Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e

img
AMED - Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun diyar kir ku di demên pêş de rojeva wan a sereke dê bibe azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. 
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, weke sedema bingehîn a neçareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên Tirkiyeyê tê nîşandan. Tevî hemû bertekan jî tecrîda li ser Ocalan biisrar tê domandin. Ocalan ku destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi malbata xwe re axaftineke kin kiribû. Têkildarî mijarê, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hayrettîn Altun axivî û da zanîn ku yek ji rojevên wan ên sereke, tecrîda li ser Ocalan e û dê ji bo vê rojevê di her qadê de xebatan bikin. 
 
 
DAXWAZA HEVPAR
 
Altun, anî ziman ku daxwaza ji bo azadiya Ocalan zêde dibe û nayê qebûlkirin ku di rewşekî wiha de tecrîd bê girankirin. Altun, da zanîn ku israra di tecrîdê de, bingeha xwe ji neçareserkirina pirsgirêka kurd digire û wiha domand: “Hemû derdorên demokrat ên Tirkiyeyê jî dixwazin ku Ocalan bê berdan. Lê belê dewlet di neçareserkirina vê pirsgirêkê de israr dike. Hêzên navdewletî jî vê tecrîdê erê dikin. Perspektîfên ku Ocalan pêş xistine, zêde bi xweşiya van hêzên serdest naçe. Ji ber ku ev perspektîf, li pêşiya hêzên ji aloziya Rojhilata Navîn sûd digirin, astengî ye. Ev hêzên behsê xeberê, Ocalan ji bo xwe weke astengiyekî dibînin. Fikra Ocalan a konfederalîzma demokratîk, dê dawiyê li van hêzên serdest bîne.”
 
ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN 
 
Di berdewamê de Altun diyar kir ku têkoşîna gelê kurd a îro, bingeha xwe ji nêrînên Ocalan digire û wiha pê de çû: “Ji bo ku ev nêrînên Ocalan nekevin meriyetê, polîtîkayên cuda tên meşandin. Yek ji van rêbazan jî tecrîd e. Lê vê tecrîdê, desthilatdariya AKP û MHP’ê ber bi aloziyeke mezin ve bir. Polîtîkaya wan, welêt ber bi têkçûna aboriyê ve bir. Ji bo jiyaneke demokratîk a li Tirkiyeyê, divê teqez tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Ji ber ku bingeha pirsgirêkan ev e. Ji pereyê bo şer tê xerckirin heta pirsgirêkên li girtîgehan, ev pirsgirêke tevek jî girêdayî hev in. Di dema pêvajoya çareseriyê de gelên Tirkiyeyê bi aramî dijiyan. Tecrîd, li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê astengiyeke mezin e.” 
 
XEBATÊN JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ
 
Altun got ku di kongreya partiyê ya Enqereyê de jî rojeva sereke tecrîda li ser Ocalan bû û axaftina xwe wiha qedand: “Xebatên me yên ji bo rakirina tecrîdê dê di rojên pêş de jî bidomin. Ji bo rakirina tecrîdê, em ê xwe li taxan birêxistin bikin û bi gel re bikevin nava hewldanê. Bi Newrozê re jî dê ev hewldana me bandorê li hemû qadên jiyanê bike. Bi vê sedemê dê mîtîng bên lidarxistin û meş û çalakî bên kirin. Em ê her qada jiyanê bi vê mebestê birêxistin bikin. Mebesta esasî ya van xebatan dê bibe azadiya Ocalan û em ê daxwazên gel birêxistin bikin. Ji ber ku rojeva gel, tecrîd e.”
 

Sernavên din

04/03/2022
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin
14:57 Di Nobeda Edaletê de rexne li partiyên siyasî hat kirin
14:42 Hevşaredarê berê yê Yenîşehîrê Kurbanoglu hat girtin
14:28 Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê
14:27 NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan
14:21 Di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ olan da
13:51 Doza 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin, li çapemeniyê hat qedexekirin
13:44 Polisên ku ji "jor" ferman girtin mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin