‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’

img

ENQERE - Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata diyar kir ku “Kurdistan” rastiyek dîrokî ye û got: “Kurdistana demokratîk a xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e.” 

Danişîna 10’emîn a Doza Kobanê di roja 4’emîn de li Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîegeha Sîncana Enqereyê berdewam dike. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de 22 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin. 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyê û bi xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Danişînê bi parastina Parlamentera HDP’ê ya berê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata berdewam kir. Ata destnîşan kir ku civînên KCD’ê yên li Amedê hatine îlegalîekirin û encamnameya wan civînan jî bi raya giştî re hatiye parvekirin. 
 
Akat Ata bal kişand ser oprasyonên KCK’ê û got: “Kesek ku ji operasyonên KCK’ê nehatibe darizandin nemaye. Parêzer, siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen… Me bi kî re têkilî datanî, dosyeya wan ji KCK’ê hebû.” 
 
 ‘EZ SIYASETMEDAR IM’ 
 
Ata anî ziman ku twîtên wê parve kiriye di îdianameyê de cih girtine û wiha got: “Ez siyasetmedar im. Di her bûyerek civakî de ez xwedî fikrekî me. Me xwe di nava vê xebatê dît û ked da. Helbet ez ê derbarê mijarên civakî de twîtan parve bikim. Ez berê jî ji van twîtan hatim darizandin. Lê belê dadgeha we ji nû ve van twîta lêkolîn kkiriye û min jê didarizîne. Heke hêcet bi tenê twîtek be çi karê twîtên min ên ji sala 2012’an heta sala 2019’an di vê dosyeyê de heye. Twîtên min ên di çalakiyên 6-8’ê Cotmehê de ku min parve kir, wek sûc hatine dîtin. Ev di warê hiqûqî de nabin sûc. Min gelek tiwîtan bi armanca atmosfer nerm bibe parve kirin. Min gotibû ‘Ez li cem gelê Kobanê me’. Heke ev twît sûc be tenê sûcek wê heye ew jî muxalefeta li dijî qanûna meş û xwepêşandanan e. Dewlet jî dizane ku jin ji her dayîna bedelê re amade ne. Di dosyeyê de jinên girtî ji zilaman zêdetir in. Ev doz tenê ne li dijî kurdan û HDP’ê hatiye vekirin. Ev doz di heman demê de li dijî jinan hatiye vekirin.”
 
‘KURDISTANA XWESER JI BO TIRKIYÊ PÊDIVIYEK E’ 
 
Ata da zanîn ku daxuyaniyek wê wek delîltiya sûc pêşkêşî dosyeyê hatiye kirin û wiha got: “Daxuyaniyên çapemeniyê yên di dosyeyê de hemû bi temamî ji çapemeniyê hatine girtin. Hûn ji şûbeya ewlekariyê temamiya metnan bixwazin. Wê baştir were fêmkirin. Di dosyeyê de pênaseya ‘qaşo nûçe’ hatiye gotin. Daxuyaniyên min hemû di asta nûçeyan de ne. Di daxuyaniyek ku ez bşedar bûme de pankarta ‘em ne alîgirê mirinê, alîgirê jiyanê ne’ hatiye vekirin. Gelo heke mervi alîgirê jiyanê be sûc e? Min di daxuyaniyê de gotiye, ‘Kurdistan parçeyek vê erdnîgariyê ye’. Di vê dosyeyê de bû ye îdiaya ku ez avakirina Kurdistanê dixwazim. Min li wir behsa sînorê welat nekiriye min behsa rastiyek dîrokî kiriye. Lê dîsa dixwazim bêjim, Kurdistana demokratîk a xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek sereke ye.” 
 
Dadger navberê da danişînê û dê danişîn piştî navberê berdewam bike. 
 

Sernavên din

07/03/2022
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
15:46 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê
13:49 Sancar: Wê Xeta Sêyemîn rêya komara demokratîk vebike
13:11 Erdogan û Pûtîn hevdîtin kirin
13:09 Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’
12:57 Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
12:26 Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
11:16 Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir
09:28 Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye
09:24 Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê!
09:13 Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike
09:13 Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
09:12 Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe
09:10 Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
09:08 20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
09:05 ‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin'
09:01 ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN
05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû