêş xistin. Birêz Ocalan dibêje ku modernîteya kapîtalîst xwe bi qeyran, pevçûn û bi polîtîkatiyê dijminatiyê li ser pêyan digire. Her wiha dibêje ku gel, di cîhana xwe de piştgirî û piştevaniya hev dikin û li gorî pergala dewletê, pir wekhevtir û azadîxwaztir nêzî hev dibin. Lewma jî dibêje ku têkoşîna herî bibandor a li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê, bi avakirina bernameyeke azadîxwaz û wekhev a hemû gelan pêkan e. Ev jî nîşan dide ku dîrok, ji vî alî ve birêz Ocalan gelek mafdar derdixîne. Ji ber ku bi rastî jî wisa dixuye ku dê di sedsala 21’emîn de gelek şerên dijwar çêbibin. Li dijî van rêgirên kapîtalîst, divê gelên cîhanê jî xwedî gotin bin û vîna xwe nîşan bidin.”  
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

01/03/2022
13:44 Polisên ku ji "jor" ferman girtin mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:08 Ji 7 partiyên siyasî û rêxistinan daxuyaniya hevpar: Em nabin aliyekî şer
12:43 Ferît Şenyaşar: Em ê ji ber deriyê edliyê neçin
12:18 Berteka amediyan a ji bo zema rê: Tiştê em qezenc dikin diçe heqê rê
12:17 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriya Bûrsayê dan
12:03 Walîtiyê ‘îşkence’ parast û li gorî qanûnan dît!
11:16 Peyama sereke ya kongreya DBP’ê: Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan çareser nabe
11:02 Bûldan: Parlamentoya bihêz bi Rêya Sêyemîn pêkan e
10:04 Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an de didome: Nîv mîlyon mirov welatê xwe terk kirin
09:35 Dê rakirina parêzbendiya Guzel li Meclisê bê nîqaşkirin
09:07 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:06 Waniyan bertek nîşanî Îrfan Kartalê AKP'î dan
09:06 Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pêkanînên Esat Oktay
09:03 Serhildanên jinan ên li dijî kedxwarên kapîtalîst berdewam in
09:03 Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2022'YAN
28/02/2022
17:14 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê
17:03 Lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî didome
16:58 Beştaş: Em bibiyar in ku Tifaqa Demokrasiyê ava bikin
16:56 Ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 Di lihevkirina 6 partiyên muxalefetê de Pirsgirêka Kurd tuneye!
16:19 Jinan ji girtiyên jin re qert şandin
16:05 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP’iyê ku got ‘Pirsgirêka kurd nîne’ da
15:34 Serokê berê yê Katalonyayê serdana KNK'ê kir
15:28 Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin
15:14 Leyla Guven û 16 girtiyên jin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
14:19 6 partî metna Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî îmze dikin
14:17 ‘Di rapora ATK’ê ya Tugluk de îmzeya norologan tune ye’
13:56 MYK'a HDP'ê: Vegera li Mutabaqata Dolmabahçeyê pêwistiyeke lezgîn e
12:34 Deriyên Îstînafê jî li malbata Şenyaşar hatin girtin
12:01 Li Girtîgeha Baybûrtê heqaretên giran li girtiyên jin tên kirin
12:01 ‘Ku ez keça xwe bibînim belkî wê nas nekim jî’
11:43 Malbata Şenyaşar li pêşiya Dadgeha Îstînafê ye
10:41 Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
10:12 Bi hinceta ku guh li wan nekirin polisan li 3 kesan dan
09:52 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 5’emîn de ye: Hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê dest pê kir
09:31 Li Efrînê 5 kes hatin revandin û zêdetirî 800 dar hatin birîn
09:00 Parêzer Ece: Heke midûr jidil be bila gav biavêje
09:00 Li wêneyê jina Zapatîstayî doza PKK'ê hat vekirin
09:00 Pesnê xwe pê dan lê qet neket faliyetê
09:00 Şahidiya şerekî: Dagirkeriya aqilê baviksalarî û jin
09:00 Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'YAN
27/02/2022
23:55 Li Wanê ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin
23:38 Li Rihayê xwendekarekî întîhar kir
22:55 Parlamenterê AKP'ê yê ku got 'Pirsgirêka kurd tune ye' hat protestokirin
21:29 Xalit Tarî li NÇM'a Stenbolê konser da
19:34 Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e
19:05 Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat binçavkirin
16:48 Aydenîz û Bayindir careke din bû hevserokên DBP'ê
15:58 Ûkraynayiyên li Îzmîrê: Dawî li şer bînin
15:50 'Wê Ocalan bi têkoşînê bigihîje azadiya xwe'
15:49 ÎHD Û TÎHV'ê daxwaza berdana xwendekaran di bin çavan de kirin
14:11 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya tekane Ocalan e
13:14 Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
13:03 Peyama siyasetmedarên girtî ya ji bo kongreya DBP'ê: Wê gotina dawîn ên li ber xwe didin bibêjin
11:22 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 356'an de ye
11:11 6'emîn kongreya DBP'ê bi coş dest pê kir
10:10 Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt
09:26 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn
09:18 DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî
09:16 'An wê daxwazê me qebûl bikin an wê cenazeyên me derkevin'
09:15 Li Girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî tevli greva birçîbûnê bûn
09:13 Ji bo girtiyên naxweş bang kirin: Em ji bo wan tevbigerin
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin