* Yek ji parêzerên Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş da zanîn ku li dijî “tundiya biunîforma’ gelek serlêdan bo wan tên kirin û wiha got: “Nêzikatî û tundiya dewletê ne tenê li ser bingeha zayendê, her wiha ji ber kurdbûna wan jî êriş û nêzikatiyeke nîjadperest heye.”
* Sevgî Ozdînç ku ji Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat îxrackirin, xespkirina destkeftiyên jinan û hedefgirtina pergala hevserokatiyê wekî "perçeyek konsepta şerê taybet" wesifandin û got: "Herî zêde ji têkoşîna jinan ditirsin, lê em ê her tim vê têkoşînê biqîrin."
* Jinên astengdar behsa zor û zehmetiyên xwe yên ku li bajêr bi wan re rû bi rû dimînin kirin û gotin: "Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin."
* Xebatên ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê didmin. Jinan got: "Dema koletiyê qediya. Êdî dem dema têkoşîn û azadiyê ye. Em li bendê ne jin bi rengên xwe û tilîliyên xwe bên qadê."
* Siyasetmedar Nûrsel Aydogan, diyar kir ku dê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan be û ji bo çareserkirina meseleya kurdî û demokrasiyê divê Ocalan azad bibe.
* Rêveberê HDP’ê Nezîr Erdemcî yê di operasyona li dijî DÎAYDER’ê de hatibû girtin û di danişîna ewil de hat berdan got: “Ji ber ku Stenbolê winda kirin, xwestin tola xwe ji me hilînin.”
* Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, anî ziman ku biryarên ATK'ê yên derbarê girtiyan de ne biryarine li gor pîvanên zanistê û tibbê ne, biryarên wê li gor helwesta siyasî ya îqtidarê ne.
* Girtî Kurbanrî Ozcan ê di Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê de, ragihand ku bi mirinê gef lê tê xwarin.
* Hunermenda kurd Nûdem Durak ji ber ku kurdî stran gotibû hatibû girtin. Dayika wê Hatîce Durak diyar kir ku keça wê nexweşa guatra jehrî ye û bang li hemû hunermandên cîhanê kir ku xwedî li keça wê derkevin.
* Nivîskar Mehmed Akdogan destnîşan kir ku ji ber polîtikayên asîmîlasyonê gelek nivîskarên kurd di girtîgehe de ne û gelek nivîskar bêyî pirtûkên xwe bibînin li wan tê qedexekirin. got: "Ev 40 sal in yek ji qada wêjeya kurdî jî girtîgeh in."
* Geşedanên têkildarî şerê Rûsyayê û Ûkraynayê dê bên şopandin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 361'emîn de berdewam bike.
* Danişîna 10'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam bike. (10.00)
* Hevberdevkê Komîsyona Koçber û Penaberan ê HDP'ê Velî Saçilik dê li navenda partiya xwe têkildarî rewşa penaberên li Ûkraynayê daxuyanî bide.
* Rêxistinên jinan TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê dê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî û şahiyan li dar bixin. (13.00-19.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amed, Wan û Îzmîrê dê berdewam bikin. (13.00-16.00)
* Komeleya Şopandina Koçberiyê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê dê pêşengeha fînalê ya xebata Titulartsê pêk bîne. (13.00)
* Sînemaya Mezopotamyayê têkildarî 2'yemîn Festîvala Fîlmên Kurd a Stenbolê ku wê li dar bixe dê li Produksiyona 13 Film civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)