Parêzer Ece: Heke midûr jidil be bila gav biavêje

  • rojane
  • 09:00 28 Sibat 2022
  • |
img
STENBOL - Parêzerê OHD’ê Vedat Ece ji bo girtiyên ku li Girtîgeha Tekîrdagê ketine greva birçîbûnê, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anî û got: “Heke midûrê di girtîgehê gotinên xwe yê çareseriyê de jidil be, bila daxwazên girtiya bîne cih.”
 
Di 19'ê kanûna 2021'an de li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê girtî Vedat Erkmen bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Erkmen, gardiyanan êriş biribûn ser girtî Yasîn Eneç jî. Piştî vê 5 girtiyên di heman girtîgehê de di 17'ê çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî Mehmet Suleyman Ûcakan, Tûrhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf  Yoyler, di 1'ê Çileyê de girtî Şahbettîn Ogut û Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay  jî bi hinceta "ji bo jiyana wan tu ewlehî tune ye" tevî nav çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. Di 16'ê sibatê de jî Ahmet Osman, Kûtbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî tevli çalakiya greva birçîbûnê bûn. 
 
13 girtiyên di greva birçîbûnê de dixwazin binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî, bêhiqûqî, avêtina ser qawîşan û sirgûn bi dawî bibin. Parêzerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Vedat Ece û Eda Onal çûn girtîgeha Tekîrdagê, bi rêveberiya girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kirin. 
 
DAXWAZA MAFÊN XWE DIKIN
 
Parêzer Vedat Ece da zanîn ku bi girtî û reveberiya girtîgehê re hevdîtinên kirine û girtiyan ji wan re qala şert û mercen girtîgehê kirine û wiha got: “Ji ber ku mafê girtiyan tê binpêkirin ketine greva birçîbûnê. Me serdana girtiyan kir û ji ber sekna rêveberiya girtîgehê li daxwazên girtiyan guhdar kir. Di hevdîtinê de girtiyan da zanîn ku, mafên jiyanê, tendûristî û mafên xwe yên qanûnî dixwazin. Daxwaza girtiyan ew e ku îşkence, tundî, êriş, zext û zordariya li ser wan bi dawî bibe.” 
 
BI MIDÛR RE HEVDÎTIN KIRINE 
 
Ece anî ziman ku ew wek parêzerên OHD’ê naxwazin tiliya girtiyekî ji xwîn bibe û got: “Me bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Me hemû daxwaziyên girtiyên grevê de ne ji rêveberiya girtîgehê re ragihand. Midûrê girtîgehê  li me guhdar kir. Midûr got, ‘Em nikarin bi hemû girtiyan re hevdîtinê bikin. Pisgirêka kê hebe em ê bi wî re biaxivin. Eger ser navê hemûyan yek bê em ê guhdar bikin’. Midûrê girtîgehê bi xwe jî derheqê mafan de got girtî mafdar in û got, ‘Ev daxwaz ne ew daxwazên ku neyên qebûlkirin. Daxwazên hiqûqî ne. Heke wek ku hew dibêjin îşkence û beyanên wan di vî derbarî de hebin, hebe bila serî li Serdozgeriyê bidin’.” 
 
‘HEKE MIDÛR DILRAST BE BILA DAXWAZAN BÎNE CIH’
 
Ece da zanîn ku mirina Vedat Erkmen, îşkence li girtî Yasîn Eneç hatiye kirin û zext û zordariya li girtiyan tê kirin, serî li rayedaran dane lê tu encam jê derneketine. Ece anî ziman ku wan berê jî têkildarî mirina Vedat Erkmen, zextên li ser Yasîn Eneç û girtiyên din bi midûrê girtîgehê re axivîne û tu gav nehatine avêtin û got: “Heke midûr di gotinên xwe de dilrast be, bila di warê binpêkirina mafên mirovan, bêhiqûqî û zextên li ser girtiyan hevdîtin bike. Daxwazên wan bîne cih û grevê bide bidawîkirin. Hêj ku xesar negihîştiye tenduristiya girtiyan bila midûr û rayedar gavan biavêjin. Êdî bila li tu girtîgehê îşkence, mirin, gefa kuştinê û zextan nebe.Heke ku jidil bin, bila gavên şênber biavêjin.”
 
MA / Mazlûm Engîndenîz 
 

Sernavên din

01/03/2022
13:44 Polisên ku ji "jor" ferman girtin mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:08 Ji 7 partiyên siyasî û rêxistinan daxuyaniya hevpar: Em nabin aliyekî şer
12:43 Ferît Şenyaşar: Em ê ji ber deriyê edliyê neçin
12:18 Berteka amediyan a ji bo zema rê: Tiştê em qezenc dikin diçe heqê rê
12:17 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriya Bûrsayê dan
12:03 Walîtiyê ‘îşkence’ parast û li gorî qanûnan dît!
11:16 Peyama sereke ya kongreya DBP’ê: Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan çareser nabe
11:02 Bûldan: Parlamentoya bihêz bi Rêya Sêyemîn pêkan e
10:04 Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an de didome: Nîv mîlyon mirov welatê xwe terk kirin
09:35 Dê rakirina parêzbendiya Guzel li Meclisê bê nîqaşkirin
09:07 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:06 Waniyan bertek nîşanî Îrfan Kartalê AKP'î dan
09:06 Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pêkanînên Esat Oktay
09:03 Serhildanên jinan ên li dijî kedxwarên kapîtalîst berdewam in
09:03 Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2022'YAN
28/02/2022
17:14 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê
17:03 Lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî didome
16:58 Beştaş: Em bibiyar in ku Tifaqa Demokrasiyê ava bikin
16:56 Ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 Di lihevkirina 6 partiyên muxalefetê de Pirsgirêka Kurd tuneye!
16:19 Jinan ji girtiyên jin re qert şandin
16:05 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP’iyê ku got ‘Pirsgirêka kurd nîne’ da
15:34 Serokê berê yê Katalonyayê serdana KNK'ê kir
15:28 Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin
15:14 Leyla Guven û 16 girtiyên jin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
14:19 6 partî metna Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî îmze dikin
14:17 ‘Di rapora ATK’ê ya Tugluk de îmzeya norologan tune ye’
13:56 MYK'a HDP'ê: Vegera li Mutabaqata Dolmabahçeyê pêwistiyeke lezgîn e
12:34 Deriyên Îstînafê jî li malbata Şenyaşar hatin girtin
12:01 Li Girtîgeha Baybûrtê heqaretên giran li girtiyên jin tên kirin
12:01 ‘Ku ez keça xwe bibînim belkî wê nas nekim jî’
11:43 Malbata Şenyaşar li pêşiya Dadgeha Îstînafê ye
10:41 Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
10:12 Bi hinceta ku guh li wan nekirin polisan li 3 kesan dan
09:52 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 5’emîn de ye: Hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê dest pê kir
09:31 Li Efrînê 5 kes hatin revandin û zêdetirî 800 dar hatin birîn
09:00 Parêzer Ece: Heke midûr jidil be bila gav biavêje
09:00 Li wêneyê jina Zapatîstayî doza PKK'ê hat vekirin
09:00 Pesnê xwe pê dan lê qet neket faliyetê
09:00 Şahidiya şerekî: Dagirkeriya aqilê baviksalarî û jin
09:00 Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'YAN
27/02/2022
23:55 Li Wanê ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin
23:38 Li Rihayê xwendekarekî întîhar kir
22:55 Parlamenterê AKP'ê yê ku got 'Pirsgirêka kurd tune ye' hat protestokirin
21:29 Xalit Tarî li NÇM'a Stenbolê konser da
19:34 Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e
19:05 Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat binçavkirin
16:48 Aydenîz û Bayindir careke din bû hevserokên DBP'ê
15:58 Ûkraynayiyên li Îzmîrê: Dawî li şer bînin
15:50 'Wê Ocalan bi têkoşînê bigihîje azadiya xwe'
15:49 ÎHD Û TÎHV'ê daxwaza berdana xwendekaran di bin çavan de kirin
14:11 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya tekane Ocalan e
13:14 Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
13:03 Peyama siyasetmedarên girtî ya ji bo kongreya DBP'ê: Wê gotina dawîn ên li ber xwe didin bibêjin
11:22 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 356'an de ye
11:11 6'emîn kongreya DBP'ê bi coş dest pê kir
10:10 Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt
09:26 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn
09:18 DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî
09:16 'An wê daxwazê me qebûl bikin an wê cenazeyên me derkevin'
09:15 Li Girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî tevli greva birçîbûnê bûn
09:13 Ji bo girtiyên naxweş bang kirin: Em ji bo wan tevbigerin
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin